LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Leşkerê fîrar kiriye: Bila her kes guh bide dengê wijdanê xwe

Leşkerê fîrar kiriye: Bila her kes guh bide dengê wijdanê xwe

NAVENDA NÛÇEYAN -Ahmet Alcan leşkerê berê yê di nava artêşa Tirkiyê de ji bo ku neçe operasyona Efrînê di 28 sibatê de li Silopiyayê ji yekîneya xwe firar kir û eşkere dike ku gelek leşker dixwazin fîrar bikin û li dijî operasyona li ser Efrînê ye.

Ahmet Alcan leşkerê berê yê di nava artêşa Tirkiyê de ji bo ku neçe operasyona Efrînê di 28 sibatê de li Silopiyayê ji yekîneya xwe firar kir. Alcan diyar kir ku gelek hevalên wî bi darê zorê ji bo Efrînê hatine şandin û bang li her kesî kir ku guh bidin dengê wîjdanê xwe, ji bo aştiyê dev ji çekan berdin.

Ahmet Alcan ê ji Semsûrê, li Qereqola Dolan a gundê Ovakoy ya bi ser navçeya Silopiya ya Şirnexê ve leşkeriya mecbûrî dikir firar kir û ji Mezopatamya ajansê re axivî. Alcan ji bo beşdarî operasyona Efrînê nebe, ji yekîneya xwe firar kir. Alcan destnîşan kir ku di 18’ê Sibatê de ji bo tev li operasyona li Efrînê bibin, fermandarê wan ferman daye hin leşkerên li qereqolê û piştî fermanê di 28 sibatl de, roja ku wê sewqiyat bi rê ve bikeve ji yekîneya xwe firar kir. Alcan got ku ew operasyona li Efrînê rast nabîne û ji ber ku ew li dijî kuştina mirovan e lewma nexwestiye beşdarî operasyonê bibe.

Leşkerên wir naxwazin biçin Efrînê’

Alcan anî ziman ku di rojên destpêkê yên operasyona Efrînê de gelek leşkerên li gundê Ilicalar û Siyahkaya yên di bin banê Qereqola Dolanê de şandine Efrînê û got: “Du hevalên bi min re leşkeriyê dikirin, ji Colemêrg û Hatayê niha birine Efrînê. Dê ji tabûra ez lê bûm jî leşkerên asayî jî bişînin Efrînê. Ez jî ji ber vê yekê reviyam. Leşkerên wir naxwazin biçin Efrînê. Lê dê bi zorê wan bibin.”

Gelek kesên dixwazin firar bikin hene’

Alcan diyar kir ku di 15’ê Mijdara 2017’an de bi zorê wî birine leşkeriyê û wiha got: “Ez 3 mehan li Qereqola Dolanê mam, her tim heqaret li min dikirin û di bin zextan de bûm. Ji ber em bi kurdî axivîn fermandaran em derb kirin. Gelek leşker ji ber tirsê nikarin fîrar bikin. Hevalek min xwest firar bike, çawişê pispor Ramazan gule berdayê. Gule li hevalê min neketin. Ew hevalê min ku bi erzanî ji guleyan rizgar bû, fermendaran ew derb kirin.”

Heke em çekê red bikin dê şer jî bi dawî be’

Alcan da zanîn ku bi operasyona Efrînê re gelek tişt hatine guhertin û ev ev yek got: “Leşker bi ti awayî ji ti tiştekî re nikare destûrê bixwaze. Destûra çûyîna nexweşxaneyê jî nadin. Ez li dijî şer im. Min guh da dengê wîjdanê xwe. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku berteka xwe ya wîjdanî bi kar bînin. Ji bo pêkhatina aştiyê divê her kes çekên di destê xwe de berde. Heke ku em neçin leşkeriyê û red bikin dê aştî bê Rojhilata Navîn.”

03.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً