LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Fermandarê YPG’ê Hemo: Berxwedana Efrînê planên hêzên navneteweyî pûç kir

Fermandarê YPG’ê Hemo: Berxwedana Efrînê planên hêzên navneteweyî pûç kir

EFRÎN – Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo, derbarê şerê Tirkiye ku 46 rojin bi tang, top û balafiran li ser Efrînê dimeşîne diyar kir ku hêzên YPG/YPJ û QSD’ê tevî gelê Efrînê di şexsê Tirkiye de li dijî hêzên navdeweletî berxwedanek bêhempa nîşan didin û wiha got: “Hemû hêzên navdewletî niha li ser Bakûrê Sûriyê di nava hevkariyê de ne. Berxwedana gelê Efrînê planên navdewletî pûç kir û dîrokê dinivîse. Piştî serkeftina me, di demên dawî de berpirsiyarên Rûsiyayê dixwazin bi me re hevdîtinê bikin.”

Tevî biryara Konseya Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê jî Tirkiye 46 rojin bi tang, top û balafiran êrîşî Efrine dike. TSK û OSO bi tagn û topan hem ji bejayî hem jî ji hewayî zevî, gund, navçe û hemû şûnwarên jiyanê bombe dike. Heta niha bi sedan sivîlan di êrîşên tang û topan de jiyana xwe ji dest dan û bi sedan sivîl birîndar bûn. Li aliyê din bêdengiya hêzên navneteweyî jî didom e. Têkildarî şerê Tirkiye li ser Efrînê dimeşîne û berxwedana gelê Efrînê Fermandarê Giştî ya YPG’ê Sîpan Hemo pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand.

Hempeyvîna me ya bi Fermandarê Giştî ya YPG’ê Sîpan Hemo wiha ye:

Tirkiye dibêje me li seranserê sînorê xwe di hûndirê herêma Efrînê de Hîlal temam kiriye û Efrînê temamî hatiye dorpêç kirin, niha şerê Efrînê di çi astê de ye û hûn çewa dinirxînin?

Hûn çewa dizanin ev êrîşa qirkirinê û dagirkeriyê ya dewleta tirk a faşist a li ser Efrînê roja 45’an pişt xwe hişt. Di nava 46 rojan de raste dewleta tirk hin gundên li dora sînorê xwe girtin. Bi armanca hemû herêma Efrînê bigire êrîş dike. Yanî derê girtine di lîteratura eskerî de ku wek e serkeftinek mezin an jî ji bo me zirarek mezin rave dikin, ne wisa ye. Di esasê xwe de dewleta tirk êrîşa xwe ya li ser herêma Efrînê sankî şerekê li dijî dewletek mezin û xurt dike, hemû amûrên xwe yên şer xistiye meriyetê û wisa şer dike. Belkî pisporên şer vê yekê dibînin dikarin binirxînin, dewletek e ku di alê eskerî de bi piştgiriya hevkarên xwe yên leşkerî yên di hêla çek, cebilxane û teknîkê digire, li hemberê heremeke pir biçûk Efrînê û Hêzên Yekîneya Parastina Gel (YPG) û YPJ’ê ku di hêla derfetan de pir kêm, 46 rojin li berxwe didin, di esasê xwe de dewleta tirk binkeftinek pir mezin e û her wiha ji bo gelê Efrînê û hêza wê ya leşkerî tiştekî dîrokî û serkeftinek pir mezin e.

BERXWEDANA EFRÎNÊ PLALÊN YEKEMÎN Û DUYEMÎN ÊN TIRKIYE PUÇ KIR

Dewleta tirk a faşist, di hesabê xwe de û ji her kesî re jî wisa gotiye ‘Em dê vî karî di nava 2-3 rojan de herî zêde hefteyekê de biqedînin.’ Yanî vê yekê bi hevkarê xwe Rûsya û ji hemû hêzên navneteweyî re vê plana xwe gotiye. Gotine ‘Em dê di nava 4-5 rojan de hawirdorê sînor bigirin û ya duyemîn jî herî zêde 10 rojan jî navçe û tevahiya herêma Efrînê bigirin û vê îşî xilas bikin.’ Ev yek ji alemê re gotibûn û xelqê jî bawer kiribû. Bi rastî jî eger ev ne Efrîn bûya û ne YPG/YPJ bûya rast bû. Tiştê plan kiribû dê bikira. Ji ber ku heremekê hemû bi awayek xwezayî bi sînorê tirk ve dorpêçkirî yanî 4 hezar û 250 metre çargoşe (metrekare), heremekê pir teng û 3 aliyê xwe ve bi sînorê Tirkiyê ve dorpêçkirî, jixwe herî dawî di aliyê Idlibê de jî li ser 4 baregehên xwe yên ava kirî jî êrîş dike, dema mirov van hemûyan dide berçavan, ji bo wê yekê ye ku ew stratejîst, pisporên eskerî wisa şîrovekiribûn ku dê ew plana dewleta tirk ku digot 3-4 rojan de herêma Efrînê bigire, rast didîtin. Yanî kurtasî digotin heremek e ku jixwe xwezayî di dorpêça dewleta tirk de ye û bi balafir, helîkoptêr, hemû çek û teknîkên xwe yên pêşketî û bi deh hezaran endamên komên çete yên hevkarên wî lê bixin dê temam bibe. Lê piştî 2-3 hefteyên destpêkê ya hemû kesên bendewariyê dikirin matmayî hişt. Êdî nêrîna stratejîstên eskerî guherî û vekirî dibêjin “Dewleta tirk li bin ket”. Li gor qeneata me jî wisa ye gava yekemîn û duyemîn a dewleta tirk şikest. Niha em di qonaxa sêyemîn de ne, em bi îdea ne ku di vê qonaxa sêyemîn de jî dewleta tirk bişkênin. Hin hêzên navneteweyî û pisporên şer ên giştî dibêjin ‘piştî dewleta tirk heta vê astî şikest divê stratejiya xwe an jî plana xwe guherandibûya’. Lê ew dewleta dagirker, hikumet û serokê wê yên faşist ku qirkirina tevahiya kurdan di heremê de hedef girtiye, ji bo wê ne derbasdar e. Rast e li gor mantixê askerî an jî şerê dewletek a li dijî dewletekê de ‘dema yek li bin ket eger bixwaze şer dewam bike divê şêwaza şerê xwe biguherîne’ ye. Lê hêza me ne hêza dewletekî ye, di hêla çek, cebilxane û teknîkên şer de jixwe newekheviyek heye, dewleta tirk jî, hikumeta AKP’ê ya di bin rêveberiya Tayîp Erdogan de ev şer, êrîşa li Efrînê, jixwe re kiriye mijara hebûn û nebûnê.

ŞERÊ EFRÎNÊ 10 QAT ŞERÊ QIBRISÊ DERBAS KIRIYE

Tayîp Erdogan, di nava civaka tirk de vî şerî ji bo nijatperestiyê bikar bîne, aniye asta ku wekî Osmanî li tevahiya Rojhilata Navîn seferek daye destpêkirin û hemû kesî xistiye seferberiyê, an jî wek e meseleya Qibrisê ye atmosferek ava kiriye. Lê şerê Efrînê 10 qat Kibrisê derbas kiriye. Yanî li gor nêrîna me dê AKP û Erdogan vî şerî dirêj bike. Ji ber ku yek ji armanca êrîşa ser Efrînê ji bo ew nakokî, nîqaş û pirsgirêkên navxweyî bincil bike bû. Eger bi ser nekeve dê ev mijar jî bikeve serî û dê bikeve rewşekî tu caran nikaribe ji nav derkeve, ji bo wê jî dê niha dirêj bike. Înada xwe dom bike. Her wiha pirsgirêka kurd a di Tirkiyê dixwaze derxe derveyê sînorê xwe û vê pirsgirêkî kurtir bike. Ji ber vê yekê jî şerê Efrînê ne şerekî ji rêzê ye. Ji bo vê em dikarin bi hêsanî bibêjin ku niha di şerê Efrînê de du caran dewleta tirk şikestiye.”

* Baş e em neçarin pirsa xwe ya di beşên dawî de niha bipirsin, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara di hemû Sûriyê de Efrîn jî di nav de agirbestê îlan kir û her kes jî vê yekê tîne ziman ku Efrîn jî di nav de ye. Lê Tirkiye vê biryarê pêk nîne. Lê hem hêzên navdewletî û tevahî cîhan li hemberê vê bêdeng in. Çima?

BIRYARA NY’ê XETIMÎ YE!

Yanî tiştê em dibînin û dixwînin, di mijara êrîşa li ser Efrînê hemû hêzên cîhanê kêm zêde bi dewleta tirk re hevkar e. Carina hin kes bertek an jî nerazîbûnên xwe pir kêmbe jî tînin ziman lê di hêla siyaset û polîtîkaya dewleta wan bi dewleta tirk re ye. Ji ber vê yekê di demên dawî de hewildaneke Konseya Ewlekariyê ya NY çêbû ji bo ku agirbestek bê çêkirin. Lê ev lîstokek e. Armanc, esas Guta û hinek jî şam bû, yê esas Guta bû. Lê aliyên ku di Guta de şer dikin, wan jî Efrînê derxistin pêş. Yanî ev aliyên ji bo xwe, ji bo berjewendiyên xwe gotin ‘Eger hûn dibêjin li Guta şer heye, waye niha li Efrîn jî şer heye’. Yanî wan ji bo xwe manewra kirin, di esasê xwe de Efrîn ne di mijarê de bû, hemû hêzên navneteweyî hemû ji bo Guta kom bûn û biryarê derxistin. Lê dema aliyên ku dixwazin di Guta de şer dewam bikin, Efrînê xistin rojevê, meselê asê kirin, xistin jênederketinê (çikmaz). Ji bo vê jî halê hazir ev biryar niha ne li Guta dimeşe û ne jî li Efrînê dimeşe. Di esasê xwe de lihevkirinekê zimî jî çêbû, dewleta tirk got “Ne hûn behsa Efrîn bikin ne em behsa Gutayê bikin”.

HEMÛ HÊZÊN NAVDEWLETÎ DI KOMPLOYA LI DIJÎ EFRÎNÊ DE CIH DIGIRIN

Eger em bên ser mijara bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrîşa ser Efrînê, di esasê xwe de li ser kurd û Kurdistanê komployek e. Di vê komployê de hêzên sereke Rûsya, Amerîka, Brîtanya û hemû hêzên koalisyona navneteweyî cih digirin. Em sedema wê jî wisa dikarin binav bikin. Di esasê xwe de ev pirsgirêkên Rojhilata Navîn dê kî hakimiyetê bike? Ya din ew dawîbûna dema Lozanê ye. Êdî dema civak xwe bi xwe birêve bibe û rêveberiyekê civakî ya demokratîk a Rojhilata Navîn derdikeve holê. Bêguman pêşengtiya vê jî kurd dikin û gelek pêşketin çêbû. Li başûrê Kurdistanê hin statû bidesxistin, di çerçoveya “Bihara Ereban” de jî li Rojava jî ev pêşketin çêbû. Yanî ev mimkune bibûya sedsala kurdan, bêguman ev pêşketin berdewam dike. Ji bo vê jî ev hêzên sermayedar, kapîtalîst, lê nêrîn ku eger kurd pêş bikeve, statuya heyî mezintir bibe, êdî dê Lozan temamî sifir bibe. Yanî jixwe Lozan li ser tunebûna kurdan hatibû çêkirin. Eger kurd dîsa derkeve ser dikê, dîsa bibe xwedî statu û pêş bikeve di maneya xwe de êdî Lozan nemaye. Ji ber vê yekê ev hêz ketin panîkê de. Em dibêjin niha nîqaşa pergala Neteweya Demokratîk û pergala kapîtalîst a van hêzên navdewletî, bi vî awayî bi aşkere derket holê. Ji ber vê yekê em dibêjin komploye ku dewletên sermayedar li dijî civaka Neteweya Demokratîk ketine nava şerekî de.

Niha Efrîn lûtke ya wê ye. Hûn çewa dizanin li başurê Kurdistanê jî êrîşek çêbû, di dîmenê de xwestin nîşan bidin vaye Îran, Tirkiye û Iraq naxwazin, lê di esasê xwe de yê vê kirin ev hêzên navneteweyî bûn. Yanî li pişt, Amerîka jî hebû, Rûsya jî, Brîtanya jî, Fransa jî hebû, heta heta Almanya yê ku xwe alîgirê PDK’ê an jî hikumeta başur nîşan dida ew jî tiliya wê di nav de bû û rast e rast erêkirina êrîşê dan. Li Rojava û bi giştî Bakûrê Sûriyê hêzek mezin çêbû, hem di hêla leşkerî û hem jî di hêla siyasî de, vê yekê jî jixwe re xeterî dîtin. Dixwazin qontrol bikin, lê nikarin qontrol bikin, nayê qontrolkirin, ji ber ku gelek pêkhate û civakên heremê vê pergalî pir demokrat û pir berfireh dîtin û ecibandin. Yanî dîtin ku bi rastî jî her herêm û her bajêr rêveberiya wê ne leşkerî ye, ji kesên ku nûnerên pêkhateyan pêk tê dikarin cih bigirin. Van hêzan dîtin ku nikarin wan bixin selikekê de, gotin ‘qet nebe em wan di hêla leşkerî de hinek lawaz bikin, di siyasî de wan tengav bikin, wan bînin asta ku em karibin wan qontrol bikin û em çiqas nefesê bidin wan ewqas bigirin’. Ji ber vê yekê ew êrîşên li başur û rojava çêdibin beşek bingehîn a komployê ne.

EM SÛRIYEYEK DEMOKRATÎK DIXWAZIN, EW DIXWAZIN PERÇE BIKIN Û BI RÊVE BIBIN

Niha ew jî dibêjin sîstema federal be, lê mijar ne bila federal be an ne federal be. Nîqaşa ku em dikin ‘Gelo sîstema bê avakirin, çawa be dê bibe ya gelan û civakan? Ew girînge ji bo me. Pergala em dixwazin hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne û xwe bi xwe birêve bibe û Sûriyeyekê demokratîk e. Lê ew jî dibêjin na federaliyekê ku em kengê bixwazin karibin kontrol bikin ava bikin. Yanî ‘perçe bike û birêve bibe’ ye. Ji bo vê jî niha dixwazin vê bikin; navenda wê Helebê ku bakurê Sûriyê, Rojava pê ve girêdayî û ya van opozisyona bi taybetî girêdayên Tirkiye yên li derve ne û wan bînin li van deran de bicih bikin û ew bibin xwedî sîstem. Dîsa dixwazin di başurê Sûriyê de sîstemekê dişibeyê çêbikin û hêzên opozisyonê yên girêdayên Urdun û Siûdî Erebîstan lê bi cih bikin. Beşek jî li dora Behra Spî ava bikin û hinek Elewiyan di wir de bicih bikin. Ya din jî rojhilatê Çemê Firatê jî hinek kurdan û pêkhateyên din di bin kontrola Amerîka de ava bikin. Niha ev hêzên emperyal modela ji bo Sûriyê vê nîqaş dikin. Niha plana wan ev e, lê Efrîn li pêşiya plana wan pirsgirêk e. Ji ber ku Efrîn nakeve nav modela opozisyona wan, lewra Efrîn ev 6-7 sal e li hemberê hêzên paşketî, kevneperest berxwe da û li ser paradîgmaya neteweya demokratîk, demokrasiya civakê hatiye rêxistinkirin. Ji xwe ev 7 salin li ser Efrînê şerek vêde û wêde tê meşandin, lê di vê dema dawî de êdî vê rolî bi awayek resmî dane dewleta tirk. Armanca sereke jî qirkirina civaka Efrînê û temamî demografiyê çêbikin. Jixwe Erdogan di daxuyaniyên xwe de aşkere dibêje ‘Ez ê Efrînê paqij bikim û di cihê wan de koçberan bi cih bikim’. Niha sîstema xwe yanî plana xwe ya danîne pêşiya xwe hinekê çêkirine, vaye Ezaz, Cerablûs, Bab, li alê din Idlib jî dê temam bikin, tenê maye Efrîn. Ev komplo niha li ser Efrîn û kurdan dimeşînin, lê dê li tevahiya Sûriyê belav bibe. Ji ber ku her wisa dewam bike dê bi xwe re pirsgirêkên navxweyî bîne û qrîzê mezintir bike.

Niha Tirkiye ji aliyekê ve dibêje ez rêz ji yekbûna Sûriyê re digirim û ji aliyê din ve bi hatina hêzên rejîma Sûriyê re her cihên ala rejîmê lê daliqandî û hêzên wan bombebaran dike û qetil dike. Herî dawî jî li gundê Kefercenê ya Şera zêdetirê 50 leşkerên rejîmê hatin kuştin. Gelo helwesta Rejîm, Îran û Rûsyayê ya li ser vê mijarî çi ye?

TIRKIYE HETA NIHA 130 LEŞKERÊN REJÎMÊ LI EFRÎNÊ KUŞT’

Çawa me niha jî got, dema hêzên navneteweyî di çerçoveya komployekê de bibin yek, çav kor dibin, guh ker dibin û dev tên girtin, ji bo wê jî ne di xema wan de ye. Dema Tayîp Erdogan di daxuyaniyê xwe de îdea kir ‘em ji yekbûna Sûriyê re rêz digirin’, me wek YPG/YPJ û Rêveberiya Efrînê jî ji her kesî re got ev ne rast e. Ji bo vê jî me ji Rejîmê re got ‘Efrîn sînorê Sûriyeyê ye. Hûn dikarin werin sînorê xwe biparêzin’. Eger hûn ji van gotin û îdeayên dewleta tirk bawer dikin û hûn bixwe werin bibînin. Li ser vê yekê hin aliyên Sûriyê bersiv dan û hêzekê di bin navê hêzên gelên Sûriyê bi alên xwe ve, rengê xwe ve û hêzên xwe yên leşkerî ve hatin Efrînê. Ew hovîtiya dewleta tirk ku ne însanan, ne heywanan, ne dar û ber, ne ter û hişk nas dike û êrîş dikir, bi hatina hêza rejîma Sûriyê û şunde re zêdetir kir. Ne 40-50 leşkerên wan, em behsa 130 zêdetir kûştî û zêdetirê 40 birîndarên hêzên rejîmê çêbûn dikin.

AŞKERE BÛ KU TIRKIYE YEKÎTIYA SÛRIYE NAPARÊZE

Dema ev hêz hatin Efrînê, dewleta tirk ji Rûsya û hêzên navneteweyî re got ‘Hesaba me ne ev bû, ev hêz çima hatin, me wisa lihevnekiribû’. Bê guman hatina wan planên wan pir pîs dê xistibûya xeteriyê, ji ber vê yekê dewleta tirk pir pîs li wan xist. Her herêm û her avahiyên ku ala wan hatibû çikandin bi teyaran û obusan bombebaran kir, cihên ku hêzên wan nobet an jî bi cih bibûn bi awayek pir dijwar lê xist. Û kes jê re tiştek negotin. Rûsan vekirî ji Erdogan re gotiye ku ‘çewa me plan kiriye wisa dewam dike, tu guherandin çênebûye, ji ber vê yekê tu çi dike bike. Li wan dixe jî serbest e’. Ji ber vê yekê jî derket holê ku dewleta tirk, AKP û Erdogan derewkerin û tu yekbûna Sûriyeyê naparêzin. Ligel vê yekê me ji wan re got yê yekbûna Sûriyê diparêz e ji bilî me tu kes tune ye. Ev yek jî hate qebûl kirin, lê ji ber Rejîma Sûriye benê wê di destê Rûsyayê de ye nikare xwe tev bide, tu misyonek an jî gotinekê wê, îradeya siyasî li ser Sûriyeyê nemaye. Yanî Rûsya, ji bo Sûriyê, çi xêz bike, çi binivsîne, çi bibêje ew e. Ji ber vê yekê tiştê niha li Efrînê, lêdana hêzên rejîmê ya ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin, hemû berpirsiyar Rûsya ye.

Gelo Amerîka û koalisyona navneteweyî ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi QSD’ê ku pêşengtiya wê YPG/YPJ dike re hevkariyê dike, niha li vê êrîşî temaşe dikin, heta kengê dê wisa dom bike? Têkiliyên we yên bi wan re çewaye an jî dê çewa be?

Bêguman tu bawerî bi hêzên navdewletî re nabe, hemû hevkarî di çerçoveya berjewendiyên xwe de dikin. Lê em bi hêza xwe yên leşkerî û siyasî bi hêza xwe tevdigerin û bawer in. Her kes li gor berjewendiyên xwe tevdigere. Hêzên navdewletî, di serî de Amerîka û Rûsya li ser heremê lihevkirinek heye. Di vê çerçoveya lihevkirinê de, li cem xwe wana xêz kirine, dê kurd heta kuderê, Ereb heta kuderê biçe, dê çewa tevbigerin, cetwela wê danîne. Kesên heta li gor vê çerçoveyê tevbigere tu pirsgirêk tuneye, yê derbas kir bi hev re hewildana rawestandinê. Ji bo vê jî ev hêz ji 2013-2014’an de vê yekê tînin ziman û hewil didin vê planî pêk bînin.

DYA Û RÛSYA JI HER KESÎ RE SÎNOR XÊZ KIRINE Û NAXWAZIN KES JI VAN SÎNORAN DERKEVIN

Li herêma Cizîrê ji bo li dijî DAIŞ’ê hin hevkarî kir, lê di alê Helebê, Şehba de tu alîkarî an jî piştgiriyek bi me re nekir, dijberê wê piştgiriyê dida hêzên ji wan re dibêjin opozisyon e. Yanî plan ev bû, di rojavayê Firatê de dê tu piştgiriyê an jî alîkariyê nedî QSD’ê, tu îşê te bi vê alî tune ye. Dev ji alîkariyê berde, ev komên çete yên ku niha li dijî me şer dikin, bi salan Amerîka piştgirî di çerçoveya “Perwerde bike û bi çek bike” de, kir. Çek û cebilxane da wan. Niha koma çete ya herî zêde di Efrînê de li dijî me şer dike ku navê “Firqe Hemzat” bi salan Amerîka wan perwerde kir û piştgiriyê da wan û heta em dikarin bêjin ev hêj jî berdewam dike. Ev Firqe Hemza, li Bab hene, li Idlib, li Cerablûs hene û niha hemû hêza xwe kom kirine û di Efrînê de li dijî me şer dikin. Ji 2014’an ve weke ku kurd di herêma Helebê de tunebin, tev geriya, lê beranberê vê jî li rojhilatê Firatê jî li dijî DAIŞ’ê piştgiriyê da me. Yanî plan wisa ye, ji her kesî re sînor xêz kirine û naxwazin kes ji vê planî derkevin derve, li başurê Kurdistanê jî wisa bû. Her digotin em mutefikê we ne, lê dema biçek cuda tevgeriya, wek e qet tiştek nînbe hema êrîşê dakirin ser serê kurdan.

RÛSYA DIXWAZE TIRKIYE JI DYA QUT BIKE, TIRKIYE JÎ DIXWAZE DYA Û RÛSBA BÎNE HEMBERÎ HEV

Li aliyê din jî Rûsya ji bo têkiliya Tirkiyê bi Amerîka û NATO’yê qût bike, valatiya ku Tirkiye niha di nav de ye ji bo xwe bikaranî. Tirkiye jî çawa ev helwesta nakok a di navbêra Rûsya û Amerîka de ji bo xwe di dagirkirina Cerablûs, Ezaz û Babê de feyde ji xwe re ji vê valatiyê derxist, di Efrînê de jî heman tişt e. Li gorî min ev jî planek e. Yanî ji bo ew rol û erka dane Tirkiye karibe rehet di heremê de bilîze, xwestin bidin nîşandan ku Tirkiye dev ji Amerîka berdaye û bi alê Rûsya ve şemitiye. Nexwe ewqas dewleta tirk û Erdogan gotinên xirab, heta hatiye asta dijmînan dide, ew gotinên giran ku heta niha di cîhanê de tu dewletekî li hemberê Amerîka nikaribûye bikar bîne Tirkiye ji Amerîka re dibêje, lê Amerîka dengê xwe dernaxe, sankî tiştekê ji rêzê dibêje tevdigere. Rûsya jî dibêje, ‘Vaye min Erdogan girt, hatiye alê min, ez ê hemû projeyên xwe yên bazirganî û hwd di ser de pêk bînim’.

TU SERKEFTINA RÛSYA LI HERÊMÊ TUNE

Bêguman ji bo komploya li ser kurdan têkiliya dewleta tirk û Rûsan bi hev re heye, lê li aliyê din lê binêre dewleta tirk/Erdogan, ji bo ew êrîşa xwe ya li ser kurdan pêk bîne, dijminatiya xwe temam bike, şoreşa Sûriyê hemû firot. Li Hemayê firot, li Helebê firot, li Guta firot û li Idlibê firot. Yanî ev di siyaset, exleqa dewletan de ev tişt dibin. Tenê ji ber di exleqa siyaseta me de ev tişt tuneye, ji bo me balkêş, xerîb û pir bêexleqî dibînin. Nexwe tu serkeftineke Rûsya di heremê de tuneye, hemû jî binêrin, an bi îstîxbaratî, bi hevpeyman, lihevkirin, fen û futan bidest xistiye. Eger ev ne alçaxî, firoşkeriya dewleta tirk bûya, Rûsya û Rejîm bi deh salan nikaribû van pêşketinan çêkiribûya.

Di hêla leşkerî-dîplomasiyê de rewşa QSD’ê di çi astî de ye, hemleyek xelet heye? Yanî li gor şîrovekaran ku Amerîka çûye Tirkiye lihevkirinek kirine li ser QSD’ê dibêjin ku ew dê YPG/YPJ, QSD’ê li dijî PKK’ê bidin şerkirin, ev tê çi wateyê?

QSD rola wê ne qediyaye ku heta em behsa vê tiştî bikin. Beravajê wê QSD di çerçoveya nava koalisyona navneteweyî de hebûna xwe xûrtir dibe û dê berdewam bike. Şerê li dijî terorê neqediyaye. Êrîşeke terorê ya îhtîmal heye û ji bo vê jî dê berdewam bike û pêdiviyek cidî pê heye. QSD her çiqas diçe bi hêztir dibe û ji bo paşeroja Sûriyê jî dê bibe xwedî rolek mezin. Niha çûna Amerîka ya li Tirkiyê çi axivîne, çi lihevkirine em baş nizanin tabî lê tabî em dikarin vê wisa bixwûnîn; Ew mijara ku min destpêkê got heman tişt û heman çerçoveyî de nîqaş kirine, eger lihevkirinek jî hebe di vê çerçoveya giştî de ye. Yanî tiştê niha dibêjin pirsgirêka Tirkiye û Amerîka ya li ser Minbicê de, ew mijara rojhilata Firatê û rojavayê Firatê ye. Yanî nîqaşa herêma te rojhilatê Firatê ye tu di Minbicê de çi dikî, çi karê te heye? Yanî Erdogan derdikeve bi ehmeqî diaxive ji Amerîka re dibêje ‘te ji me re gotibû em nayên rojavayê Firatê’. Niha vê nîqaş dikin. Niha nîqaşê wan çi dibe bila bibe, yê me tu hêzê me di Minbicê de tune ye, QSD’ê destpêkê çewa wir bi piştgiriya hêzên koalisyona navneteweyî ji hêza dijmirovahiyê DAIŞ’ê rizgar kir, teslîmê rêveberiya gelê Minbicê kir û derket ji wir. Leşkerî jî û siyasî jî parastinek bike dê hêza leşkerî jî û siyasî jî ya gelê Minbicê heye û ew dê bikin. Erdogan vê naxwaze fêm bike, Erdogan hê di xeyala Osmanî de ku hemû der wek e koleyên xwe, hemû civak, pêkhateyan wekî koleya xwe dibîne, divê her kes serî li ber min deyine, dibîne. Em careke din dibêjin, Minbicê gelê wê birêve dibe, zêdetirê gelê wê ereb in, hejmarek kurdin, yên rêveberiya sivîl jî leşkerî jî hemû ji Minbicê ne. Em tenê vê diparêzin; pergalekê wisa demokratîk, li kuderê ava bibe em wek e YPG/YPJ dê piştgiriyê bidineyê, li Laziqiyê jî, Hemayê jî çêbe li ku pergalek wisa çêbibe em qebûl dikin û piştgiriyê bidin. Bêguman li Minbicê ku sîstemek wisa demokratîk ava bûye, kengê, kî êrîşên terorî li ser wan bike û alîkarî ji me bixwazin em ê piştgiriyê bidin.

Ligor hin şîrovekar, ragihandina Rûsyayê rave dikin ku wekî Rûsya di mijara kurdan û Efrînê de poşman bûye an jî ketiye şaşitiyê û ev mijar hatiye asta di navbêra leşkeriya rûsya û rêveberiya Pûtîn de fikir cuda bûne, gelo di van demên dawî de daxwaza hevdîtinê ya leşkeriya rûsan de bi we re çêbûye an?

RÛSYA DEWLETEK PIR KÎNDAR Û KÛR E

Rast e, berî êrîşa ser Efrînê dest pê bike, hevdîtina me li Moskovayê çêbû. Bêguman muxatabên me Wezareta Parastinê bû, Serfermandariya Artêşê, yanî leşkerî bû. Bêguman di hevdîtinê de xwestin nîşan bidin ku em hewil didin çareseriyekê bibînin da ku Kremlîn dev ji vê planî berde. Yanî dixwestin xwe ji rêveberiya Kremlîn cuda nîşan bidin. Lê Rûsya dewletekê pir kîndar û kur e. Yanî em bawer nakin ku Pûtîn biryarek bê agahiya artêşa xwe bigire. Bi hev dişewirin û wisa li gor wê biryarî didin. Yê rast ji ber ku ev planeke çerçoveya wê pir berfireh e, em îhtîmal nadin ku leşkerî cuda bifikirin, em bawer nakin. Vê nîqaşî jî bi zanebûn dikin anjî dixin rojevê. Bêguman yê polîtîkaya Rûsyayê di Sûriyeyê de dimeşîne leşkerî ye. Ji ber ku ew di qadê de ne. Belkî rewşenbîr, gelê Rûsya ji rêveberiya dewleta Rûsya acizin, ne tenê ew Rejîma Sûriyê jî ji polîtîkaya dewleta Rûsya aciz in. Acizin lê nikarin dengê xwe bikin. Rejîmê, madeyekê makezagona xwe de xwest biguherîne dewleta Rûsya qebûl nekir, dîsa dewleta Rûsya ji bo Idlibê, Gutayê ji bo hin hêzên opozisyonê sererastkirinekê çêkir Rejîma Sûriyê pir pê aciz bû lê nikaribû dengê xwe derbixe. Ji ber ku polîtîkaya li Sûriyê tê meşandin muxatabê wê Artêşa Rûsya tê dîtin, lê li gorî em ev nîqaşa fikira leşkerî û rêveberiya Pûtîn ji hev cuda difikirin, lîstokeke û dixwazin dîmenek wisa nîşan bidin. Berî çendekê berpirsiyarê leşkerî ya Rûsyayê ku niha li Sûriyeyê ye navê wî Javrov e, nameyek ji me re şandibû wisa digot “Em bi vê rewşî pir diêşin, dilê me bi we re ye, em dizanin sivîl tên kûştin, cih û war xira dibin, lê ev ne pirsgirêka leşkerî ye, em askerin Kremlîn vê wisa dike’. Lê em dizanin ku derewan dike, tiştek wisa tuneye. Ji ber ku em dizanin tenê dixwazin dîmenek wisa nîşan bidin.

RÛSYA DIXWAZE BI MERE HEVDÎTIN BIKIN

Lê rast e, di demên dawî de gelek caran di asta leşkerî de dixwazin bi me re hevdîtinan bikin, agahiya daxwaza xwe ya hevdîtinê didin şandin. Em ji kok ve red nakin, lê em dibêjin hewce nake, niha karê me pir heye, em bi êrîşa hovane ya ku we destûrê daye re mijûl dibin. Eger di plana we ya giştî de guherandinek hebe, ne hewcêye vebêjin, di pratîkê de pêk bînin. Ji ber ku Rûsya siyasetek pir qirêj dimeşîne, baweriya me pê nayê, vê jî ji bo xwe qezancek dibînin. Dewletên emperyal hemû wisa ne tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigerin.

Wê ev êrîşên bi balafir, helîkoptêr, top û obusan a li ser Efrînê berdewam bike û bêdengî jî dê wisa berdewam bike? Wê çewa be?

HÊZÊN ME DÎROKÊ JI NÛVE DINIVÎSIN

Bêguman berxwedaniya me ya dîrokî berdewam e, jixwe nav jî lê hatiye kirin Berxwedana Serdemê. Heta niha jî bê ku hêvî ji kesî bikin, bê bendewariyek, gelê Efrînê bi şervanên xwe yên YPG/YPJ’ê li dijî êrîşa di şexsê hikumeta AKP û MHP’ê ya Erdogan, hevkarên wan, hemû hêzên navdewletî yên cîhanê, hemû kesên rola ‘nabînin, nabihîsin û naxivin’ de dîrokê dinivsînin. Her wiha dê di rûpelên vê dîrokê de jî hevkariya hemû hêzên navneteweyî û yên bêdeng dimînin jî binivsîne û bi xetên stûr û binê wê sor bê xêz kirin.

Bêguman, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev hemû hêz di nava kortekî de bûne yek û komployekê navneteweyî pêk anîn. Elbet em wek hêzên YPG/YPJ û gelê Efrînê tu bendewariyekî me ji kesî tuneye û yê vê komployê pêkanîne tiştekî ji wan hêvî kirin dê ne di cih de be. Ji ber ku em bi hêza xwe ya cewherî tenê îtîbar dikin. Lê tenê daxwaza me ji gel û ciwanên kurd heye, yên vê êrîşa hovane ya dewleta tirk qebûl neke, bila bên tevlî refê YPG/YPJ’ê bibin. Ji ber ku careke din aşkere bû ku ji bilî gelê me tu hêzekî piştgiriyê bide me tune ye. Vaye îsbat bû ku em bi tena serê xwe li dijî hemû hêza dewleta dagirker û faşist a tirk û hêzên emperyalîst bi vîn û hêza xwe ya cewherî berxwedanekê bêhempa, berxwedana serdemê dikin.

(Erdogan Altan)

06.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً