LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi wêne-Li Europa “Terorîst Erdogan” “Tirkiyê destên xwe ji Efrînê vekişîne” hatin qîrîn

Bi wêne-Li Europa “Terorîst Erdogan” “Tirkiyê destên xwe ji Efrînê vekişîne” hatin qîrîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Li 10 bajarên Europe yê ji bo protstokirina êrîşên artêşa Tirk û komên girêdayî wê çakaliyên bi beşdarbûna hezaran kes hatin lidarxistin. Di çalakiyan de Erdogan kujer û terorîste û em bi Berxwedaniya Efrînê re hatin avêtin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê, Kurdistanî bi hezaran li gelek bajaran daketin qadan. Di êrîşa 44 an a artêşa Tirk û komên girêdayî wê duh li Europe li 10 bajaran çalakiyên bi heybet hatin lidarxsitin.

Australia

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û berxwedan hate slavkirin. Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîa (NAV-KURD) mîtîngek bi vê armancê hate lidarxisitn û Koma Awûstralyayiyan a ji bo Kurdistanê destek da çalakiyê.

Yewnanîstan

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî ji meydana Akademiya heta Sefaretxaneya Tirk meşiyan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê şermezar kirin.

Dirûşmên “Erdogan ê kujer ji Kurdistanê biceheme”, “Terorîst Erdogan” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin qîrîn.

Holanda

Bi sedan Kurd li bajarê Rotterdam ê Holandayê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên ji dagirkirina Efrînê re şermezar kirin.

Fransa

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li bajarên Toulouse, Rennes û La Rochelle jî hatin şermezarkirin.

Çalakiya li Toulouse ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinê ve hate orgnaîzekirin û gelek saziyên dost ên Fransî tevlî çalakiyê bûn. Çalakgerên ku li navenda bajêr meşiyan, li meydana Capîtolê mîtîngek li dar xistin.

Li Rennesê, Kurdistanî li Place de Cololmbierê li hev civiyan û êrîşkariya dewleta Tirk şermezar kirin. Tevgera Aştiyê ya Fransayê (M- Paix), Komeleya Dostaniya Kurdan a Broton (AKB), Partiya Demokrat a Broton (UDB), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Broton a Serbixwe (Breizhistance), Ciwanên Komunîst ên Fransayê (MJCF), Partiya Lîberal a Fransayê (AL) û gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransayê destek dan çalakiyê.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê”, “Kujer Erdogan”, “Dîktator Erdogan”, “Jin jiyan azadî” hatin qîrîn.

Li La Rochelle jî berxwedana Efrînê bi çalakiyekê hate slavkirin. Çalakgeran bi qîrîna dirûşman ji Place de Gabut heta Vieux Portê meşiyan.

 

Finlanda, Norwêc û Belcîka

Ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li paytexta Finlandiya Helsînkiyê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û meş û mîtîngek li dar xistin.

Berlin

Ji bo xwedîlêderketina berxwedana Efrînê li Berlînê jî çalakiyek bi tevlîbûna 20 hezar kes hate lidarxistin û bi sedan posterên Ocalan hatin vekirin.

Di çalakiyê de ji dewleta Elmanyayê re hate gotin ku, ‘Şirîkatiyê bi dewleta Tirk re neke.’ Gelek partiyên siyasî, sendîka û komên antîfaşîst piştgirî dan meşê. Meş ji Alexenderplatzê heta Brandenbûrg Torê domiya. Di meşê de sloganên ‘Bila tankên Elmanyayê ji Berlînê derkeve’ û ‘Bijî berxwedana Efrînê hate berzkirin.

Di meşê de ev tişt derketin pêş:

-Jinan mohr li meşê xistin û sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ hate berzkirin.

-Ji bo teşhîrkirina alîkariya Elmanyayê ya ji bo Tirkiyeyê maketên mezin ên tankên Leopard hatin çêkirin û di çalakiyê de hatin hildan.

– Li ser rawestegehan alayên YPG/YPJ’ê hatin daliqandin.

-Ligel ku dewleta Elmanyayê qedexe dikir jî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin vekirin. Polîsan xwest mudaxele bike lê bi ser neket.

-Dema ku meş nêzî avahiya Wezareta Karê Hundir derbas dibû, li ser avahiyekê posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.

– Dema meş ji ber avahiyên wezaret û konsolosxaneyan derbas dibû, helwesta polîsan tundtir dibû.

-Li nêzî avahiya meclîsa federal polîsan êrîşî hin ciwanan kir û 3 ciwan binçav kir.

-Coşa ciwanên Elman û Kurdan mohra xwe li meşê da.

-Gelek endamên meclîsa federal û parlementer jî tevlî meşê bûn. Sendîkaya herî bi bandor a Elmanyayê IG Metal jî bi ala û sembolên xwe tevlî meşê bû.

Siwêsra

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di meşa ji bo Efrînê hate kirin de peyama “Em ê li ber xwe bidin û biserkevin” hate dayîn.

Li aliyê din li bajarê Delemont ê Swîsreyê li ser banga Platforma Piştgiriya bi Efrînê re bi hezaran kes li Stasyona Trenê ya navendê kom bûn. Kurdistanî û dostên xwe êrîşên qetilker ên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê protesto kirin.

Kopenhagê

Li Kopenhagê Kurd û dostên wan berxwedana Efrînê silav kirin û sucên mirovî yên dewleta Tirk protesto kirin.

04.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً