LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Belafirên artêşa Tirk ji şevî din ve Cindirêsê hedef digre

Belafirên artêşa Tirk ji şevî din ve Cindirêsê hedef digre

EFRÎN – Ji duh şev de belafirên dagirkeriya Tirk navçeya Cindirêsê hedef digre ku bi 10 rokêtan navenda navçeyê toparan kir.

Ev 47 rojin Berwedana Serdemê ya Efrînê didome. Dewleta Tirk ev du roj in bi dijwarî navçeya Cindirêsê hedef digre ku di nava du rojan de komkujî li wê navçeyê pêk anî û di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 13 jî jiyana xwe ji dest dan.

LI gorî çavkaniyên ji Efrînê hate zanîn ku Helîkopterên dagirkeriya Tirk saet 12:00an navenda Cindirêsê hedef girtin. Her wiha di saet 02:00an piştî nîvê şevê 2 helíkopter gundê Kefirsefrê yê Cindirêsê hedef girtin. Di encama bersivdayîna şervanan helíkopter vekişiyan. Herwiha saet 05:00an bi danê berbangê oçaxê 5 caran êrîş kir û bi 10 rokêtan navenda Cindirêsê hedef girtin ta saet 05:25an.

Li navçeya cindirese şerikî dijwar di van kêliya de heye.

07.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً