LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / 9 çekdarên ASA’yê di êrîşa li ser Efrînê de hatin kuştin

9 çekdarên ASA’yê di êrîşa li ser Efrînê de hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşa li ser Efrînê de 9 çekdarên ASA’yê bi êrîşên li ser Efrînê de hatin kuştin û ji bo Babê hatin veguhestin.

Berxwedana Serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 46 an de didome, gelê Efrînê her wiha şervanên wê QSD bi pêşngtiya yekîneyên YPG û YPJ bê navber windahiyan dighînin çeteyan.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ASA’yê ku di 20 çileyê de operasyona xwe ragihandibû tevî ku îdaa kiribûn di 3 setan de Efrîn bigrin rojane rastî bersivdayinan tên, di vê çarçoveyê de çeteyên ku Tirkiyê ji bermahiyên terora El Qayîdê wekî ku belge diyar dikin berê wan daye Efrînê lewra rojane bi dehan têne kuştin.

9 çeteyên ku li dijî Efrînê şer kiribûn li Babê

Duh di encama bersivdayîna şervanên QSD ji êrşên dewleta Tirk û çeteyên girdayî wê cenazeyên 9 çeteyan ji bo Babê hatin veguhestun, li gorî ku hate zanîn nasnameya çeteyên ku hatin kuştin wiha ye:

Xelîl ElEkşût, Mihemed Sulêman, Mehmûd Xelo, Ehmed Kilhsên, Ebdulah Hebîb, Hisên ElTewîl, Ismayîl ElBedir, Mistefa ElBedir û Ûdey Lebabîdî.

Hêjayî gotinê ye ku hejmarek mezin ji artêşa Tirk û komên çete ên girêdayî wê bi gorên komî bi tereksan têne veşartin.

06.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً