LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Şera û Raco tobaran, jinek hate qetilkirin û 22 sivîl birîndarbûn

Li Şera û Raco tobaran, jinek hate qetilkirin û 22 sivîl birîndarbûn

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Berbenê yê girêdayî herêma Raco û gundê Qere Tebê yê girêdayî navçeya Şera bi çekê giran topbaran kir. Di encamê de jinek hate qetilkirin û 7 jê zarok 22 sivîl birîndar bûn.

Êrîşên qirkirinê ev 45 roj in li ser Efrînê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Berbenê yê girêdayî herêma Raco û gundê Qere Tebê yê girêdayî navçeya Şera bi çekên giran topbaran kir.

Di encama êrîşa hovane de, jinek hate qetil kirin û 7 jê zarok 22 sivîl birîndar bûn.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Qere Tebê yê girêdayî navçeya Şera de, jina bi navê Remziye Abdullreham (50) şehîd bû.

Navên birîndaran wiha ne:

Nebî Sefer Şêxo(60),Dunya Ehmed Bekir(17), Şêxo Abdullqadir(12), Newroz Hesen Mustefa(35), Emîne Mihemed Mustefa (80), Cuma Hisên Abdullqadir(7), Mihemed Hisên Abdullqadir(2), Foziye Mihemed (35), Fîdan Bekir(17), Mihemed Hisên Ebdo (52), Emîne Eslan Mustefa (60), Nezmiye Hesen (20), Cumana Ehmed Musa (80), Ehmed Hisên (47), Newroz Hesen (3), Hediye Elî Umer (49), Ilham Elî Umer (49), Ilham Menan Xelîl (50), Şiyar Abdullqadir, Dijle Ehmed Bekir(26), Fatime Eslan Mustefa (42), Semîra Umer Şêx(55).

05.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً