LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrînê şervanên Enternasyonalîst û YPG/YPJ mil bi mil şer dikin

Li Efrînê şervanên Enternasyonalîst û YPG/YPJ mil bi mil şer dikin

EFRÎN-Li Efrînê şervanên Enternasyonalîst û YPG/YPJ di eniya şer de mil bi mil li dijî dagirkeriyê têkoşînê didin, diyarkirin ku dê dewleta tirk a faşist û çeteyên wê di Efrînê de nikaribin qezanc bikin, yê qezanc bike dê gelên Bakurê Sûriye be.

Li Efrînê şervanên Enternasyonalîst û YPG/YPJ û QSD mil bi mil li dijî dagirkeriya Efrînê têkoşînê didin. Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk û komên çete yên girêdayên wê ku di 20’ê çileyê de dest pê kir di roja 39’emîn de berdewam dike. Şervan diyar dikin ku Tirkiyê û hêzên ASA yên girêdayên wî li gor plan kiribûn nikarin pêş bikevin. Şervanên enternasyonalîst ên di eniya Mabetayê de şer dikin anîn ziman ku dê di Efrînê de Tirkiyê û komên çete yên girêdayên wî winda bikin û yê bi ser bikeve gel be.

Efrîn qezanc bike dê gelên Tirkiyeyê jî qezanc bike

Fermandarê Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya Zekî Yumurtaci ya Cebheya Partiya Rizgariya Gelê Tirkiyê (THKP-C) Îlker Akman, da zanîn ku hewildana dagirkirina Efrînê ya Tirkiyê hewildana xwe întîharê ye. Akman, ev tişt gotin: “Dewleta tirk a faşist ji 20’ê çileyê heta niha ligel hemû derfet û teknolojiya NATO’yê êrîş dike jî tu serkeftinekî bidest nexistiye. Ew koroya (firqa) faşîzmê ya bi yek dengekê digotin ‘Em dê 3 rojan de Efrînê bigirin’ li hemberê berxwedaniya gelan lal bûn û cok danîn. Ew dîktatoriya olîgarşîk ku li Tirkiyê wê demokrasiya pir kêm heyî ji holê rakir, yek ji sedema wê pêkûtî û zilmê zêde kir ew e ku di Sûriye û Iraqê de bi wan komên çete yên cîhadî re têk çûn û di van axan de pûç bûn. Dewleta tirk a fiaşist û tirkbûna dîktayê ya niha jî ku di yek destî de kom kiriye û hewildana ya gelan bê ziman û bê reng hiştin ew rêjeya faşîzmê radixe ber çavan.”

Dê berxwedana Efrînê wan têk bibe’

Îlker Akman, destnîşan kir ku dewleta tirk a ku xulamê sadiq a emperyalîzmê ye li Efrînê bi sedan sivîlan qetil kir û emrê talankirinê da komên çeteyên xwe, piştre jî ji bo hinceta dagirkirinê xwe weke rizgarker nîşandayîn riyakariya faşîzmê ye. Akman, ev tişt gotin: “Dewleta tirk a faşist polîtîkayên dagirkeriyê ya Osmaniyan di bin qontrola emperyalîstan di axa Bakûrê Sûriyê de bi riya çeteyan dixwaze pêk bîne. Dewleta tirk a destikê NATO’ye, bi navê Mertalê Firatê re tenê al guherandiye di Efrînê de bi berxwedana gel re dê têkçûyek mezin jiyan bike. Em wek e Yekîneya Propagandaya Çekdar a Zekî Yumurtaci li dijî dewleta tirk a faşist ku di Efrînê de dixwaze mafê neteweya kurd ji dest bigire, em dê heta serkeftinê şer bikin. Û me cesaret û jêhatbûna Rêhevalê me Ramazan Guleken ê ku di van axa de şehîd bûye li xwe pêçaye.”

Akman, anî ziman ku dê faşîzma Tirkiyê têk biçe û diyar kir ku têkçûna Tirkiye ya di Efrînê de wê rê li pêşiya gelên Tirkiyê veke.

Şervanê YPG’ê Bahoz Efrîn jî ku bi şervanên enternasyonalîst li dijî êrîşên dewleta tirk a faşist û komên çeteyên wê mil bi mil şer dike, destnîşan kir ku hewildana dagirkirina li ser Efrînê ya dewleta tirk di hefteya pêşî de binkeftinek mezin jiyan kirin û got: “Dewleta tirk difikirî ku 3 rojan an herî dereng hefteyekî de bikevin Efrînê. Lê hesabek şaş kirin, çunkî em wek e hêzên YPG/YPJ û QSD bi dostên xwe yên enternasyonalîst re di şerê Rojava de tecrubeyek şer a girîng girtiye. Her çiqas ew bi teknîkekê herî bilind a şer bi ser me ve tên jî, em berxwedana xwe bi moraleke bilind pêk tînin. Hewildana dagirkirina Efrînê ya Erdogan di dinyayê de şerê herî neheq e. Em jî hêza xwe ji hêz û gelê di cîhanê de herî mafdar digirin.”

27.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً