LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Mesacên veşartî yên hevsengiyên heremê bi êrîşa li ser Efrîn ê re

Mesacên veşartî yên hevsengiyên heremê bi êrîşa li ser Efrîn ê re

NAVENDAN NÛÇEYAN – Di şerê hevsengiyên li heremên de her aliyek ji dewletên Navnetewî bi taybet dewletên garnator yên kirîza Sûriyê kom ango hêza leşkerî ya li ser erdê ji bo bercewendiyên xwe xistine rêyeke cuda. Hate eşkere kirin ku li Dera Sûriyê ji ber operasyona li ser Efrînê DAIŞ li heremê hakim bûye.

Di demeke ya tevlîbûna komên ASA yên opozisyonê bi TSK ê re di êrîşên li ser Efrîn ê de ku ev 39 roj in ev kom rastî windahiyên mezin beranberî berxwedaniya Hêzên QSD’ê tên, heremên Sûriyê ango cihên ASA yê berdan e, di ber êrîşên rêxistina DAIŞ’ê de maye.

Hate ragihandin ku di 17 sibatê de yek ji endamên komên ASA yê bi navê Mihemed ElXetîb li bajarokê Koya yê parêzgeha Dera ya Sûriyê ku niha di bin kontrola DAIŞ’ê de ye hate kuştin. Hate zanîn ku kuştiyê ASA’yê Mihemed ElXetîb ji ber temenê xwe yê ku 60 derbas kiribû bi navê Şêx ElSiwar dihate naskirin. Çavkaniyên ji nava opozisyonê ragihandin ku Mihemed ElXetîb di kontrolkirina DAIŞ a noqteya parastina ASA’yê de li Dera yê dîl hate girtin û paşî wê biryara kuştina wî hate dayîn.

Dadwerê Şeraî ango miftiyê DAIŞ’ê Ebû Elî Şibat biryara kuştina Mihemed El Xetîb bi tûhmeta (ElReda) de da.

Malpera opozisyona Sûriyê a bi ser ASA ‘yê ve ragihand ku Artêşa Azad ASA’yê ku bi nav dike di serweriya li ser Dera de binket ku nikarûbû DAIŞ ji herêmê derxe. Malperê destnîşan kir ku piştî rawestandina piştgiriyê ji komên opozisyonê re ji sala borî rêxisitina DAIŞ’ê ji parastinê ber êrîşê ve çûye, lewra lewaztiya ku ev kom gihiştinê hate eşkere kirin ku nîşanî wê yekê kir ku niha ji aliyê komên ASA ‘yê şer li heremên Sûriyê nayê kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine weşandin de gelek lêkolîn dane zanîn ku ji ber birina şerê herêmê ber bi aliyên cuda de li gorî bercewendiyên xwe roj bi roj rê li ber ji nûve derketina terorê vedike. Gelek analîzvanan jî destnîşan kirin ku di hemelya ku niha Tirkiyê li ser Efrînê pêktîne de rê cardin li ber derketin û xurtkirina DAIŞ li heremê vedike.

27.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً