LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rûsya û Tirkiyeyê bi pêngavên xwe dîsa pêvajoyeke şer dane destpêkirin

Rûsya û Tirkiyeyê bi pêngavên xwe dîsa pêvajoyeke şer dane destpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN -Ji roja ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê hatiye destpêkirin li Sûriyeyê nîqaşeke girîng heye. Tê diyarkirin ku hevkariya Tirkiyê û Rûsyayê, çeteyên wekî DAÎŞ û El Nusrayê xurt dike.

Dema ku li Idlîb, Gûtayê êrîş hatin kirin û li cihên wekî Dêrazor û gelek deverên din ên Sûriyeyê DAÎŞ’ê êrîş da destpêkirin, ev êrîş dibin nîşana vî tiştî ku li Sûriyeyê bendewariya çareseriya siyasî ji holê radibe. Piştî êrîşên li ser Efrînê, DAÎŞ dixwaze xwe dîsa birêxistin bike û êrîşên xwe zêdetir dike.

Rayedarên koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê ya navneteweyî jî di rojên dawîn de, bi daxuyaniyên xwe balê dibin ser vî tiştî. Piştî şerê li ser Efrînê QSD, YPG û YPJ rewşê ji nû ve dinirxînin û moral û motîvasyona xwe li gorî Efrînê diyar dikin. Ev jî li qadê rewşeke nû ava dike.

Li Dêrazor û li rex Çemê Firatê têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê didome. Bêdengiya koalîsyona navneteweyî ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê, ji aliyê YPG, YPJ û QSD’ê tên nirxandin.

Rûsya û Tirkiyayê hêza DAIŞê û ElNusra xurt dike

Rojnamevanê ANF ku tevî şervanên YPG’ê berê xwe dide Şedadê û Dêrazorê ya ku demeke dirêj di destê DAÎŞ’ê de bû û bi operasyonên şervanên YPG, PYJ û QSD hatibû rizgarkirin. Endamên YPG’ê diyar dikin ku piştî şerê li ser Efrînê DAÎŞ’ê êrîşên xwe li Hesekê, Şedadê û Dêrazorê zêdetir kiriye. Endamên YPG’ê balê dikşînin ser vê yekê ku piştî rizgarkirina Reqayê şertên çareseriya siyasî ava bû lê Rûsya û Tirkiyeyê bi pêngavên xwe dîsa pêvajoyeke şer dane destpêkirin.

Rojnamevanê ANF dibêje ku dema em digihêjin Dêrazorê her kes pêşveçûnên li Efrînê dipirse. Fermandar û şervanên Ereb û Kurd ên li Dêrazorê diyar dikin ku ew dixwazin biçin Efrînê şer bikin. Ez bi Fermandarekî QSD’ê Dilsoz Ronî re li ser vê meseleyê axivîm. Fermandarê YPG Ronî dibêje ku, “Em li vê derê hewl didin çeteyên DAÎŞ’ê têk bibin lê Rûsya û Tirkiye berê çeteyên DAÎŞ’ê dide ser axa me û li Efrînê qetlîaman dikin. Ji ber vê jî morala me li gorî Efrînê ye.”

 

Ronî bang li dewletan dike yên ku di nav koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ye û dibêje , “Heke ev bêdengiya wan bidome ew ê çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê ne bi tenê li Rojava û Sûriyeyê, ew ê li Ewrûpa û Amerîkayê jî dest bi êrîşên xwe yên hovane bikin. Divê tu kes bêdeng nemîne.”

Hêjayî bi bîr anînê ye ku şervanên QSD, YPG û YPJ di 9ê Îlona 2017 an de dest bi operasyona Bagera Cizîrê li gundewarê Dêrazorê li dijî terora DAIŞê kirin.

Li Dêrazorê hîn DAIŞ heye û êrîşên xwe xurt kiriye

Li gorî çavkaniyên leşkerî ji Dêrazorê hate ragihandin ku di dema dawîn de di dema êrîşên dagikeriyê li ser Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê, li Dêrazorê êrîşên DAIŞê girantir bûye. Çavkanî anî ziman ku êrşî têne şikandin û bê bandor dibin. Li gorî agahiyên ku çavkanî bi me re parve kir da zanîn ku DAIŞê li hejmarek gundên Dêrazorê maye û ev gund wiha ne, Hejîn, Elbu Xatir, Ebu Hesen, Al Burham, Al Kisma û Sexfe Al susa ne.

07.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً