LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê îro 3 caran agirbest tecawiz kir bi vê dibe 12 caran agirbest tê binpêkirin

Tirkiyê îro 3 caran agirbest tecawiz kir bi vê dibe 12 caran agirbest tê binpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN-Wezareta Parastina Rûsyayê îro 4 sibatê ragihand ku heta niha 12 caran biryara agirbesta li Sûryayê hatiye binpêkirin ku di nava 24 saetên dawî de Tirkiyê 3 caran ew biryar binpêkiriye.

Di riya daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku li ser malpera xwe ya fermî ragihandibû hate eşkere kirin ku Rûsyayê di riya Buroya nûnertiya komîteya Hevbeş ya di navbera Rûsyaya û Tirkiyê de a diyarkirina dozên girêdayî binpêkirinên sîstema agirbestê eşkere kir ku heta niha 12 rewşên binpêkirina biryara agirbestê qed kiriye ku di nav de yek carî li parêzgeha Helebê, 5 caran li Laziqiyê û 6 caran li Şamê ye.

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku Tirkiyê li parêzgeha Şamê 3 caran biryara agirbestê binpêkiriye.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku ev agirbesta tevahî xaka Sûriyê bi armanca gihiştina alîkariyên mirovî ji kesên di dorpêç ê de ne. ku hate zanîn di roja dawî de alîkarî ne hatine rêkirin û li gorî ku ji roja agirbest hatiye ragihand heta niha alîkarî ji 85 kesî re hatiye pêşkêşkirin.

Li gorî ku hate ragihand herem û komên çekdar ên beşdarî vê lihevkirinê bûne heta niha zêde nebûne ku hejmara heremên ku di nav vê lihevkirinê de ne 2 hezar û 427 heremin û komên çekdar ên di nav de jî 234 in.

Li gorî ku tê zanîn Encûmena Ewlekarî ya navnetewî di civîna xwe ya 24 sibatê de li gorî birayar hejmara 2401 biryara rawestandina şer heta 30 rojî li tevahiuya Sûriyê de da. Biryara ku derketiî komên bi navê Cebhet El Nusra û El Qayidê nagre.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber lihevkirina her yek ji Rûsya û Tirkiyê Efrînê ne di nava vê agirbestê de ye lewra rojane heremên Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û komên girêdayî wê ve tê topbaran kirin. Herî dawî jî li gorî zanyariyan belafirên şer li Efrînê gundê Çema yê navçeya Şera tê hedef girtin.

04.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً