LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Video – DAIŞ li Tirkiyê bi rihetî tevdigere

Video – DAIŞ li Tirkiyê bi rihetî tevdigere

NAVENDA NÛÇEYAN- Di dema dawî de dîmenek li ser torên civakî belavbû tê de endamekî DAIŞ’ê li Tirkiyê tîşêrtekî ku ala DAIŞ li sere bergkiriye. Ev yek derewên hikûmeta Tirkiyê bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê derdixe.

Wek ku tê zanîn ku rêxistina terorî DAIŞ xeteriyek mezin li ser ewlekariya her welatên cihanê dike. Ji ber vê yekê her welat bi erka xwe ya tunekirina DAIŞ radibe. Pêve girêdayê ku ger li wealtekî şaneyên razayî yên girêdayê DAIŞ’ê hebe wê tune dike.

Ji aliyê dewletên Ewrupî ve Tirkiyê bi hewandina endamên DAIŞ’ê tê tewanbarkirin bi taybet piştî gef xwarina serokmarê Tirkiyê Erdogan dema got ku ger danûstandinên tevlîbûna Tirkiyê ji Yekîtiya Ewrupî re bê rawestandin dê Ewrupa ne di aramiyê de jiyan bike. Ev yek hat wata ku Tirkiyê gefan li Ewrupayê bi DAIŞ dike.

Hêjayê gotinê ye ku hêzên YPG têkliyên Tirkiyê bi DAIŞ re gelek caran belge kir bi taybet piştî rizgarkirina bargehên DAIŞ li Bakurê Sûriyê. Mîna piştî rizgakirina Minbicê, YPG belge bidest xist li ser piştgiriyaTirkiyê ji DAIŞ re ji aliyê locistîk de. Li gor malperek Birîtanî ku piştî rêzgakirina Reqqa ji aliyê YPG’ê ve endamên DAIŞ yên biyanî û di nav de 300 endamên DAIŞ yên bi eslê xwe Birîtanî ne xwe sipartin Tirkiyê bi armanca derbas bûna wan ji Ewrupa re.

Li ser çapemeniyê Vidêoyek belav bû tê de endamekî DAIŞ’ê li Tirkiyê tîşêrtekî ala DAIŞ’ê li sere bergkiriye û di otobîsê de ye. Ev yek derdixe holê ku DAIŞ bi rihetî li Tirkiyê tevdigere û idîayên li ser têkliyên Tirkiyê bi DAIŞ’ê re pişterast dike. Her wiha derewên hikûmeta Tirkiyê derdixe bi têkoşîna DAIŞ’ê li hindirê Tirkiyê de.

03.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً