LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Şandeya Jinên Başûrê Kurdistanê gihiştin Koban ê

Şandeya Jinên Başûrê Kurdistanê gihiştin Koban ê

NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeya jina Kurdistanî ku ji 18 jinên başûrê Kurdistanê pêk tê, gihîştin Kantona Kobanê û ber bı Efrîn ê ve dicin.

Şandeyeke rêxistinên jinan ku ji 18 jinên 8 rêxistin û saziyên jinan ên Başurê Kurdistanê pêk dihat li ser navê “Komîteya Jinên Kurdistanêʺ ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê, 24’ê sibatê di deriyê sînorê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Şande ji bo li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ku di nava 39 rojan bi dehan sivîl qetilkirin, di berxwedana Efrînê cih bigirin derbasî Rojava bûn. Piştî ku şande serdana Rimêlan herwiha gundê Jinwar kir, di 26ê sibatê de ji ber avahiya Kongra Star a li Qamişlo ber bi Efrînê ve ketin rê.

Duh 26 sibatê şandeya 18 jinên nûnerên rêxistin û saziyên jinan ên Başûrê Kurdistanê, Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd gihîşt Kantona Kobanê. Şande ji aliyê Hevseroka Meclîsa Rêveber Bêrîvan Hesen, Cigîra wî Hêlîn Haçim, Endama Meclîsa Giştî ya PYD′ê Dîlber Yûsif, Endamên Rêveberiya Kongreya Star Sara Xelîl û Felek Yûsif ve hat pêşwazîkirin.

Tê payîn ku dê şande serdana cihên berxwedana Kobanê û goristana şehîdan bike, piştre jî dê berê xwe bide Efrînê.

27.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً