LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ciwan li Bab û Ezaz têne girtin!

Ciwan li Bab û Ezaz têne girtin!

NAVENDA NÛÇEYAN- şikandina artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê di operesyona li dijî Efrînê bû sedema vekşandina van komanan ji operesyonê re. Bi rengekî dîtir bû sedema sorkirina wan li ser gelê herêmên bin serweriya wan de.

komên Mertala Firatê di bin navê artêşa Azad beşdarî operesyona li dijî Efrînê bûnê. Hêjayî gotinê ye ku ev kom ji şîniyên bajarokê El Bab, Ezaz, Cerabus û Marî ne.

Hate zanîn ku ev kom piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyê werdigirin. Ev kom bi berjewendiyên cûda tevlî vê operesyonê bûne. Bi taybet piraniya wan ji bo pereyan tevlî bûne.

Vekşandina endam û serkêşên komên çekdar ji operesyona li dijî Efrînê re

Ji ber ku operesyon ji aliyê artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê ve ne li gorî planên wan derbas dibe berovajî vê yekê rastî windahiyên mezin hatin. Hêjayê gotinê ye ku ji ber berxwedana dijwar ya ji aliyê gelê Efrînê bû sedema avakirina metirsiya kuştinê di nav van koman de li ser destê hêzên YPG û YPJ’ê ve. Her wiha nexwedî derketina dewleta Tirk li cenazeyên komên çekdar wek ku dîmenên kuştina van koman li ser çapemeniyê rojana belav dibe û hiştina van cenaza li pêy xwe û ne xwedî derketin li wan e. Di berdewamiya vê yekê de gihişte asta ne îlankirina hejmara kuştiyên wan ji aliyê dewleta Tirk ve tenê hejmara kuştiyê leşkerên xwe dide çapemeniyê, ev yek bû sedema acizî û vekşandinan endam û serkêşên van komên çekdar ji operesyona li dijî Efrînê re.

Tirkiyê 100 ciwan li heremên Mertala Firatê girt

Vekşandina van endaman ne razîbûnek li gel dewleta Tirk û komên dîtir bi taybet firqet Sultan Mûrad ya ku bi awayekî raste rast perspektîvên xwe ji MIT a Tirkiyê digire. Tirkiyê rê nade vekişandina van komana ji ber xweckirina milyarê dalara li perwerdekieina wan û kirîna çeka ..hwd.

li gorî çavakniyên me yên li herêma Mertala Firatê ku heftiya borî bêtirî 100 ciwanî li Bab, Ezaz, Cerablus, Marî û Qebasîn bi hinceta têkliyên wan bi hêzên YPG’ê re hatine girtin. Lê ya rast ew e ku şikandina dewleta Tirk û komên çekdar di operesyona li dijî Efrînê de bû sedema sorkirina Tirkiyê li ser gelê herêmên bin serweriya wê de. Her wiha bi vê gavê tirsek di nav gel de hate avakirin da ku pirsa zarokên xwe yên li şer nekin.

04.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً