LEZGÎN
الرئيسية / Jin / ‘Berxwedana Efrînê berdewamiya têkoşîna 8’ê Adarê ye’

‘Berxwedana Efrînê berdewamiya têkoşîna 8’ê Adarê ye’

NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Bakurê Sûriyê îro berê xwe didin herêma Efrînê, Hevseroka Desteya Jin li herêma Cizîrê got ku ew vê rojê diyarî jinên berxwedana Efrînê dikin.

Bi boneya 8’ê Adraê cejina Jinên Cîhanê li tevahiya cîhanê li her cihekî jin çalakiyên curbecur lidardixin. Di nav çalakiyên jinan de semîner, perwerde, meş, şahî û hwd hene. Di pankartên ku jin radkin mesaca jin yek in û em hene, Jin qeydan dişkîne û Jin jiyan azadî ye têne hildan.

Di Bakurê Sûriyê de jî ev 7 sal in bê navber jin bi rêxistina xwe ya Kongireya STAR û hejmarek ji rêxistin û mûnezemeyên din çalakiyên 8’ê Adraê pêk tînin.

Di vê sala 2018 an de bi yekbûyîna bi Berxwedana Serdemê li Efrînê re jin xwe kirin yek û bi Erfînê re qîrînên Efrînê ne bi tenê ye avêtin. Di vê çarçovey de ji aliyê Hevseroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Emîna Omer ve daxuyanî hate dayîn û di daxuyaniyê de got ku emê berê xwe bidin Efrînê û bi jinên Efrînê re cejna 8’ê Adarê pîroz bikin.

Hevseroka Desteya Jin li Herêma Cizîrê Emîna Omer di hevpeyîvîna xwe ya kenala Rojava re li ser pîrozbahiya jinan a 8’ Adarê re axivî. Omer di destpêka axaftina xwe de got: Em 8’ê Adarê di serî de li jinên Efrînê û li tevahî jinên cîhanê di serî de pîroz dikin û berxwedaniya jinan li Efrînê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk silav dikin.

Emîna Omer di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew di riya tensîqa bi rêxistina Jin STAR re bernameya xwe ya 8’ê Adarê diyar kirine. Omer destnîşan kir ku ev sal ji jinan re ne wek her salê ye ji ber wê vê salê cejna xwe diyarî berxwedana Efrînê dikin û got emê ji bo Efrînê di 5 Adarê de nêzî 1000 jinan ji heremên Firat û Cezîrê berê xwe dinin Efrînê.

Omer derbarê çalakiyên 8’ê Adraê de tekez kir ku vê salê bi semînerên pênaseya vê rojê û giringiya wê derbas dikin her wiha dê di 8’ê Adarê de meşke navendî li herêma Cizîrê jî hebe.

Emîna Omer derbarê şîroveya xwe ya li ser vê rojê wiha vegot: Roja 8’ê Adarê ji bo me rojeke mezin û giring e ji ber ku jin bi têkoşîna xwe a şerê dijî terorê û mafê xwe qezenc kirin, ev roj bûye mîrasekî me. Omer tekez kir ku Berxwedana Efrînê berdewamiya têkoşîna 8’ê Adarê ye.

Emîna Omer di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: Jin di berxwedana Efrînê de welatparêzî û girêdana bi axa xwe re cardin isbat kir û em bi vê berxwedana jinan a li Efrînê têkoşîna me bilindtir bûye.

Îro jinên Bakurê Sûriyê ji heremên Firat û Cizîrê bi hezaran berê xwe didin warê berxwedana Efrînê.

05.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً