LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Xwendekarên Zanîngeha Efrînê: Tekez em ê qezenc bikin

Xwendekarên Zanîngeha Efrînê: Tekez em ê qezenc bikin

EFRÎN – Xwendekarên Zanîngeha Efrînê pênûsên xwe danîn aliyekê û beşdarî berxwedan Efrînê bûn. Xwendekarên di çeperan de cih girtin, bang piştgiriyê Efrînê li ciwanan kirin û gotin: “Îro Efrînê serî hildaye û li ber xwe dide. Dê Efrîn tu caran nekeve û emê bi hemû vîna xwe li ber xwe bidin. Tekez em ê qezenc bikin.”

Şerê li Efrînê di roja 44’an de berdewam dike, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û gelên Efrînê bi berxwedaniyek mezin bersiv didin êrîşan. Li gel şervanên jin û zilam ên ji Bakurê Sûriyeyê ber bi Kantona Efrînê ve diherin, xwendekarên Zanîngeha Efrînê jî cihên xwe di çeperên şer de girtin.

Ji 200 xwendekarên Zanîngeha Efrînê ya di 2014’an de hat avakirin, 100 jê berê xwe dan eniyên şer û li dijî êrîşan di çeperan de cih digirin. Zanîngeha Efrînê ya ji beşên Wejeya Zimanê Kurd, Ragihandin, Aborî, Tip û Ziraetê pêk tê, ji ber şerê li Efrînê naber da xwebatên xwe û xwendekarên wê jî ji bo axa xwe biparêzin cihên xwe di eniyên şer de girtin. Ji van xwendekaran Esma Mihemed, Xemgîn Xelîl, Dîlgeş Seîd, Lîne Wello û Alava Birîmo ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.

‘Me guh da banga seferberiyê’

Xwendekara Weşe û Zimanê Kurd a Zanîngeha Efrînê Esma Mihemmed a 20 salî, diyar kir ku ji ber dizanîn dê Tirkiye êrîş bike, amadekariyên xwe kirin û wiha axivî: “Piştî berxwedana Kobanê hevalan amedekariyên şerê li Efrînê dikirin. Tişta em li bendê bûn qewimî. Dijmîn êrîş kir û me jî êdî zanîngeh berda. Êdî em li ser rêxistinbûna xwe ya di derfetên şer de difikirin û vê yekê pêk tînin. Me jî mîna şervanên YPG/YPJ’ê xwe amede kir. Em guh da bangên seferberiya li dijî dagirkiriya Efrînê û cihê xwe di berxwedanê de girt.

Ciwanên xwedî hêstên mirovahiyê divê werin vir

Xwendekarê refa yekemîn a Fakulteya Ziraetê Xemgîn Xelîl ê 19 salî jî, anî ziman ku bi ruhê seferbertiyê tev li berxwedanê dibin û wiha got: “Êdî mirov tehemûl nakin. Tevgera azadiyê 40 salin li çiyan şer dikin, lê êdî şer hatiye ber deriyê. Ger em bêdeng bimînin, emê sûcê mirovahiyê bikin. Pîvana me ya herî destpêkê parastina ax, namûs û şerefa me ye. Berî her tiştî ji bo em van biparêzin me gav avêt. Bi taybetî ciwanên gelên cûda û gelê kurd divê bên cihê xwe di vî şerê de bigirin. Hemû ciwanên xwedî hestên mirovî û edaletê divê piştgiriyê bidin Efrînê. Îro Efrînê serî hildaye û liberxwe dide. Dê tu carî Efrîn nekeve û emê bi vîna xwe li ber xwe bidin. Teqez emê qezenc bikin.”

‘Dê berxwedana serdemê û xeta Neteweya Demokratîk qezanc bike’

Xwendekarê refa amadeyi Dilgel Seîd ê 18 salî, pir bi aktîf beşdarî têkoşînê dibe. Seîd ê bi komek hevalên xwe re 7 rojan di ceperên Reco de şer kir, niha jî di tevgera rêxistinbûyînê de cih digire. Seîd, diyar kir ku ew ciwanên Efrînê beşdarî têkoşînê dikin û wiha got: “Ger em bi rêxistin kirîbin, emê zûtir dijminê xwe bin bêxin. Em ê tu carî nehêlin dewleta Tirk a dagirker dest bavêje ax, namûs û şerefa me. Em ê li ber xwe bidin. Dê berxwedana serdemê û paradigmaya neteweya demokratîk qezenc bike. Teqez dê dewleta tirk a faşîst têk biçe.”

‘Em dê Efrînê bikin sembola dîroka Kurdistanê’

Xwendekar Lîne Wello ya 19 salî jî, diyar kir ku ew bi şîara pêşengên civakê ciwanin beşdarî berxwedan bûn û wiha axivî: “Hêzên dagirker 40 salin êrîşî gelê kurd dikin. Ji koletî û komkujiyan re êdî bese. Min soz da xwe, çi ji destê min were ezê wê bikim. Ji min hat xwestin ku di ceperên Bilbilê de cih bigirim û min cih girt. Em weke zarokên gelekê ku evqas berxwedêr, dê şer bikin. Em ê Efrînê bikin sembola dîroka Kurdistinê.”

‘Êdî em şervanên gelê xwe ne’

Xwendekara reva duyemîn a Fakulteya Tipê Alava Birîmo yê 21 salî, têkildarî tev li bûna xwe ya berxwedanê axivî û wiha got: “Bi ruhê seferberiyê em li dijî êrîşên dagirkirina Efrînê tev li berxwedanê bûn. Hevalên me li gorî derfet û qabiliyeta xwe li qadan belav bûn. Şer li ku derê hebe, em li wir di eniyan cih digirin. Em bi hevalên xwe yên YPG û YPJ’ê re di ceperan de şer dikin. Me pênûsên xwe danîn aliyekê û em li dijî êrîşên dagirketiyê seferber bûn. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku bên axa xwe biparêzin. Em axa xwe diparêzin û êdî şervanên gelê xwe ne.”

04.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً