LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tenê rojek qeyda sivîlan a Nexweşxaneya Avrîn

Tenê rojek qeyda sivîlan a Nexweşxaneya Avrîn

EFRÎN – Bila dewleta tirk daxuyaniya “Em sivîlan armanc nagirin” bidin, me jî qeydê rojek Nexweşxaneya Avrînê girt. Tenê di qeyda roja 45’mîn de 7 sivîl jiyana xwe ji dest dane, 36 sivîl jî birîndar derbas dibe. Sivîl an di mala xwe de an jî di rê de dibin hedefa bombeyan.

Di şerê Efrînê ya ketiye roja 46’emîn de heta niha di encama bombebarana balafir û topbarana ji aliyê Artêşa Tirk (TSK) û Artêşa Azad (ASA) de 220 zêdetir sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdetirê 650 sivîl jî birîndar bûne. Hejmara şehîdbûna sivîlan ku her roja derbas dibe zêdetir dibe, bila rayedarên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyên “Li Efrînê sivîl nayên kuştin” bide, em ê jî tabloya tenê rojekî şehîd û birîndarên sivîl ên di Nexweşxaneya Avrîn a li navenda Efrînê ye girt, ev tablo jixwe pêwîstî ji gotinê re nahêle.

Di rojekî de 7 kuştî 36 birîndar

Di bombebarana balafiran û topbarana ji aliyê TSK û ASA de li ser şehîdbûn û birîndariya sivîlan ên nû zêde dibin, tê texmînkirin ku di bin xirabeyên avahiyan de hêj jî sivîlên jiyana xwe ji dest dane hene. Tenê duh di qeydên nexweşxaneyê de 7 sivîl şehîd û 36 sivîl jî birîndar derbas bû. Me tenê rojek a 5’ê Adarê Nexweşxaneya Avrînê dîmenan kişand, dîmenên hovitiyê derket holê.

Qevda destê rastê ya Şêxo ya 60 salî hat birîn

Pêr bi şev û serê sibehê ya duh de ku bi dehan sivîlên di bin bombebaranan de birîndar û jiyana xwe ji dest dan anîn nexweşxaneyê. Şêniyên gundan an di malên xwe de an jî di riyan de rastî bombebaranan tên. Şêniyê bi navê Cefer Nebî Şêxo ya ji gundê Qaratepe ya girêdayê Şera ku pêr di encama bombebarana ku di navbêra seat 21.00 û 24.00 de dibe hedefa bombeyan û destê wî yê rastê jê dibe. Şêxo yê ku nû ji ameliyatê derket mecala wî ya axaftinê tune ye. Kurê wî Nebî Cafer ku li ber serê bavê xwe disekinî, dema diaxivî dengê wî dilerizî û hêstir ji çavên wî hatin, bûyerên li gundê wan qewimî vegot. Cafer, da zanîn ku dema bavê wî bi traqtorê ji cem cîranan dihat, rastî topbaranê hatiye.

Ji birîndar Erdogan re: Ma ez çi me?

Nexweşxaneya Avrîn a du qatî hem hewşiya wê hem jî qorîdor, hem jî odeyên wî tije mirov in. Hinek ji wan bav, dayik an jî zarokên xwe winda kiriye, yê hinekan jî birîndarên wan hene. Di qata duyemîn a nexweşxaneyê ku sekineke hem xemgîn û hem jî bi hêrs heyî di odeya 14’mîn de, birîndarên ku di bombebarana roja din de rû û di bedenên wan de şopên şewitandinê hene, yek ji wan yê birîna wî herî sivik şêniyê gundê Kefirsefrê Behrî Qedro ya 27 salî heye. Qedro, ji aliyekê ve derman dibe û ji aliyê din ve jî bi dengekê nizim êrîşê vedibêje. Qedro, bang li Serokê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan kir û got “Ka te sivîlan nedikûşt? Ma ez çi me? Ma tu korî, kerdogan?”

Ji mirina dayika xwe bê xeber e

Di odeya numereya 15’ê de ya pêşberê wê, 2 ji wan îxtiyar 4 jin bi giranî birîndar radikevin. Ji jinên li ber serê xizmê xwe sekinî ne dayika bi navê Emîne Mustafa ya 60 salî, ji serê xwe birîndar e. Dayik ku li ser cih bi çavên sar bi bandora şoqê de nikare biaxive, yên li cem wê rûniştî derbarê bûyerê de agahî didin. Ji gundên girêdayên Reco ku pir nêzî hevin zêdetirê 20 şêniyên gundan li treqtorekî siwar bûne û berê xwe dane Efrînê, li nêzî gundê Gola rastî bombebaranê tên. Emîne Mustafa ya 60 salî ku serê sibehê rastî bombebaranê hatin û birîndar bûye, agahiya wê ji mirina dayika xwe ya 90 salî tune ye. Navê dayika wê ya 90 salî jî Emîne ye.

Sê xwişk ji hişê xwe çûne

Jina 32 salî ya bi navê Fuzê Mihemed ku ji hişê xwe çûye, di ser û milên wê de şewat û şikestin heye, bi jinekê îxtiyar re di heman odeyê de radikevin. Dayika bi navê Dîcle Bekir ku ji gundê Êşûnê ne li ber serê keça xwe ya mudaxeleya yekemîn hatî kirin û dimîne radikeve. Dayika Dîcle Bekir, Semîra Şêx Mihemed ku li ber serê keça xwe digirî, di odeyên din de du keçên wê yên yek 15 û ya din jî 18 salî birîndar ku ji hişê xwe çûne radikevin. Keça wê ya 15 salî yê bi navê Dunya ku serê wî pêçayiye li benda bikeve ameliyatê. Xwişka wê ya mezin a 18 salî Fîdan jî hişê wê girtî, serûm di milê wê de û nefesên kur dikşîne radikeve.

Em dema di hewşî û korîdorên nexweşxaneyê de digerin her kes û malbatên li wir her çiqas çîroka wan cuda be jî êşên wan eynî ye.

Bedenên bêcan ên bi kamyonê anîn

Dema me bi malbatekê ku xizmên wan li nexweşxaneyê birîndar û li benda ameliyatê bû, diaxivîn, me qêrîna peywirdarê nexweşxaneyê ya “Vekin vekin, pêşiya nexweşxanê vekin” hat û bala me kamyonekî ku pir bi sureat hat ber deriyê nexweşxaneyê kişand. Ji nava kamyonê gelek jin û bedenên perçe bûyî û birîndarên ku ji ber xwînê rûyê wan nayê naskirin derdikevin. Birîndar bi lez û bez kişandin nexweşxaneyê, ciwanekê 30 salî yê jiyana xwe ji dest dayî, milê wê jê bûye, lingên wî jî hindik maye jê bibin derxistin, qêrîn û hawara jinekê li ber serê wî di dîwarên nexweşxaneyê de bilind dibe.

Nexweşxaneya Avrîn di seatên êvarê de bi hatina agahiyan re hinekê din hereket zêde dibe. Ji Cindirêsê agahiyên şehîdbûna sivîlan li pey hev tên. Agahiya, di encama bombebarana bi balafirên dewleta tirk a dagirker a Cindirêsê 3 ji wan zarok 13 sivîl şehîdbûne tê. Piştre jî bombardimana dewam dike de agahiya sivîleke din jî jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne gihişte nexweşxaneyê. Di qeyda nexweşxaneyê de ji gundê Firêriyê ya Cindirêsê, zarokê 3 mehî Diyana Xazî Salih û ciwanê 20 salî Mehmûd Mihemed Nûr Elo mirine, Mihemed Sibhî Hesen (15), Sebah Cemal Salih (25), Fûad Xazî Salih (25), Sibhî Xazî Salih (30), Xedîce Mustefa (30), Ebdullah Tirkî Dawûd (18), Ewner Salih Hesen (15) û zarokek yek salî jî bi giranî birîndarin, hat derbaskirin.

06.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً