LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘Li Tirkiyê di girtîgehan de 1154 mehkûmên nexweş ji wan 402 rewşên giran hene’

‘Li Tirkiyê di girtîgehan de 1154 mehkûmên nexweş ji wan 402 rewşên giran hene’

NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Mafê Mirovan IHD bi daxuyaniyekê eşkere kir ku niha li Tirkiyê 402 jê giran 1154 mehkûmên nexweş li Tirkiyeyê di girtîgehan de girtîne

Komeleya Mafê Mirovan di riya daxuyaniyekê de eşkere kir ku niha li Tirkiyê 402 jê giran 1154 mehkûmên nexweş li Tirkiyeyê di girtîgehan de girtîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber ne kontrola rewşa girtiyan gihiştine asta nexweşiyên giran.

Di rapora Komeleyê de hate diyar kirin ku divê tedawiya mehkûmên din jî bê kirin da ku ew jî, ji ber rewşa nebaş bikevin lîsteya nexweşên giran.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (IHD) lîsteya mehkûmên nexweş yê di girtîgehên li Tirkiyeyê de nû kir. Li gor lîsteya nû ya IHDyê li Tirkiyeyê 402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene.

Lîste ji aliyê şaxê IHD’yê ya Îzmîrê bi daxuyaniyekê ve hat eşkerekirin. Cîgira Berpirsa Girtîgeh û Rêxistina IHD’ê Necla Şengul jî beşdarî daxuyaniya lîsteya nû bû û got: Divê 402 girtî serbest bên berdan. Her wiha Şengul di axaftina de anî ziman ku divê tedawiya mehkûmên din jî bên kirin.

Piştî daxuyaniyê rapora komisyonê hat eşkere kirin ku rewşa girtiyan di heyama rewşa awarte (OHAL) de xiraptir bûye.

01.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً