LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrînê derewên TSK’ê deşifre bû!

Li Efrînê derewên TSK’ê deşifre bû!

EFRÎN – Daxuyaniya Artêşa Tirk (TSK) ya derbarê pêvçûnên li Efrînê ya “8 şehîd, 13 birîndar” rastiyê rave nake, ev yek jî di axaftinên înternetê yên endamên JOH yên ketibûn pêvçûnan de eşkere bû.

Duh li Efrînê ku Hêzên Artêşa Tirk (TSK) ku bi xwe qebûl kiribû li Girê Hec Bîlal a girêdayê herêma Hec Bîlal a navçeya Recoyê kîteyên operasyona di pêşengtiya şervanên YPG/YPJ ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derketin holê. Kîteyên encama pêvçûnên ku ji aliyê TSK’ê ve daxuyaniya “8 şehîd, 13 birîndar” dabû, nivîsên li ser înternetê ku tîmên girêdayên Tevgera Taybet a Jandarmayê (JOH) bi hev re kirine eşkere bû. Di nivîsandina tîman a bi hev re de hat dîtin ku bi 10’an leşker hatine kuştin, bi 10’an jî birîndar bûne û helîkoptêreke bi tîpa ATAK jî bi çeka tîpa Zagros hatiye xistin. 

Di yekemîn nivîsa tîmên taybet a ji fermandarê xwe yê bi navê Çawişê Pispor Suleyman re radigihîne wiha dibêje: “Fermandarê min me xwest em bigirin lê roketan davêjin me. Helîkoptêra ATAK xistin, aqubeta wê ne diyare, bi Zagrosê lê dan. Em heremên aliyê pêş in, em nikarin bikevin wir. Hema ser hev davêjin, em paşde dikişin. Em vedikişin yekîneya xwe. Jixwe muhîmatên me jî xilas bûye. Ji vir ekîbeke teqwiyê û 3 kirpî ketine rê. Ma derkeve rê wê çi bibe, waye terorîst banga teslîmbûnê li me dikin. Hed û hesabên avêtina roketan tuneye.” 

Yek ji endamê JOH ku li ser navê wî hatiye sîlkirin jî di nivisa wî de jî wiha dibêje: “Niha tenê li cem me 12 şehîd, 25 birîndar hene em dûr in. Niha li ser me ji cebheya 8 km êrîş û di 50 metre jî ser bi ser temas heye, muhîmatên sîlahan xilas bûye, ez bawerim tîmên piştgiriyê ketine rê teqwiye tê kirin. Dibe ku hejmara şehîd û birîndaran zêde bibe, niha ji qevdê em ewqas dibihîsin, tam nakişîne. ATAK bi Zagrosê hat hingavtin. JOH a ji Diyarbekir hatine şehîd û birîndarên wan hene, lê agahiya me zêde ji wan tune ye.” 

Ji endamê JOH Serkan jî ev tişt hatiye nivisandin: “Abê rewş pir xirab e, em di rewşek pir xirab de ne. Nêzî 30 birîndarên me hene, 10 şehîd hene. Tunel heye, ji asîmanan mirov nikare tiştekî bike. Fermandarê min evder pir berbat e. Li jora me tepeyek heye em nikarin bigirin. Kobra û kîrpî (wesayîta zirxî ya bi navê juju) em nikarin hereket bikin. Tow davêjin, her derê girê tunel heye. Personel pir acemî ne tîm pir nebaşin, niha roket hatin tîmên taybet, ew derdikevin serê gir. Em gir nikarin bigirin lê me birîndaran girt. Roket û polîs derketin teqwiyeyê.” 

Di alê din de jî ser tweeter ê jî Îzmîr Serbest Firka vê tweetê parve kiriye “Ji Îzmîrê agahiyên pir bi êş hene…. 15 şehîd, 18 birîndar.” Dîsa Mehmet Aslan ê îdea dike ku Tîmê Taybet e vê tweetî parve kiriye: “Dibêjin 34 şehîd hene li Efrînê ev rast e? Xwedayê min tu wan biparêze, îşalah derew be…” 

Dîsa di derbarê kesên hatine kuştin û birîndarên di pêvçûnan de ev lîste hatiye parve kirin:

1-Mustafa Duva (Cerdevanê Ewlekariyê)- Nexweşxaneya Dewletê ya Hatay

2- Mesûd Dogan (Jandarma)- Nexweşxana Kirikhan

3-Bekir Kerkez (TSK Bornova)- Nexweşxaneya Kirikhan

4-Ugur Gunaydin (TSK Bornova) – Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa

5- Kayhan Tan (TSK Bornova)  – Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa

6- Hasîp Tan – (Cerdevan)  – Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa

7- Mehmet Reşît Uver (Bornova) Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa

8- Abdullah Soker (Bornova 3.Tîm) – Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa

9- Fuat Demîr (Bornova 4.tîm)

10- Şevket Ozdemîr (Bornova 2.tîm)

 11-Erhan Kuşçu (Bornova)

12- Osman Gorur (Bornova) 

13- Sînan Yilmaz (Hatay POH)

14- Sedat Sarigul (Bornova)

15- Mahmut Kuçuk (Bornova)

16-Îsmaîl Polat (Bornova)

17-Sînan Yaşar (Bornova)

02.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً