LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dewleta Tirkiyê qetlkirina sivîlên Efrînê didomîne

Dewleta Tirkiyê qetlkirina sivîlên Efrînê didomîne

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê û komên ASA biryara konseya Ewlekariyê ya ku di 20’ê Sibatê de hatibû girtin binpêdike bi domandina Êrîşên wê li ser Efrînê û qetilkirina sivîla.

Di 28.2.2018 an de

Artêşa Tirkiyê û komên ASA’yê bi balafirên şer û helîkopteran bajarokê Bedîna yê girêdayî navçeya Mabata topbaran kir. Di encamê de sivîlê bi navê Ebdo Reşîd ê 35 salî birîndar bû.

Artêşa Tirk û komên girêdayê wê ji çiyayê Beyrakdar yê li pişt gundê Aşka Xerbî, top avêtin gundê Ramadiyê û Hemîlkê yên herêma Cindirêsê.

Di encama êrîşa Artêşa Tirk li ser gundê Mîrkan ê navçeya Mabata de, sivîlê bi navê Mihemed Umer şehîd bû, 3 sivîl jî birîndar bûn.

Şervanên YPG û YPJ‘ê li dijî êrîşên artêşa Tirk û komên ASA yên li ser gundê Elî Cera yê girêdayî navçeya Bilbilê çalakiyeke li dar xist. Di encamê de 4 leşkerên artêşa Tirk û çekdar hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Şervanên YPG/YPJ`ê çalakiyeke bi bandor li Bilîlka lidar xist. Di encamê de, de artêşa Tirk û komên ASA derbeyên giran xwarin. Her wiha êrîşa li ser Bedîna jî hate şikandin.

Di 1.3.2018 an de

Di encama êrîşa Artêşa Tirk a li ser gundê Çela yê herêma Racoyê de, ziyaneke mezin gihîşt malên welatiyên gund.

Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê diyar kir ji roja destpêkê ya êrîşê heta niha ji ber topbaran û bombebarana artêşa Tirk de 207 sivîl şehîd bûn, 602 sivîl jî birîndar bûn. 28 zarok, 23 jin bi giştî 207 sivîl şehîd bûne. Her wiha 73 zarok, 82 jin bi giştî 602 sivîl birîndar bûne.

Balafirên artêşa Tirk gunde Hec Xelîl ê girêdayî Raco bombebaran kir. Sivîlek şehîd bû û birîndar çêbûn. Herwiha li gundê Bilîlka yê Reco şerên giran qewimîn. balafirên şer gundê Çema yê girêdayî navçeya Şera û bajaroka Bedîna yê girêdayî navçeya Mabeta bombebaran kirin.

Di çalakiya şervanên YPG/YPJ`ê ya li dijî artêşa Tirk û komên ASA de li gundê Elîbiska û li Gewenda yê Raco, 2 erebeyên leşkerî yên artêşa Tirkiyê hatin rûxandin.

Ji ber topbarana artêşa Tirk û komên ASA li ser navenda herêma Cindirêsê, zerareke mezin gihîşt mal û milkên welatiyan.

Ji ber topbarana Artêşa Tirk a li ser navçeya Meydankê, jina bi navê Hebîba Ibrahîm (48) şehîd bû.

Şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Omera ya navçeya Şera ya Efrînê wesayîteke leşkerên Tirk û çekdarên girêdayê wê de hate teqandin.

Li gundên Bilîlka û Cela yên girêdayî navçeya Racoyê, di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk û komên girêdayê wê şerên giran rû dan. Di encmê de, helîkoptereke artêşa Tirk hate derbkirin .

Li girê Cenkê yê girêdayî navçeya Raco di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk û komên girêdayê wê de şerên giran qewimîn. Her wiha li gundê Baxçe yê navçeya Bilbilê û li gundê Erendê yê navçeya Şiyê jî şerên giran rû didin.

Di 2.3.2018 an de

Artêşa Tirk li gundê Hecîler ê girêdayî herêma Cindirêsê bi tankan erebeyeke sivîlan hedef girt. Di encamê de 8 sivîl şehîd bûn, 12 jî brîndar bûn.

Di encama topbarana artêşa Tirk û komên ASA’yê yên li ser gundê Kaxra yê girêdayî navçeya Mabatayê de, sivîlek bi navê Ciwan Sadiq Reşîd (35) şehîd bû û 5 jî birîndar bûn. Rêberê Henan (46), Mehmûd Ebdo Îmo (51), Cemîl Mihemed Weqas (47), Ehmed Cemîl Qasim ( 38), Ehmed Silêman Mihemed (55).

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan raghandin ku di bombebarana artêşa Tirk a li ser gundê Cema yê Efrînê de, 14 endamên Yekîneyên Gelêrî yên girêdayî Hikumeta Sûriyê jiyana xwe ji dest dan.

Şervanên YPG û YPJ‘ê li dijî êrîşên artêşa Tirk û çekdarên wê li Raco û Cindirêsê çalakiyên cûda li dar xistin. Di encamê de 56 leşkerên artêşa Tirk û çekdarên wê hatin kuştin û brîndarbûn.

Helîkopterên Kobra yên Artêşa Tirk gundên Ramadiyê û Hemîlekê yên herêma Cindirêsê bombebaran kirin.

Di navbera gundên DimilIya û Bedîna yên eniya Mabata şerekî dijwar di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk û çekdarên wê de rû dan. Di encamê de, herî kêm 30 kuştiyên Artêşa dewleta Tirk û çekdarên wê çêbûn û gelek birindarên wan jî hene.

Artêşa Tirk gundê Bedîna ya herêma Racoyê topbaran kir. Her wiha helîkopterên Tirk çekên giran li gundê Umera yê Mabatayê daxistin.

Li gundê Maseka yê navçeya Raco di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû didin.

Li gundê Gewada yê herêma Raco erebeyeke leşkerî hat îmhakirin, di encamê de 7 kuştiyên dijmin çêbûn.

Şervanên YPG′ê gelek erebeyên dewleta Tirk hedef girtin. Di encamê de 4 erebe hatin rûxandin û hejmarek çeteyên Lîwa Sultan Mihemed Fatih hatin kuştin.

Di 3.3.2018 an de

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran herêmên Raco, Bilbilê, Şera, Şiyê, Cindirêsê û Meydankê topbaran kir.

Artêşa Tirk gundên navçeya Şera bi obîsan gundên Sînka, Berava, Çema, Kefer Cenê bi dijwarî topbaran kir.

Artêşa Tirk gundê Meşelê û Baflonê yê girêdayî navçeya Şera bomebaran kirin û li gorî agahiyên destpêkê 5 kes şehîd bûn.

Artêşa Tirk navçeya Mabeta û gundê Mirkan ê girêdayî wê bi obîsan topbaran kir û 4 welatiyên sivîl birîndarbûn “Mistefa Ehmed Îbrahîm (60), Şêraz El-Dîn Xelîl (48), Reşîd Hemîd Mûsa (29) û Seydo Şukrî Ebdû (65).

Balafirên artêşa Tirk gundê Bedîna yê navçeya Mabata bombebaran kir. Ji ber bomebebaranê ziyanê madî çêbûn.

Balafirên Tirk noqteyeke hêzên gelerî li herêma Cindirêsê jî hedef girtibûn, di encamê de 10 endamên hêzên gelerî jiyana xwe ji dest dan û 6 birîndar bûn.

Di encama êrîşa Artêşa Tirkiyê de bi top û balafiran a li ser gundê Gora ya girêdayî herêma Racoyê de, ziyaneke mezin gihîşt mal û milkên, sewal û erdên çandiniyê yên welatiyan.

Li derdora navenda bajarê Racoyê, di navbera şervanên YPJ/YPG‘ê û leşkerên artêşa Tirk û çekdarên wê de şer bi dijwarî rû da.

Şervanên YPJ û YPG‘ê li gundê Baflonê ya navçeya Şera erebeyek doçka ya artêşa Tirk rûxandin her wiha li derdora gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê erabeyekî doçka 2 namlo li ser a artêşa Tirk rûxand.

Şervanên YPG û YPJ‘ê li gundên Baflonê û Çema yên girêdayî navçeya Şerayê erabeyekî Mekzemîn imha kirin, qileşek B7 jî deste serkirin.

Şervanên YPG′ê li gundê Hemîlkê yê girêdayî herêma Cindirêsê li hember Artêşa Tirkiyê de çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 3 çekdar hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. Şervanan li gundê Hecîler jî çalakiyek li dar xist û di encamê de 9 çekdar û leşkerên Tirk hatin kuştin, 8 jî brîndar bûn.

YPG/YPJ′ê li ser riya di navbera gundên Çema û Omera yên navçeya Şera erebeyeke leşkerî (BMB) ya Artêşa Tirk hedef girtin. Erebe bi temamî hat rûxandin û leşkerên tê de hatin kuştin.

Artêşa Tirk ji bajaroka Mari yê girêdayî Ezazê gundê Şêx Îsa yê Şehbayê topbaran kir. Di encama topbaranê de, ziyan gihiştin mal û milkên sivîlan.

Di 4.3.2018 an de

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê 15 malên sivîlan li gundê Meydan Ekbes ê herêma Raco şewitandin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Çema yê navçeya Şera bombebaran kir. Ji aliyekî din ve jî şervanên YPG/YPJ`ê hewldana pêşveçûyîna artêşa tirkiyê û komên ASA ber bi gund ve vala derxist.

Artêşa Tirk û komên ASA li navçeya Şiyê jinek bi navê Zelûx Mihemed Hesen Daxlî (60) reşand û ew qetil kir.

Li derdora navçeya Şiyê di navbera şervanên QSD‘ û artêşa Tirk û komên ASA de şerekî dijwar rû da. Her wiha Balafirên şer ên artêş Tirk navçeyên Şera û Şiyê Çindirêse bombebaran kirin.

Hevseroka Meclîsa Tenduristî Ancila Reşo daxuyanî da û da zanîn ku ji dema ragihandina agirbestê de, 33 sivîl (di nav de zarokek, 15 jin û 17 mêr) şehîd bûn. ″Ji destpêka êrîşên li ser Efrînê de, hejmara şehîdên sivîl gihîşt 212 şehîd (di nav de 28 zarok, 25 jin û 159 mêr). Hejmara birîndarên sivîl jî gihîşt 612 (76 zarok, 82 jin û 463 mêr).″

Balafirên artêşa Tirk gundên navçeya Şiyê, Şera û herêma Racoyê bombebaran kirin . Şervanên YPG/YPJ′ê du erebeyên leşkerî yên artêşa Tirk îmha kirin.

Di 5.3.2018 an de

Artêşa Tirk gundê Miska Jorîn a girêdayî herêma Cindirêsê topbaran kir.

Artêşa Tirk gundên Birîmce, Mîrkan û Şîtka yên navçeya Mabata bi ubusan topbaran kirin.

Di encama topbarana artêşa Tirk û komên ASA de li ser gundê Qere Tebê yê girêdayî navçeya Şera de, jina bi navê Remziye Abdullreham (50) şehîd bû.Her wiha welatiyê bi navê Nebî Sefer Şêxo(60) bi giranî birîndar bû.

Balafirên şer ên artêşa Tirk navenda herêma Cindirêse û gundên Derwîş û Alcîya yên navçeya Şera bi dijwarî bombebaran kirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk sivîlên di navenda herêma Cindirêsê de bombebaran kir. Di encam de komkujiyek pêk hat û 13 sivîl (di nav de 3 zarok) şehîd bûn.

Balafirên artêşa Tirk gundê Firêra yê herêma Cindirêsê bombebaran kir. Di encamê de du sivîl şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn. Navên şehîdan wiha ne ″zaroka bi şîr Diyana Xazî Salih (3 mehî) û welatiyê bi navê Mehmûd Mihemed Nûr Elo (20)″. Navên birîndaran jî wiha ne ″Mihemed Sibhî Hesen (15), Sebah Cemal Salih (25), Fûad Xazî Salih (25), Sibhî Xazî Salih (30), Xedîce Mustefa (30) û Ebdullah Tirkî Dawûd (18), Ewner Salih Hesen (15) û zarokeke yek salî″.

Di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk li ser gundê Berbenê yê Racoyê 3 sivîl şehîd bûn û 18 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk û komên ASA gundê Berbenê yê girêdayî herêma Raco bi çekê giran topbaran kir. Di encamê de 7 jê zarok 21 sivîl birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne: Dunya Ehmed Bekir(17), Şêxo Abdullqadir(12), Newroz Hesen Mustefa(35), Emîne Mihemed Mustefa (80), Cuma Hisên Abdullqadir(7), Mihemed Hisên Abdullqadir(2), Foziye Mihemed (35), Fîdan Bekir(17), Mihemed Hisên Ebdo (52), Emîne Eslan Mustefa (60), Nezmiye Hesen (20), Cumana Ehmed Musa (80), Ehmed Hisên (47), Newroz Hesen (3), Hediye Elî Umer (49), Ilham Elî Umer (49), Ilham Menan Xelîl (50), Şiyar Abdullqadir, Dijle Ehmed Bekir(26), Fatime Eslan Mustefa (42), Semîra Umer Şêx(55).

Di 6.3.2018 an de

Di encama topbarana artêşa Tirk û komên ASA li ser gundên Mîrkan û Kaxira yên navçeya Mabata de, du sivîl bi navên şêx Mihemed Elûş (75) ji gundê Mîrkan, Esed Izet(50) ji gundê Kaxira.şehîd bûn, sivîlekî din jî bi navê Abdullrehman (86) ji gundê Mîrkan birîndar bû.

Artêşa Tirk taxa Eşrefityê ya navenda bajarê Efrînê topbaran kir. Di encamê de, zarokên bi navê Nazliya Henan(10) û Emel Hesen (14) birîndar bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk navenda herêma Cindirêsê bombebaran kir. Di encam de doktor Şiyar Hecî Ebdo şehîd bû.

Di encama topbarana li ser gundê Kortikê yê navçeya Şera de, welatiyê bi navê Rifet Celûsî şehîd bû.

Li dedora gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera, şerên giran di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk û komên ASA de rû dan.

Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê bi balafiran navenda navçeya Cindirêsê bombebaran kirin. Her wiha bi çekên giran navçeya Şera topbaran kirin.

Li Bajarê Babê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin. Hate zanîn ku kuştî û birîndarên çekdarên dewleta Tirk hene.

10.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً