LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê nexweşxaneyen demkî’’Meydanî’’ li eniya şerê li dijî Efrînê bicihdike

Tirkiyê nexweşxaneyen demkî’’Meydanî’’ li eniya şerê li dijî Efrînê bicihdike

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê ji bo dermankirina leşkerên xwe li eniyên şer ên dijî Efrînê nexweşxaneyên demkî ‘’ Meydanî’’ bicih kiriye.

Wek ku tê zanîn operasyona li dijî Efrînê 45 roj li pey xwe hişt. Hêjayê gotinê ye ku dewleta Tirk û komên ASA yên girêdayê wê ti serkeftinên ber bi çav bi dest nexistine, berovajî vê yekê jiyan dike, rojane derbeyên giran ji destê YPG’ê û YPJ’ê dixwe lewra windahiyên xwe eşkere nake.

Dewleta Tirkiyê birîndarên xwe radike nexweşxaniyên Rîhaniyê, Kilîs û Xazî Entab lê nexweşxaniyên van herêman tijî birîndar bûne, ev yek bû sedema bicihkirina xestên demkî an ji hereketlî li ser xeta sînorê Tirkiyê û Efrîn da ku leşkerên xwe derman bike.

Ji aliyê din ve dewleta Tirk ji ber windahiyên di refê artêşa wê de daxuyaniyên wêrek derbarê kuştiyê xwe ji çapemeniyê re nade. Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin dewleta Tirk ji destpêka êrîşa xwe ya li ser Efrînê de bi sedan ji leşkerên xwe winda kiriye û tesbîta vê yekê jî dîmenên herî dawî ên birêxistin kirina Tirkiyê ji komên welatên xizan re ye ku di wan dîmenan de ji welatên Efrîka tîm bi peyan tên avakirin ku di siloganê xwe de dibêjin em hatin Efrîn. Aanlîzvana ji bo vê yekê dibêjin ku ew kom an jî ew kes Efrînê qet nas jî nakin.

Ji aliyekî din ve jî beriya çend rojan li gorî dîmenekî belgekirî derdikeve holê ku çawa dewleta Tirk termên çeteyên xwe bi tireksê bin erd dike û ev yek bi windahî û kuştinên zêde di nav refê wê de destnîşan dike.

05.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً