LEZGÎN
الرئيسية / Jin / “Ji bo Efrînê rabin ser piyan” Silogana 8 Adarê ye

“Ji bo Efrînê rabin ser piyan” Silogana 8 Adarê ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Bakurê Sûriyê ji bo 8’ê Adarê plansaziya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiribûn lewra jinan dest bi çalakiyên xwe kir, bi vê yekê civîn, semîner û çalakiyên curbecur ji aliyê jinan ve û bi seferberiya Efrîn têne lidarxistin.

Jinên Bakurê Sûriyê bi armanca parvekirina plansaziya 8’ê Adarê di 24 Sibatê de daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kirin û diyar kirin ku ew ê bi dûrişmeya “Ji bo Efrînê rabin ser piyan” li seranserî Bakurê Sûriyê çalakiyan lidar bixin. Daxuyanî wiha hate eşkere kirin:

“Ji Roza Lûxembûrg heta Barîn Kobanê, ji Sara heta Avesta Xabûran têkoşîna jinan mezin dibe. Di roja îro de li hemberî hişmendiya tecawizkar a AKP’ê careke din jin ji bo rûmeta xwe şer dike û di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinê de careke din dîrokekê nû dinivîse. Jinê bi berxwedana Efrînê careke din nîşan da ku ti caran û li hemberî ti hêza desthilatdar, dagirker û zilimkar serî daneyîna û danayî ne. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, hêzên desthilatdar ên ku ev dîtin êrîş li ser jinê kirin, xwestin ku jinê û hemû nirxên ku wê derxistiye holê careke din tune bikin.

Em weke jin di her qadê de û li her derê ji bo ku em berxwedanê bilind bikin û li hemberî hêza dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê serkeftinan bi dest bixin, divê ku em rabin ser piyan. Jinên Ermenî, Ereb, Suryan, Çerkez, divê ku em hemû nîşan bidin û rabin ser piyan û nehêlin ku ti hêza dagirker piyên xwe bavêje ser axa me. Ji bo vê jî em rabin ser piyan û tevî berxwedanê jinê ya bi rûmet bibin.

Di 8’ê Adara 2018’an de bi dirûşmeya “Pêşengên Serdemê Jin in” divê ku hemû jin dakevin qadan, li hemberî dewleta dagirker û çeteyên wê yên tecawizkar, em wê têkoşîna ku me mîrasê wê ji Arîn û Sarayan girtiye em bilind bikin. Di 8’ê Adara sala 2018’an de di bin dirûşmeya “Ji Bo Efrînê rabin ser piyan” bi pêşengtiya Kongreya Star jinên Ereb, Yekîtiya Jinên Suryan, Meclîsa Jinên Sûriyê, Meclîsa Jinên Reqa, Tebqa û Minbicê, Meclîsa Jinên Herêma Cizîrê û Kobanê, Desteya Niştimanî ya Erebî, Komîteya Jineolojî, Jinên Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava plansaziya 8’ê Adarê me der xistiye. Wê 25’ê Sibatê starta hemû çalakiyan were dayin li gorê vê plansaziyê:

Di 5’ê Adarê de ji hemû qadan bi hezaran jin, ji bo bilindkirina berxwedana Efrînê wê meşeke li dar bixin.

Li herêma Cizîrê, Herêma Kobanê, Qada Minbic û Reqayê û tevî Herêma Efrînê li 5 cihan wê meşen navendî bên lidarxistin.

Li seranserî Bakurê Sûriyê bi sedan wê civînên gel bên li darxistin.

Hemû qad wê li derdora berxwedana Efrînê bibe xelek û em ê 8’ê Adarê tacîdar bikin.

Bi dirûşmeya navnetewî ya “Ji bo Efrînê rabin ser piyan” wê werin avêtin.

Li ser daxuyaniya Jinên Bakurê Sûriyê ji bo 8 Adarê, jinan dest bi çalakiyên xwe jî kir Rêxistina Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi dirûşmeya “Jin pêşengitiya serdemê dike” amadekariyên 8`ê Adarê de Roja Jinên Cîhanî da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, hemleya paqijkirina kolanên navçeyê organîze kir.

Ji aliyekî din ve jî Semîner bi boneya nêzîkbûna 8‘ê Adarê li Navneda Çand û Hunerê bi amadebûna bi dehan endamên HPC-Jin ên navçeya Dirbêsiyê hate dayîn.

Rêvebera Kongreya Star Welîda Bûtî mijara tundiya li ser jinê vekir û girîngiya roja 8‘ê Adarê ji bo hemû jinên cîhan, di serî de jinên Kurd destnîşan kir. Piştî axaftina Rêvebera Kongreya Star, senevîzyoneke derbarê dîroka jin û berxwedaniya wê hate pêşkêşkirin.

27.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً