LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bi merceka Jineolojî Efrîn (4) 

Bi merceka Jineolojî Efrîn (4) 

Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî

EFRÎN – Lêkolînên ku li ser Efrînê hatine kirin bi sînor bin jî, me dibe heta ser şopên serdema neolotik. Li vir neandartalên şikeftên herî kevn ên Şikefta Du Derî, Eyn Dara ku wekî Strargeha Îştarê tê zanîn û TSK’ê ew bombe kiribû, Cindirêse ya bandora çanda Til Xalaf li ser heye û Nebî Horî mohra gelek şaristanan heye. 

Bajarê Efrîn ku hem bi erdnîgariya xwe û hem jî bi dîroka xwe balê dikişîne ser xwe, ew qas jî bi berxwedana xwe ya jinê balê dikişîne ser xwe. Gelek daneyên ku mirovan digîne serdema neolitik hatine destxistin. Li ser vê yekê gelek lêkolîn jî hatine kirin. Di lêkolînên li ser Efrînê de şopa serdema Paleolitik û mezolitik hêj bi awayekî zindî xwe diparêzin. Dîsa dane û şopên serdema çand û şaristaniyên Hurrî, Mittani, Roma, Bizans û Osmaniyan gelek zêde xwe didin der. Ji her şaristaniyekê çandek û mohrek heye.  

Her çend li ser Efrînê gelek kolandin û lêkolîn hatibin kirin jî di dîroka fermî ya li ser herêma Efrînê gelek agahiyên kêm hene. Heyetek koma lêkolînê ya ji Sûriye û Japon, li ser serdema paleolitik û mezolitik lêkolîn kirine û hin dane bi dest xistine. Di lêkolînên li ser Şikefta Du Derî, Stargeha Eyn Dara û Girê Cindirêse de, gihiştine agahî û encama ku dîroka herêmê ji serdema paleolitikê hatiye.  

NEANDERTALA HERÎ KEVN, LI ŞIKEFTA DU DERÎ YE

Cihê herî girîng yê aydî vê serdemê Şikefta Du Derî ye. Ev şikeft, 15 kîlometre dûrî navenda Efrînê ye. Nêzî Birc Ebdola ye. Şikeftek gelek mezin e. Mezinbûna wê 50 m. fireh×15 m. dirêj×10 m. bilnd e. Du deriyê wê hene. Di sala 1989’an de heyetek şapon hatin li vir lêkolîn kirin. Di lêkolînan de rastî şopa serdema paleolitik û mezolitik hatine. Amûrên kevir ên serdema Paleolitika navîn li vir dîtin. Hestiyê nêzî 70 mirovî li vir dîtine. Testîp kirin ku ev hestî aydî mirovê Neandertal (Homo neanderthalensis) in. Hestiyê dişibin van hestiyan li Herêma Kurdistana Federe li Şikefta Şanidar jî hatine dîtin. Lêkolîna di sala 1993’an de li vê şikeftê hat kirin, neandartal ê aydî zarokê du salî  ye. Li ser şeklê sekna wî ya dirêjkirina zarok, vekirina destê wî, milê xwe yê badayî hêj lêkolîn tên kirin. Di sala 1997’an de neandertalê zarokekî dih hat dîtin. Dîsa li şikeftê daneyên aydî Natufiyan (10 hezar sal B.Z.) û serdema Kebarî hatin dîtin. 

Li Bakurê Rojava, nivîsên serdema 9 sal P.Z. û di serdema sedsala 8’emîn de mahe hatin dîtin. Gelek perçeyê nivîsê hatiye xerakirin. Tenê beşek ji ruyê wê maye. Fîguherê Xwedayê Teşup û li pişt milê çepê çend nivîs heta îro xwe parastiye. 

PERESTGEHA ÎŞRAR ANGO EYN DARA YA BI GIRÊ STÊRK HATIYE PARASTIN

Perestgeha Eyn Dara, yê li tenişta girê Sterk ê li Efrînê hatiye avakirin, tê gotin ku Beriya Zayinê di salên 1300 û 700 salan de hatiye avakirin. Her çend teqez neyê zanîn ku ev perestgeh ji bo kê hatibe çêkirin jî, li gorî teoriyan, te gotin ku ev perestgeh û strargeh ji bo Xwedavenda Bereket, Evîn û Şer Îştarê ku navê wê di mitolojiyê de derbas dibe, hatiye avakirin. Tê gotin ku di sedsala 1’emîn a Beriya Zayinê (B.Z.) ji aliyê Aramiyan li Sûriye hatiye avakirin. Perestgeha Eyn Dara ya di nava bîrdariyê herî girîng de cih digire, di 26’ê Çileya 2018’an de ji aliyê TSK’ê ve hat bombesirin. Ji ber vê bombekirinê vê perestgeh û stargehê zerake mezin dît. Pêpelokên ku ber bi perestgehê ve dadikevin, îro perçe perçe bûye. Peykerên sewalên bi bask ên ji kevirên reş ên bazalt hatibûn avakirin perçebûne. Ev fresk tev bûne kavil û wêran bûne û êdî nayên nasîn. Ev perestgeh yek ji muzeya serdema neolitik û çanda ÎŞtarê maye. Dîsa mînaka mîmariya çand û ola Suriye-Hititan e. Ev perestgeh, di nava war û perestgehên Efrînê yên ku herî zêde li ser lêkolîn bihata kirin û dîrok ronî bikaraya de cihê xwe digirt. 

EMANETÊ 3 HEZAR SALAN 

Şopên gelek serdeman xwe li Girê Eyn Dara nîşanî me dide. Li gorî daneyan bajarê ku ji 11,5 hektaran pêk tê heye. Li beja jêr nikarin lekolînan bikin. Tenê li milê jor lêkolîn tê kirin. Li vê derê şopên serdema Îslamî, Bizans, Helenist, Îranî û Hititê xuya dibe. 8 kilometre dûrî bajarê Efrînê ye. Di sala 1956’an de ji aliyê heyetek Sûriye ve li vir lêkolîn hatin kirin. 

Girê Eyn Dara ji du beşan pêk tê. Beyek nizm e. Bilindahiya wî 11,5 hektar e. Bajarê kevn, wekî bajarê jêr li vir hatiye avakirin. Beşa duyemîn bilind e. Li vir perestgeh heye. Lêkolîn li beja jor hatine kirin û rastî gelek berhemên dîrokî hatine. Berhemên ku hatin dîtin aydî serdema Hurrî, Hîtît, Îslamî, Bizans û Îranê ne. 

Li vir perçeyên seramik, sênîkên biçûk, perçeyên cam, pêlîstokên xaç û seramik û gelek amûr hene. Li ser pêlîstokên Seramik fîgurên xwedavendan heye. Xwedavend bi du destên xwe bi sînga xwe girtiye. Porê wê bi ser ruyê wê de dirêj bûye. Xwedavend li ser pêlîstokek din jî heye. Kulîlka Lotusê li ser sînga wê ye. 

DI KETINA PERESTGEHÊ DE ŞOPA PIYAN HEYE

Gelek pêlîstokên din jî li vir hene. Lê ji ber ku hin beşên van pêlîstokan tune baş nayê tarif kirin. Tê gotin ku li ser pişta hesp şervanek heye. Dîtina herî muhîm perestgeh e. Wekî avahiya perestgehê avahiyek din heye. Ev balê dikişîne ser xwe. Dîroka vir heta sedsala 10’an a Beriya Zayinê (B.Z.) dirêj dibe. Lê tê gotin ku dîroka wê hêj kûrtir e. Li gorî lêkolînan ji kevirê reş ê bazalt û kireç cihê ku mezinbûna wê 32×38 metre ye hatiye çêkirin. Di destpêka ketinê de şop diçe ber deriyê perstgehê. Şopa milê mirovan li ber derî xuya dibe. Di gava duyemîn de milê çepê ji milê din mezintir e. Ev yek balê dikişîne ser xwe. Tê gotin ku ev nîşan dide ku dê kijan pî berê têkeve perestgehê û wekî sembol nîşan daye. Li pişt wê holek heye. Li wir deriyê duyemîn heye. 

Li ser milê rastê îbadetxane heye. Beşa Koridorê jî bakur, başûr û rojava heye. 

Li ser dîwaran jî peykerên Sfenks û şêran hene. Bi awayekî hûrgiliyane hatine çêkirin. Her wiha nexşên îbadetxaneyan jî bi terhê xwedawenda Çiya hatine çêkirin. Têkildarî vê çîrokên xwedawendan û sewalan di xwe de dihebîne. Tê zanîn Sfenks û şêr heywanên Îştarê ne û xwedwenda çiya jî alîkariya wan kiriye. Ji ber vê mihtemel e perestgeh ji bo Îştarê hatiye çêkirin. Li vir tabloyek hatiye dîtin û li wir Îştar wekî şervan hatiye tarîfkirin. Di dest Îştarê de çek heye û di nav kincên rengorengo de hatiye nîşandan. Li ser milê wê yê çepê tîr û kevan hene. Her wiha qismek ser çavê Îştarê jî li ser kevirekî bazaltî hatiye dîtin.  

CINDIRÊSE: JIN DIRÊSE 

 Navçeya Cindirêse ku bi navê xwe jî balê dikêşe, gelek şopên çanda Til Xelefê yanî şopên şoreşa yekemîn a jinê, şoreşa çandinî-gundîtiyê di xwe de dihebîne. Her çi qas bê gotin navê wê Jan Darîûs ji navê fermandarekî romayî tê jî, lê di vî warî de bi awayekî herî sade dayikekek ku şopên erdnîgarî û çandiniya xwe parastiye vegotiye. Dayik diyar dike ku peyva “cin” di kirmanckî de tê wateya jinê û peyva “dirêse” jî rêsandinê tê û tê wateya hilberandinê. Di vê çarçoveyê de dema em lêkolîn dikin peyva “cin”ê heta Hûriyan jî diçe. Di hûrîtiyê de “cin” tê wateya jinê. Dirêse jî tê wateya hilberandinê. Her wiha di kurdî de “rist” kesk û hilberîn e. Li gor vegotina wê dayikê wateya Cindirêse tê wateya hilberandina jinê. Her wiha têgotin ku li Cindirêse mirovên dimirin li Girê Cindirêse dihatin binaxkirin û li cem wan teşiyek jî dihat binaxkirin. Ev yek wateyeke din li peya “dirêse”yê bar dike û her wiha diyar dibe ku di baweriyên nedewletbûyî de baweriya jiyana piştî mirinê dewam kiriye û bi navê mirinê tiştek tune ye. Yanî mirî jiyanê didomînin. 

LI CINDIRÊSE BANDORA ÇANDA TIL XELEFÊ 

Di vî warî de der barê çanda xwedawendiyê daneyên girîng hene. Li biniya girê Cindirêsê du girên girîng hene. Her wiha aîdî serdema bronzê koşkek heye. Taybetmendiyeke din jî ew e ku Cindirêsê dişibe Kînalva paytexta Hîtîiyan. Li gor vegotinên dîrokzanên asûrî, ev der di heman demê de wekî paytexta Hîtîtiyan ku ji Qargamişê hatiye û seranserê Çemê Firatê ye, tev geriyaye. Di lêkolînên ku alman û sûriyeyan li Girê Cindirêsê kirine de, şopên çanda Til Xelefê tên dîtin. Li cihekê ku Rojhilatê Firatê û Anatolyayê bi hev ve girêde. Li vir şopên çanda xwedawendiyê tên dîtin. Li biniya vî girî du îbadetxane hene. Her wiha aîdî serdema bronzê koşkek jî heye. Ji berhemên li vir tên dîtin diyar dibe ku dîroka Cindirêsê heta çanda Til Xelefê diçe.Her wiha berhemên aîdî Bîzans, Roma, Helenîst, Asûr û Hîtîtan jî hatine dîtin. 

 NEBÎ HORÎ: SÎROS AN QOROŞ 

Li navçeya Bilbilê, li Keleha Nebî Horî ku jê re Nebî Horî (Neviyên  Horiyan) jî tê gotin, yek ji wan cihên herî kevn e. Tê diyarkirin ku Nebî Horî yek ji wna bajarên herî girîng ên neviyên Hûriyan e. Peyva Hûrî jî ji “Ûr”, “Ar” an jî “Ariyan” pêk tê. Li rojhilatê bakurê Efrînê ye. Ji navê xwe jî diyar e ku wekî wargeheke Hûriyan e. Cihekî syratejîk e. Piştî Mîladê, romayiyan li vir cihên xwe yên leşkerî ava kirine. Her wiha li vir îbadetgeh, şanoyên antîk, gelek mal, bircên pîramîdan, goristan û pirên aîdî romayiyan hene. Cihwareke dîrokî ye û li ber Ava Efrînê ye. Di qeydan de jî derbas dibe ku şanoya antîk a li vir piştî şanoya Afamiyayê şanoye herî mezin e. 

Di sala 1964’an de heyeteke fransewî li vir lêkolîn kirine. Lê belê bi vegotinên ku bi temamî ji çanda gelê herêmê ye hatiye vegotin. Ji bo Nebî Horî tê diyarkirin ku fermandarekî romayî yê bi navê Seloqîs ev der ava kiriye. Tê diyarkirin ku bi hatina Îskenderê Makedonî, ev der B.M. 280-312’an d ehatiye avakirin û heta serdema Îslamê jî di dest Îskenderê Makedonî de bûye. Cihekî stratejîk e û di nav Mezopotamyay Jorîn û Antaqyayê de ye. Romayiyan li vir baregeheke leşkerî ava kiriye. Her wiha tê gotin ku di dema Justiniyasons de jî veguheriya cihekî hacê. Paşê bi navê Ajiyapolis an jî wekî cihekî pîroz di qeydan de cih girtiye. 

Sibê: Parastiya Efrînê parastina şoreşa jinê ye. Bi berxwedanê parastina xwemaliya xwe, girêdana ji bo axê, dîroka jinê ya tê xwestin tevî Eyn Dêrê bê tunekirin….

06.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً