LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / 16 cerdevanên Tirk ji bo neçin Efrînê istîfa kirin

16 cerdevanên Tirk ji bo neçin Efrînê istîfa kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundê Cewzatê yê Artûklûyê, 16 cerdevanên ku ji wan hat xwestin li Efrînê şer bikin û pere pêşniyazî wan hat kirin, îstifa kirin û çek danîn.

Êrîşên Artêşa Tirk a dagirker (TSK) û komên girêdayî wê ASA’yên li dijî Efrînê di roja 47’emîn de jî didomin. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk dixwaze cerdevanan jî daxilî êrîşan bike, lê belê cerdevanên ku naxwazin biçin yê ku îstifa dikin û çekên xwe datînin. Çend roj berê li Şirnexê 2 cerdevanên ku nexwestin tev li operasyonê bibin îstifa kiribûn çek danîbûn. Lê belê niha jî li navçeya Artûklû ya Mêrînê 16 cerdevan îstifa kirin.

Xwestin bi pereyan wan bibin Efrînê’

Hat diyarkirin ku çend roj berê ji bo tev li êrîşên li dijî Efrînê bibin, leşkeran li gundê Cewzatê pere pêşniyazî cerdevanan kiriye. Lê belê hat eşkere kirin ku 16 cerdevanên ku ev pêşniyazî qebûl nekirine, 3 roj berê îstifa kirine û çek danîne.

07.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً