LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Ji Merçeka Jineolojî Efrîn (3)

Ji Merçeka Jineolojî Efrîn (3)

Li Şêrawa Çiyayê Lelûn û 40 gundên kevnar

EFRÎN – Çiyayê Lelûn, cih û warê Êzidîyan e. Efrîn, bi gund, perestgeh, keşîşxane, ziyaretgeh û çavkaniyên xwe yên ku ji gelek şaristaniyan re hembêza xwe vekiriye û bi tipa “B” ku wateya pêjn-ferasetê pêş dixe yek ji perçeyê bihiştê ye. Efrîn di heman demê de yek ji war û bêndera çanda ku ji dîrokê heta îro damisiliye ye. Bajarê xwedî gundên Çilkanî, Çilmêra, Çilxane yên efsunî ye. 

Çiyayê Lelûn yê ku li Rojhilatê Efrînê ye, cih û warên ku eşîrên Robaran û Şêrewan lê dijî ye. Li vî ciyayî Keleha Semanê ango bi navê din Keleha San Simounê ye. Li Bakurê Rojhilat ê Efrînê jî Keleha Nebî Hurrî heye. Ewropî jî ji vê derê re dibêjin Sîrûs. Li nêzî vê kelehê li ser çemê Efrînê pirek dîrokî û kevnar hatiye avakirin. Beriya (deşt) Cûmê  jî li vê herêmê ye. Gelek şop û girên ku çand û dîroka mirovahiyê ne, li vir xwe nîşanî me didin. 

Der barê navê Çiyayê Lelûn de gelek çîrok û gote got hene. Di pirtûka pîroz a Cûhûyan Tevratê de wekî Çiyayê Nabo derbas dibe. Ji bo Nabo  jî dibêjin “Pêxemberê aqil”. Nivîskar Mervan Berekat, têkildarî navê Lelûn diyar kir ku navekî bi kurdî ye. Li gorî nerîna Bereket tê wateya halê xam ê liba (heb) Zeytûnê. Li gorî hin gote gotan, peyva Leylan a ji “xeyal û û serap” tê. Li gorî hin gotinan jî navê Lelûn, navê xwe ji peyva Lalan ku tê wateya Sozin digire. 

Beriya Lalan a nêzî gundê Kefir Nabû jî navê xwe ji vir digire û vê fikrê bêtir piştrast dike. Ji serdema Beriya Zayinê (B.Z.) sedsala 9’emîn heta Piştî Zayinê (P.Z.) sedsala 2’yemîn Ezdan Şerawan ên li vê herêmê bi cih bûn yek ji niştecihên diyarker e. Çiyayê Lelûn di heman demê de wekî Çiyayê Seman ango Çiyayê Simoun jî tê zanîn.  

LI ÇIYAYÊ LELÛN 85 ÊZIDÎYAN HENE

Li seranserî Çiyayê Lelûn ji gundê Qibaleheta gundê Qimare heta sala 1935’an 85 gundên Êzidîyan hebûn. Lê piştî polîtîkayên komkujiyê di navbera gundan de qutbûnek çê bû. Ji ber polîtîkaya komkujiyê hêjmara gund û êzîdiyên li van gundan dijîn pir kêm bûn. Ji ber ku cih û warên Êzîdiyan li Çiyayê Lelûn hene, fikra; dibe ku peyva Lelûn aydî çand û nirxên Êzdîya be tîne aqilan. Li gorî hin gote gotan tê diyar kirin ku ev peyv koka xwe ji peyvê Lulu, Lelu, Lelû, Leyl ku tê wateya qalikê bahrê. Qalikê bahrê di nava çanda Êzidîyatiyê de cihekî pîroz digire. Ji çîroka hebûna mirov heta çîroka parastina mirovan gelek gote got li ser vê mijarê tên gotin. 

Gelek gundên ku li ser Çiyayê Lelûn hatine avakirin, bûne dergûşa şaristaniyê. Ji ber bûne derguşa şaristaniyê gelek caran rastî êrîşan hatine. Her çend dîroka van gundan heta Beriya Zayinê (B.Z.) sedsala 1-2’emîn dirêj bibe jî li gundên vê herêmê gelek berhem û çavkaniyên ku mirovan dibe çanda neolotîk derdikevin pêşberî me. 

Gundê Qibalê yek ji van gundan e. Warê êzidiyan e. Peyva “Qibale” di nava kurdan de weke peyvek alîkarî û piştevaniyê tê nasîn. Her wiha tê wateya parvekirinê jî. Li gorî vegotina çanda herêmê Kîbele jî ji Qibalê tê. Çilxanê jî li vê derê heye û li berê jî darek hêviyan heye. Balkêş e ku li vir cihê ku keviran bi dîwar ve dizeliqînin, cihê findan, kaniya avê û şopa marê reş têde derbas bûye, hene. Dilop ji dîwar diniqûtin. Baweriyek wiha heye dibêjin dema mirov destê xwe bide dilopan dê kaniyên avê biçikin. Li gorî gotegotan, ên destê xwe didinê, jinên zarokan dimêjîn bin, rewş diguhere. Jinên bûne mijara gotinê dema destê xwe didin dilopan ji wan re dibin şîfa. 

Her sal ji ji Çilmêra Şengalê tên Çilxaneyê tewaf dikin û vedigerin. Îşareta xac a li ber derê vê ziyaret ê bale dikişîne ser xwe. Tê gotin ku ev îşaret remza baweriya êzidiyan e. 

Tê gotin ku di bin girê Qibale de bajarek mezin heye. Li gund şopên şoreşa çandiniya gund hene. Xweşikiya vê deverê jî mirova dilşah dike û bala mirov dide ser xwe. Malên du qatî, îbadetxane, dêr, mêvanxane, navendên rûnê zeytûnan tê hilberandin, peyker…

GUND BI TÎPA ‘B’ DEST PÊ DIKIN 

Li Şêrawa navên gelek gundan bi tîpa “B” dest pê dike. Heke ku em navê çend gunda rêz bikin; Basûtê, Batût, Bafirîn û Basilê. Ev çend ji wan gundan in. “Ba” tê maneya pêjnê. Simbil, tav û teşeyên gilover liv an gundan hene. Ev tişt li gorî baweriya Zerdeşt in. Gundê Basufanê jî 4 kîlo mîtro ji Keleha Seman dûr e. Êzidî lê dijîn. 360 malê gund hene. Dîroka wê Beriya Zayînê heta 700’an dirêj dibe. Basufanê yek ji gundê xwe parastiye. 

GUNDÊ BERADÊ 

Yek ji wargehên jiyanê gundê Beradê ye. Gundê herî mezin ê Çiyayê Lelûn e. Gelek bermayiyên dîrokî yên cuda li vî gundî hene. Îbadetxaneyek pîramît, di bin de jî îbadetxaneyek û malek heye. Manastira Azîz Julianus (P.Z. 399-402) li vî gundî ye. Li bakurê gund dêrek çargoşe a di 561’an de hatiye çêkirin heye. Gora şexsiyetek Mar Maron ê xirîstiyan li vir heye û ji ber gorê girîngiya gund zêde bûye. Ev der bûye navenda mezhebê Maronî û di nava demê de ev der bûye ziyaretgeha yên ji vê mezhebê bawer dikin. 

DÊR DAYIKA MERYEM 

Gundê Barjaka ango Burj Suleyman 26 kîlo mitro li bakurê rojavayê Helebê dikeve. Dêra di sedsala 5’emîn de hatiye avakirin û yek ji dêrên herî xweşik ên Bakurê Sûriyeyê Dêra Dayika Meryem jî li vir heye û bala derdorê dikişîne ser xwe. Gelek cih û warên din ên dîrokî jî li gund hene. 

Gundên Xalta, Qarmitlik û Marate jî di nav gundan de cih digirin. Li van her sê gundan jî Çilkanî, Çilmêra, Çilxane hene. Li gundê Maretê çanda dewlemend a neolîtîk jî bala mirovan dikişîne. Li ber derê her malê kelûpelek ku şopa serdema neolîtîkê li ser xûya dike. 

 PERESTGEHA DÊRMIŞMIŞÊ

Gundê din jî Dêrmişmişê ye. Ev gundên ji serdema Hurrî, Hîtît, Aramî, Bîzans, Roma û Osmaniyan heya roja îro hatine parastin, di warê çandê de bal dikişîne ser zanebûna dîrokî ya gelan. Di vî warî de Perestgeha Dêrmişmiş lêkolîn kirin xwedî nirxek girîge. Ev perestgeha ku banê wê tuneye, şopa hemû şaristaniyan bi taybetî jî ya çanda neolîtîkê dinava xwe de dihewîne.   

Keleha Seman a dikeve aliyê Çiyayê Lelûn ê Gundê Kimarê jî xwedî şopên girîng ên dîrokîn e. Gundê Kimarê binecihê Êzidiyane. Li ser deriyê dêra di ketina gund de du motîfên teyrên tawus hatine nexişkirin û di nava vê de sembolên zêdek (+) û rojê cih digirin û ev her du sembol îşaretê bi baweriya li ser vê axê dikin.      

Xirabşems jî yek ji binyadên girîng ên Xrîstiyana ne. Tê texmîn kirin ku ev binyad di serdama sedsala 4’emîn de hatiye avakirin. Navê wê weke Dêra Bîzans jî derbas dibe. 

Dêra Semaan jî li Sûriyeyê, dêra herî bi navdare û yek ji dêrên herî kevnare yên li cîhanê ye. 

Dêra Fafetîn jî ku nîvê wê xerab bûye, koka wê heta P. Z. 372 sal a serdema Romayê diçe û yek ji dêrên herî kevnareye.  

Bineciha Kefir Kira jî di sedsalên 4’emîn û 6’emîn de hatiye avakirin û li vê binecihê şopên Xirîstiyantiyê hene. 

Bineciha Kir Nabo jî B.M. sedsala 9’emîn cih û warê Asuriyan bû û li gund Perestgeheke Roma ku veguherandine Dêrê heye. Li gund jîngehên berî sedsalên 5’emîn û 6’emîn ku baş hatine parastin hene. 

Keleha Kalota û resenên dêran, Piştî Zayînê (P.Z.) sedsala 2’yemîn de weke perestgehek Roma hatibû avakirin. Piştî derbasî Xirîstiyantiyê bû, dêr di sedsala 5’emîn de vuherandin dêra çargoşe. Dêr di encama şerê dinavbera Împaratoriyên Bîzans û Hemedaniyan de, di sedsala 10’emîn de vediguherînên kelehê. Li cem kelehê dû dêrên baş hatine parastin, hene. Yek jê dêra rojhilat a di sala 492’an de hatiye avakirin û ya din jî dêra rojava ya di sedsala 6’emîn de hatiye avakirine.  

Mushabbak Dêra Çargoşe jî ku di nîveka sedsala 5’emîn de hat avakirin, nêzî 470 sal hat parastin.  

Gundê Sugane, malûvanî ji du gundan û depoyên avê yên kevin re kirine. 

Gundê Surganya di sedsala 6’emîn de hatî avakirin, şopên binecihên Bîzansiyan dinava xwe de dihewîne.  

Dêra Seman jî li vê qadê xwedî girîngiyek mezin a binecihêye. Ev dêr Berî Mîladê (M.B.) sedsala 5’emîn de hatiye avakirin û heya roja îro yek ji cihên Xirîstiyan mîna Hecê bikar tînine. 

Kefir Lab, Kefir Nebo, Kalûtê, Birc Heyderê, Batuta, Baziher, Keşîşxaneya Benastur, Dêr Amman, Dêr Turmanin û gundên Kefir Lusein, Qatura, Set Al Roum, Taqla û Zarzita gundên kevnarene. Pêwîstî heye ku li ser van gundên kevnare lêpirîn û lêkolînên pir kûr bên kirin. Ev beşeke biçûk a lêkolînê ye û hin daneyên derbarê dîroka Efrînê deye. Li vê herêmê gelek çîrokên veşartî hene ku bên ronî kirin.  

Sibe: Eyn Dara, Şikefta Du Derî, heqîqeta veşartî ya girê Cindirêsê, Girê Stêrk û Perestgeha Îştarê, Nebî Horî û bandora çanda Til Xelef a li ser Cindirêsê.

05.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً