LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Tirkiyê meha Sibatê 47 jin hatine kuştin

Li Tirkiyê meha Sibatê 47 jin hatine kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN- Platforma ji bo Rawestandina Kuştina Jinan raporta meha Sibatê eşkere kir. Li gor raporta wê platformê di meha borî de 47 jin hatine kuştin.

Li gor raporta heman platformê di Çileya borî de 28 jin hatibûn kuştin û li gor mehên dawîn kuştina herî zêde di meha borî de pêk hatiye ku 47 jin hatine kuştin û ev yek nîşandana zêdebûna tundiya di nav civakê de hat pênasekirin.

Herwiha hat ragihandin ku sedema kuştina 15 ji wan jinan nehatiye zanîn û her roj ji yekê zêdetir jin hatine kuştin.

Li gor wê raportê li Stenbolê 6, li Izmîrê 5, li Kocaelî 3 li Balikesîrê jî 3 hatine kuştin ku herî zêde kuştina jinan li van bajaran çêbûye. Herwiha hat eşkerekirin ku 21 jin li malên xwe, 7 li kuçeyan, 3 di wesayîtan de, 2 li kargehên wan hatine kuştin û cihê kuştina 7 jinan jî nehatiye tesbîtkirin.

04.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً