LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / YPG: Em sersaxî ji malbatên 10 endamên Qiwat ElŞabiye re dixwazin

YPG: Em sersaxî ji malbatên 10 endamên Qiwat ElŞabiye re dixwazin

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG′ê sersaxî ji malbatên 10 endamên Qiwat Şebiye yên ku di encama bombebarana balafirên Tirk de şehîd bûn re xwest û soza domandina têkoşînê da.

Fermandariyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbeyên giran ji destê şervanên YPG/YPJ′ê xwarin. Herî dawî duh Artêşa dagirker di êrîşa li ser gundê Bilîlka yê herêma Raco de derbeyeke giran xwar û di bersivdayîna şervanan de bi dehan hêzên taybet ên Artêşa Tirk hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn. Her wiha şervanan helîkoptereke Kobra ku di êrîşa li ser gund de hatibû bikaranîn xistin.

Piştî van derbeyan, Artêşa Tirk bi top û balafiran bi dijwarî êrîşî herêmên Raco û Cindirêsê û navçeyên Şiyê û Şera kirin. Her wiha gelek tank û alavên leşkerî li herêmê bi cih kirin û bi vê yekê têkçûna xwe îsbat kirin.

Di vê çarçoveyê de balafirên Tirk gundên Çema ya navçeya Şera û gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê ku Qiwat Şebiye yên girêdayî Artêşa Sûriyê lê bi cih dibin, bombebaran kirin. Di encamê de 10 endamên Qiwat Şebiye şehîd bûn û 6 birîndar bûn.

Wek şervanên YPG′ê li Efrînê, em sersaxiyê ji fermandariya Qiwat Şebiye û malbatên şehîdan re dixwazin û selametiya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Em soza domandina berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk didin gelê xwe.″

03.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً