LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê fonê ASA’yê rawestandiye lê beramberî wê deriyê talaniyê vedike

Tirkiyê fonê ASA’yê rawestandiye lê beramberî wê deriyê talaniyê vedike

NAVENDA NÛÇEYAN- TSK’ê û ASA bi hev re êrîşî Efrînê dikin. Lê ASA li Efrînê bi dizî û derxistina şûnwaran ji Efrînê biliya ye. Her wiha ji ber ketina Ekonomiya Tirkî ji destpêka operasyona dijî Efrînê fonê komên ASA yên li Idlibê jî, ji 300 dolarî daxistiye 50 dolarî û bi miqdara 250 dolarî kêm kiriye.

Fonê ASA’yê yê ku ji Tirkiyê digire

Komên ASA hevkarê Tirkiyê di şerê li dijî Efrînê fonê xwe ji Tirkiyê digire. Komên ku beşdarî vê operasyona ser esasê girtina 1200 dolarî her mehê bibûn. Her wiha hate zanîn ku ger her çekdarek di şer de bê kuştin de dê malbata wî 5 hezar dolar bigire. Lê li gor çavkaniyên me yên li herêmên ASA’ye hate eşkere kirin ku ti rastiya vê yekê tuneye. Her wiha ragihand ku komên ji Idlib û gundewarê Helebê yên beşdarî vê opersayonê bûne her çekdarek niha tenê 200 Lîreya Tirkiyê an jî 50 dolarî ji dewleta Tirkiyê werdigirin.

Hêjayê bîranînê ye ku dewleta Tirkiyê eynê rêbaz di operasyona Merta Firatê li Herêma Şehba di 2016’an de bi kar aniye. Destpêkê dewleta Tirk soza dayîna 700 dolarî ji her çekdarekî beşdarî operasyonê bibe da, lê her ku operasyon diço fon pêre kêmtir dibû heta ku di dawî de li 100 dolarî rawestiya.

Tirkiyê fonê ASA’yê radiwestîne

Hêjayê gotinê ye ku komên ASA yên girêdayê MIT’a Tirkiyê wek Tûgeya Sultan Murad ku bi awayekî raste rast perspektîvên xwe ji MIT’ê digirin û beşdarî operasyona li dijî Efrînê bûne fonê wan hatiye rawestandin, ev yek vedigere lawazbûna Ekonomiya Tirkiyê ji ber operasyona ku di 20’ê Çileyê de li ser Efrînê bi hevkarê xwe ASA’yê re dabû destpêkirin .

Beriya demekê Ajansa Reuters ê destnîşan kir ku ji ber operasyona li dijî Efrînê û zehmetiya serkeftina dewleta Tirkiyê di operasyonê de bazara Tirkiyê rastî kêmbûna Lîreya xwe beramberî dolar hatiye.

Tirkiyê beramberî rawestandina fonê ASA’yê deriyê diziyê vekiriye

Komên ASA yên di şerê li dijî Efrînê de rojane dîmenên diziya wan ji mal û milkên sivîlên Efrînê re li ser çapemeniyê tê eşkere kirin, wek dîmena kuştina çekdaran ji sivîlekî re ji bo diziya Terektora wî. Bi vê yekê tê xuya kirin ku ev kom ji bo diziya xwe amadene her tiştên xerab bikin (Şêwazê DAIŞ’ê an jî Islama Radîkal ku bi navê cîhadê ku ew bi nav dikin her tiştî Mûbah dibînin).

Herî dawî hate zanîn ku duh tûgeya Sultan Murad zêdetriî 50 erebeyên barkiriî bi milkên sîvîlên Efrînê derbasî bajarê Cerablusê kirine. Her wiha hate zanîn ku Firina nan di nav alavên diziyê de hebûn û ku ji bo firotina wê 125 milyon Lîre Sûriyê hate xwestin. Hêjayê gotinê ye ku komên ASA’yê li Efrînê ne tenê di asta diziya milkên sivîlan de maye lê gihişte asta talaniya dîroka Efrînê û ew di riya derxistina şûnwarên Efrînê de lewra hin caran mayin di wan de teqiya ne û hatine kuştin.

06.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً