LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Ji merceka Jineolojiyê Efrîn (1)

Ji merceka Jineolojiyê Efrîn (1)

Bajarên jinan ên di hedefa şaristaniya dewletan de

EFRÎN – Li bajarê Efrînê ku li ser hemû dar, ber, war û şopên mirovan navê jinê, çand û baweriya gelan heye, reng û çanda jinê li her derê derdikeve pêş. Di salnameya bajar, avakirina bajar, parastin, şopa çanda Îştarê, ziyaretgehên li ser navê jinê hatine avakirin, zimanê jin di axivin, geliya jinê û şikeftên jinê û gelek qadên din şop, reng û ruyê jinê xwe nîşan dide. Di rêzenûçeyên ku ji 5 beşan pêk tê şopa çanda jinê ya li Efrînê, bi berfirehî ronî dibe. 

Dema em bi perspektifa Jineolojî ya bi rêbaza li ser rastiya jinê xwe digîne heqîqetê, li ser Efrînê lêkolîn dikin, daneyên ku derdikevin pêş bala mirovan dikişîne. Bi qasî ku erka Jineolojî ya damara şaristaniya demokratik lêkolin û ronî bike heye, ew qas jî xwedî erke ku mekanîzmaya wê ya wateyî û binyadî ava bike jî heye. Li ser vê bingeh û perspektdifê lêkolîn û lênerîna Efrînê bêtir bi wate dibe.  

Em bi teza ku Jineolojî, “Zanista li der û dorê jinê pêş bikeve yekemîn gava ku ber bi civaknasiyê ve bê avêtin e” ketin rê û me xwest li ser dîrok û çanda Jinê ya li Efrînê lêkolîn bikin. Em dixwazin bi rêbaza Jineolojiyê çand û dîrokê ku şaristaniya dewletî sero bin kiriye ji nûve lêkolîn bikin û rastiyê ronî bikin. Dema em bi tespîta ku zanistî şiroveya wateyê ya pêşketî ye, dikevin rê û li dijî hişmendiya pozitivizminê ya ku bûyer û rûdanan ji hev perçe dike, rastiya ku her tiştî têkiliyên wan bi hevve heye esas digirin. Em berxewdana Efrinê ya dîrokî û civakî jî li ser vê bingehê û zanebûnê digirin dest. Berxwedana Efrînê bi vê perspektifê lêkolîn dikin. 

Em di vê dosyaya nûçeyê de li ser milê Efrînê ya ku damara şaristaniya demokratîk ku bingeha xwe ji hêza jinê û baweriya gelan digirin rawestiyan. Di lêkolînê de em gihiştin gelek daneyên ku salnameya bajar, avakirina bajar, pergala parastinê, şopa çanda Îştarê, ziyaretgehên navê xwe ji jinê girtine, çanda jiyana komînal, zimanê jinê û qada berxwedanê ya Geliyê Jinê û şikeftinan yên şopa jinê li ser heye. Li ser her buhostek ax, li ser her kevirekî û li ser her dîwarekê gundekî yê Efrînê şopa çanda neolitik xwe dide der. Li pêş her malê alav û amûrek neolitik me bi dirokê ve girê dide. Çand û dîroka Efrînê ya civakî îro li dijî artêşa duyemîn mezin a NATO xwe diparêze û li ber xwe dide. Armanca vê dosyayê ewe ku bajarê herî biçûk yê Kurdistanê îro li dijî hêzên herî mezin û teknolojiya herî pêşketî ya şer çawa di ber xwe dide. Berxwedana Efrînê ya ku şîfreyên şaristaniya demokratik di nava civakîbûn û axa xwe de çandiye, îro nîşan dide çawa li dijî dewletên şaristanî li ber xwe di ber xwe didin. Îro gelên Efrînê ku bi berxwedana xwe manîfestoyê dinivîsin, girînge koka wê ya ji çanda dîrokî û civakî digire bê dîtin. Dema çanda civakî û dirokî ya berxwedana bajar bê fam kirin divê rastiya çanda jinê jî bê dîtin. Divê cewherê civakîbûna jinê bê famkirin û dîtin. Wê demê dê bê dîtin ku şerê li ser Efrînê tê meşandin şerê li ser paradigmayê pêş dikeve. Ji ber ku agahiyên di hişmendiya şaristaniyên dewletî de hêj zindî mane, dibe sedem ku êrîş bikin. Ji ber vê yekê lêkolîna hafizeya Şaristaniya Demokratîk bêtir bi wate dibe. 

LI EFRÎNÊ ŞERÊ PARADİGMAYAN

Li Efrînê di 26’ê Çile de li pêş Şaredariya Efrînê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de gotin “Şerê li vir pêş dikeve şerê paradigmayan in. Şerê Modernîteya Demokratik a li dijî moderniteya dewletê ye.” Ji sala 2012’an heta niha li Bakurê Sûriye şer geş bû. Gelek milê şer ên cewherî û xweser hene. Yekem car piştî şerê Kobanê li şerê li Efrinê de hat diyar kirin ku ev şerê navbera paradigmayan e. Berxwedan û helwesta dîrokî û civakî piştî Kobanê li Efrînê hat nîşandan. Dema ku em li gorî vê pênaseyê tev digerin, pirsa di ferk di navbera modernîteya demokratik û moderniteya dewletî de heye? Cudahiya avakirina di navbera Modernîteya Demokratik û Moderniteya Dewletê de çi heye? Çavkaniyên agahiyên hişmendiya avakirina moderniteyê çiye? Kijan paradigmayê esas digirin? Bandora van paradigmayan ya li ser jiyanê çibû? Dagirkeriya Efrînê ya li pêş çavê cîhanê, di nava şerê paradigmayî de cihekî çawa digire? Çima ev şer bi awayekî pir zelal xwe li wir dide der? Di helwesta gelê Efrînê ya pir zelal a xwe li dijî vî şerî nîşan dide kijan kodên dîrokî û civakî heye? Gelê Efrînê ev kodên dîrokî û civakî çawa heta îro xwe anîye û parastiye?

Ev hewldana guhertina şaristaniya dewletî fêr dike ku pêwiste dîrok ji nûve bê şirovekirin.  Li ser vê xetê şaristaniya dewletê û şaristaniya demokratik, ango serdestiya mêrê xurt û qurnaz û têkoşîna jina bindest a azadiyê li cihê xwe bên rûniştin û famkirin, dê bêtir rê li pêş famkirina rast veke. Ev yek jibo nêta kesên dixwazin axa Mezopotamya bikin qada şer, bê famkirin, rêbazek baş e. Şerê îro li Efrînê tê meşandin encama vê rastiyê ye. 

FAMKIRINA BERXWEDANA LI EFRÎNÊ RÊBAZA FAMKIRINA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK E

 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tespîta xwe de got Serdema Şaristaniya Demokratik, serdema şaristaniya jinê ye. Dîsa tespîta şaristaniya dewletî hişmendiya pergala mêrê serdest e kir. Li ser vê tespîtê şerê ku îro li Efrînê peş dikeve pir aşkere nîşan dide ku di navbera çanda mêr û çanda jinê de pêş dikeve ye. Li serd vê bingehê mirov dikare bi hêsanî bêje; welatparêzî, biryargirtina bi vîna azad, rêxistinkirin û rêgezên têkoşîn û estetîkê, rêgezên bingehîn ên bîrdoziya azadî û rizgariya jinê ye îro li Efrînê bi ruh dibe û geş dibe. Efrîn nêzî 40 rojin rastî êrîşa artêşa duyemîn a NATO’yê tê. Ji hewayî û bejayî bi bombeyan êrîş dike. Li dijî vê yekê berxwedana Efrînê ku koka xwe ji dîrok û civakê digire wateya damara şaristaniya demokratîk bêtir kûr dike. Ev rêbaza famkirina şaristaniya demokratîk e. Efrîn dibe qada ku rastiya neteweya demokratîk ya bawerî û gel çawa dikarin bi hevre bijîn radixe pêş çavan, Hem jî bi berxwedana Avesta Xabûr û Barîn Kobanê yên bi zanebûna nirxên jinê ya cewherên civakîbûnê tev geriyan, Efrîn ji ber vê yekê xwedî wateyek taybet e. 

MUSUL, SERÊKANIYÊ, PALMİRA, KOBANÊ, ŞENGAL Û EFRİN

10 sal berê, bi destê El Kaide, OSO, El Nusra û herî dawî DAİŞ’ê dagirkeriyek pêş ket. Niha jî raste rast bi destê dewletan li Efrînê dagirkeriyek heye. Ev tevgera dagirkeriyê ye. Dîsa di serî de DAÎŞ hemû rêxistinên çekdar ên taşeron di dagirkeriya Efrînê de taşerona netew dewletan dikin. Em dema li vê rêbaz û rastiyê dinerin em dibînin ku hewldana dagirkeriya li dijî axa Mezopotamya ne dagirkeriyek ji rêzê ye. Gelek qeyd û dane nîşan didin ku şaristaniyên dewletî bi zanebûn û artêşên taybet û tevgerên çeteyan ketine nava tevgerê. Di dîroka nêzîk de jî em rastî gelek mînakan hatin. Mînak, Mûsil, Serêkaniyê, Palmira, Kobanê, Şengal û herî dawî dagirkeriya Efrînê mînakên şênber in.  

Mûsil ku xwedî dîrokek taybet e di nava 3 rojan de ket destê DAÎŞ’ê. Piştî Mûsil ket destê DAIŞ’ê li dijî axa Bakurê Sûriye dest bi dagirkeriyê kirin. Li Serêkaniyê êrîşa ewil bi destê OSO, El Nusra pêş ketin. Li Şengal û Kobanê jî raste rast DAÎŞ ketin nava şer. Li dijî van hewldanên dagirkeriyê herî zêde helwesta zelal li Kobanê hat nişandan.” 

FORMULA FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ

Tiştên li Kobanê qewimîn, hêzên netew-dewlet dixwestin bi destê DAIŞ’ê Rojhilata Navîn dagir bikin. Lê berxwedana li hember vê hat nîşandan, felekê li wan şaş kir. Pişt re berxwedanê li Minbiç, Tabka, Reqa û Dêra Zorê dewam kir û ev der ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin. Beriya her tiştî vê berxwedanê kir ku pir adi navbera çand û baweriya gelan û girêdana erdnîgarî xûrt bibe. Her wiha paradîgma, demorkatîk, ekolojîk û azadiya jinê hişt ku tovê xwe şîn bike. Û ev yek ji bo Federasyona Bakurê Sûriyê bû formul. 

Federasyona Bakurê Sûriyeyê xwe dipsêre rastiya azadiya jinê û netewa demokratîk. Qada jiyanê pêşkêşî her kesê dixwaze xwe li gorî baweriya xwe bi azad îfade bike. Hêzên netewa demokratîk, baweriyên cuda û mezheb hebû xwe diparêzin. Pirjimariya netew û baweriyan bi feraseta demorkasiyek radîkal qadên xwe yên azadiyê berfireh dikin. Hemû netew, çand û bawerî bi hev re manifestoya jiyanê dinivîsînin. Yek ji rastiya modernîteya demokratîk û hêzên wê yên herî xûrt jin in. Çunkî wek ku Ocalan gotiye “Serdema şaristaniya demokratîk serdema şaristaniya jinê ye.”

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Ocalan komploya navdewletî pêk hat. Lê Ocalan bi esasiya yekîtiyê û paradîgma modernîteya demoratîk komployê vala derxist. Ji sala 2011’an ve plana navdewletî bi rêxistinkirina hêzên netew-dewlet ve xwestin bi destê DAIŞ’ê bi awayekî korsan çêbikin. Pergala navendî ya hegamonîk ango şaristaniya bidewletî bi destê DAIŞ, hêzên paramîlîter û gelek kesên carek din ji nû ve xwe xwestin şaristaniya bidewletî dîzayn bikin û şerê wê dan destpêkirin. Her çiqas DAIŞ’ê rêxistinek bê aramnc bû jî lê hemû dewletan ji bo berjwendiyên xwe veşêrin biryek bi zanebûn tercîh dikirin. Armanca DAIŞ’ê ya serekî warê şaristaniya Mezopotamya Serêkaniyê, Musil, Palmîra, Şengal, Kobanê û gelek deverên din bûn. Lê berxwedana li dijî vê hat dayîn û ev jî teqez ne tesadûfî bû.

LI BAJARÊN ŞARISTANIYA DEWLETÎ ÊRÎŞ DIKINÊ ŞOPÊN ÇANDA ÎŞTAR 

Paradîga modernîteya demokratîk û azadiya jinê îro hemû cîhanê li hev şaşwaz kiriye û bi berxwedana xwe bûye mînak û xwedî wateyek mezin e. Dema em di şibakeya Jineolojî de li Efrînê dinêrin jî me xwe gihand gelek daneyên bibandor. Beriya em derbasî van daneyan bibin, bajarên ku temsîla çanda neolitik dikirin, rastî êrîşên DAIŞ’ê hatin qet ne tesadûfî bû û divê viya mirov bi mînakan aşkere bike. 

Serêkaniyê ku Til Xelefa Damara Koka Çanda Neolotîk e, Mûsila warê Semîramîs ku navê Îştarê li xwe kiriye, Palmîraya ku Zenubya lê şaristanî ava kiriye, Şengala ku damara jina berxwedêr diparêze, Kobanê ya ku malovanî ji Şaristaniya Kargamişê re kiriye û bûye warê Kubaba û herî dawî Efrîna ku bûye warê Kralîçeya Hurriyan Puduhepa, ket hedefa êrîşên şaristaniyên dewletî. Her çend li van bajaran serdestiya mêr hat avakirin jî, em niha rastî şopên baweriya Xwedavenda Dayik ji bo hebûna xwe biparêze li ber xwe dan û bûne sembolên jinên berxwedêr yên serdemê tên. Taybetmendiya van hemû bajarên ku hêj damara berxwedêr ya Xwedavendan lê dijî, çanda Îştarê û şopa aydî wê balê dikişîne ser xwe. 

Ev warên ku wekî bajarên jinê navê xwe di dîrokê divîsandin, êrîşên hilweşîn, talankirin û xerakirina DAIŞ’ê ya li dijî van bajaran jî re nesadifî ye. 

Bajarên Serêkniyê, Mûsil, Palmîra, Kobanê, Şengal û herî dawî bajarê ku dewetên serdest DAIŞ ji navbera xwe derxistin û raste rast êrîşê wê kir, Efîn, ên nûnertiya çanda berxwedêr û girêdayî koka erdnîgariya xwe ya li dijî înata dîroknasên mêrê serdest ên Oryantalist, şop û daneyên vê çanda dewlet diparêzin. Bi berxwedana li van bajaran hat nişandan, destnîşan kir ku damara şaristaniya demokratik çiqas bi hêz e. Di salên dawî de ev yek bi dehan caran hat îspatkirin û ev yek vê rastiyê teyyît dike. 

Koka rihên çanda neolotîk li Serêkaniyê ya Rojava ye. Hêza çanda şoreşgerî ya neolotîk a li Tel Xelef hêza bingehîn hêza jinê ye. Çanda Tel Xelef çanda serdema neolotîk temsîl dike. Li ser xaka Mezopotamyayê cara ewil li Tel Xelefê nûveyên serdema neolitik hat dîtin. 

MÛSILA XWEDÎ MÎRASÊ SEMÎRAMÎS A ŞOPDARA ÎŞTAR’Ê 

Piştî Til Xelaf’ê DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir. Mûsil di heman demê de welatê Semîramîs û şaristaniya  li wir ava kirî xwedî girîngiyek mezine. Peyva Mûsil “Tevn” ku tê wateya tevnkeriyê. Berî mîladê li Mûsilê, şaristaniyên pir girîng ên mîna Asur û Babîl li herêma Mezopotamyayê hatine avakirin. Li gorî gotegotan Semîramîs a di serdema Babîlan de dijiya, di vê dîrokê de navê xwe li tevnkariyê kiriye û bûye temsîla çandek wiha. Semîramîs melîkeya sûrên jorîn ên Mezopotamyayê dijî û navê wê yek ji navên Îştarê ye. Semîramîs yek ji sembolên serdema berxwedêr a li dijî avakirina serdestiya zilame. DAIŞ’ê di sala 2014’an de zirarek mezin da bi hezaran peyker û nîşaneyên kevnare yên vê serdemê yên li Muzexaneya Arkeolojiya Nînova cih digirtin.    

DAIŞ’Ê BAJARÊ ZENUBYA PALMÎRA JÎ KIR HEDEF 

Jineolojî ku mîna zanista şaristiya demokratîk hat pênasekirin,  ji bo xwe zanîsta dîrokî esas digire û dibêje hafizayeke bi hêz a şaristaniya dewletdar heye. Yek ji van jî mînakan  Zenubya ye ku çanda jinê bi rêbazên cûda gihandiye jinan. Ji ber ku Palmîra yek ji derbasbûnên girîng ên li ser axa Sûriyeyê, tim rastî talan û dagirketiyên serdest ên mîna Roma hatine. Di sala 2015’an de DAIŞ’ê li Palmîrayê peykerê El Lat Aslan a berî 2 hezar sal parçe parçe kirni û balkêşe ku Perestgeha Bel jî rûxandin. Di  26’ê Çile de peykerê Aslan a li Perestgeha Êndara ya Efrîn hat bombebarankirin. Bombebaran kirin peykerê Aslan a Perestgeha Êndara û rûxandin peykerê El Lat Aslan ê li Palmîra bi hev ve girêdaiyîne. Gava mirov lêkolîn dike ev yek ne tesadûfe.  

BAJARÊ KUBABA KOBANÊ 

Tevna civaka dîrokî ya Kobanê berî B.Z. 1300 hezar sal li Kobanê, Cerablu û Babê mirov dikare xwe bigihîne şaristaniya Kargamiş. Kîbele piştî xwedevanda dayîkê ya çanda Neolotîkê  derbasî Anatoliya  dibe çanda Kubaba ya Xwedavenda Dayîkê ava dike û xwedî derketin wê pir rewşedare. Kobanê ku dikave nabere derbas bûna Rojhilat û Rojava xwedî erdnîgariyek girînge. Bi taybetî danayên li Tiştînê, cardin yên li Girê Înanna û Şikefta Keçika derket holê ku divê bên lêkolînkirin. 

BAJARÊ BERXWEDANA JIN LÊ AVA BÛYÎ: ŞENGAL

 Li Şengalê şaristaniya çanda jinê ku bi şaristaniya demokratîk re dibe heye. Ji bo vê yekê gelek danayên bi devkî yên çanda hatine avakirin hene. Li vî bajarî jiyana xwe bi xwazayê re rêxistin dikin. Ev bajar di dema derbasbûna şaristaniyê de, malûvanî jig elek nasnameyên jina ên  berxwedêr re kiriye. Yek ji van nasnameyan Dayîka Pîra Fat a ku Çanda Xwendaventiya Îştar temsîl kiriye. Sîtîya Es, Pîrî Lîbne, Xatuna Fexra, çil jin, Sîtiya Nîsran navên herrî balkêşin. Her yek ji wan çîrokên berxwedêr temsîl dikin. 

EFRÎNA KU ŞOPÊN PUDUHEPA DIDOMÎNE  

Efrîn ku şopên çanda Îştarê ya çanda bingehîn a civaka Neolîtîkê dinava xwe di hewîne, di heman demê de şopên çanda Hurrî û Mîttaniyan a Aryen a Rojhilat jî hîna li Efrînê xuya dikin. Ev gelên B.Z. di sedsala 17’emîn dewletên Mîzzuwatna û Mîttanî avakirine. Puduhepa B.Z. sedsala 13’emîn jiyaye. Bavê wê Kîzzuwatna ji Lawanzantiya yê ye (tê texmîn kirin ku nêzî ciheke Elbîstanê ye.) Di danayên dîrokî de jî tê gotin ku Lawazatiya bajarê Îştar/Sauşga ye. Puduhepa xwe weke xizmetkara Xwedavenda Hepat a Hurriyan dibîne. Puduhepa hemû tabletên nivîskî yên çand û ola Hurrî ya bajarê xwe Kizzuwatna û Hattiyan bi kopî kirine. Li Hattuşa arşeveke Kizzuwatna û pirtûkxaneyek ava kirine.  Dewletên Mîtannî û Kîzzuwatna, B.Z. di sedsala 12’emîn de esîlên Aryan ên Rojava ku ji Rojava hatin heya “Koçberiyên Gel ên Ege yê” li herêmê desthilatdariya xwe ya siyasî nêzî 500 salan parastine. Ji ber vê yekê di gelek navên herêmkî yên vê herêmê de, heta navê Efrînê jî, di etîmolojiya Ariyaca ya Rojhilat de heye. Navê Puduhepa bi Hurriye. Peyva Pudu koka xwe ji Huriya lêker digire. Hepa jî navê Hepat a ser xwedevanda Huriyane. Em ê derbarê van hemû serdemên li Efrînê hatin jiyîn de, di dosyayên xwe yên pê de bi berfirehî binivîsin. 

Sibe: Bajarê Efrîn, çîroka mîrasê Îştar a herêmê, Kevirê Bukê ya li Reco, li Mabeta yê zimanê tenê jin diaxivin, Geliyê Qîzan a li Bîlbîlê, Keleha Qîzan û Şikefta Qîzan…

03.03.2018

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً