LEZGÎN
الرئيسية / Jin / JIN TV 8’ê Adarê dest bi weşana testê dike

JIN TV 8’ê Adarê dest bi weşana testê dike

NAVENDA NÛÇEYA – JIN TV bi dirûşma “Dengê jinê, rûyê jiyanê” bi daxuyaniyekê diyar kir ewê 8’ê Adarê dest bi weşana testê bike.

Weqfa Newaya Jin daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku 8’ê Adarê dest bi weşana testê dikin û got, “Xebatên me yên JIN TV ku me 9’ê Çileyê ragihandibûn heta asteke girîng temam bûn.

Daxuyanî wiha ye:

Ji têkoşîna maf, ked û azadiyê ya çil hezar jinên sala 1857’an li bajarê New Yorkê yê Amerîka heta sala 2018’an, têkoşîna azadiyê ku jinan di qada siyasî, civakî, huquqî û di hemû qadan de geş kirine ji bo me bûye çavkaniya îlhamê.

8’ê Adara 2018’an jin, bi îdîaya bi dawîkirina şîdeta li ser beden û keda jinê ku lutkeya pergala desthilatdar a zilam e, li çar aliyên cîhanê dadikevin qadan. Jin îdîaya xwe, armanca xwe, daxwaza xwe, rêxistiniya xwe mezin dikin, xurt dikin.

Em jî weke weqif ji bo dengê hemû jinên cîhanê, gotin û têkoşîna wan ragihînin û bi wan re hevdîtinê pêk bînin, weşana testê ya JIN TV didin destpêkirin.

Em hemû jinan vedixwînin ber ekranê; li “Dengê jinê, rûyê jiyanê: JIN TV” temaşe bikin û bidin temaşekirin.

Frekans

Hûn dikarin televîzyona me ku weşanek pir zimanî, pir çandî û pir alî esas digire, li ser vê frekansê temaşe bikin:

Peyk: Hotbird 13°E

Frekans: 11 054 MHz

Polarizasyon: Horizontal

Symbolrate: 27500

FEC-rate: 5/6″

04.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً