LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / 16 kuştî û birîndarên TSKê li Efrînê

16 kuştî û birîndarên TSKê li Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN- Berxwedan Efrînê di roja xwe ya 43’yan de bi hemû dijwariya xwe didome. Pêvê girêdayç ji ber şikandinên mezin yên ku artêşa Tirkiyê rastî wê hat. Niha bi hemû hêza xwe êrîş dike.

Îro êrîşa li ser Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê ket roja xwe 43’yan. Piştî şikandinê hêzên taybet yên artêşa Tirkiyê pêncşema bûrî li navçeya Raco ya Herêma Efrînê ji aliyê hêzên YPG û YPJê ve dewleta Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê dike. Ji ber vê yekê hate zanîn ku ji duh êvarî ta van kêliyan de şerên giran di navbera hêzên YPG û YPJ û artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê de rû da ye.

Li sê eniyan şer û pevçûnên giran hene. Enîya Şera ,Cinidrêsê û Raco. Balafirên şer yên artêşa Tirk ji şevê din heta van kêliyan de navçeya cindirêsê, Raco û Şera û gundên girêdayê wan têne bombebaran kirin wek gundê: mu Eskerê kefercenê , Sinka ,Çema , Xirabê Şera û baflonê.

Her wekî din jî li derdura navçeya cindirêse şer û pevçunên dijwar diqewime.

Hêjayê gotinê ku li navçeya Raco navbera Raco û mûskê jî pevçun dijwarin rû da ye. ,

Her wekî din jî li navçeya Şera şer û pevçûnên giran rû da ye û li derdura gundê Çema û derdura sirtên Baflonê jî şer û pevçun henin heta van kêliya, li derdura gundê Çema a navçeya Şera 2 Erebeyên BMB hatin îmha kirin û 16 kuştiyên artêşa Tirk û komên girêdayê wê hene. Her wiha hate zanîn ku gele birîndar di nav artêşa Tirk û komên girêdayê wê de hene.

03.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً