LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Belgeyên nû yên beşdarbûna DAIŞ’ê di êrîşa li ser Efrînê de

Belgeyên nû yên beşdarbûna DAIŞ’ê di êrîşa li ser Efrînê de

NAVENDA NÛÇEYAN – Di wêneyê ku ji cebheya Racoyê hatiy kişandin de endamên DAIŞ bi Firqeya ElHemza re derdikevin holê.

Roj bi roj belge û isbatên têkiliya çeteyên terorîst DAIŞê bi Tirkiyê re eşkere dibin. Herî dawî li gorî wêneyekî ku ji Efrînê hatiye kişnadin de endamên çete yên DAIŞ li kêleka Firqeya Hemza ku jî di nav operasyona li ser Efrînê de ne û di êrîşa li ser Efrînê de beşdar bûne.

Li gorî ku di wêne de jî derdikeve endamê DAIŞ’ê cilên naskirî yên DAIŞ ê berg kiriye ku di nav koma Firqt Hemza ya ku rengê şîn li ser piyên xwe kirine. Wêneya ku hatiye kişandin li gorî agahiyên ber destê me di nav Firqya Duyemîn a ku bi taybet li navçeyên Bilbilê û Racoyê bicihdibin.

Li gorî belgeyên ku ji destpêka operasyona dagirkirinê li ser Efrînê têkiliya Tirkiyê û DAIŞ’ê hîn zêdetir derdiekvin holê.

04.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً