NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Navenda Giştî ya HDPê di 3 salên dawî de binçavkirin, girtin û tundiya li ser endam û rêveberên HDP’ê derketiye asta herî jor. Ji Tîrmeha 2015an heta 22ê Sibata 2018an, 11 hezar û 631 endam û rêveberên HDPê hatine desteserkirin.
Piştî HDPê benda hilbijartinê derbas kir û di parlementoyê de bû partiya sêyemin a mezin, zext û tundiya li ser endam û rêveberên wê derket asta herî jor. Li gorî îdayaNavenda Giştî ya HDPê di 3 salên dawî de binçavkirin, girtin û tundiya li ser endam û rêveberên HDP’ê derketiye asta herî jor.
Ji Tîrmeha 2015an heta 22ê Sibata 2018an, 11 hezar û 631 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin. Derbarê 55 wekîlên HDPê de 511 fezleke hatin amadekirin. Parlamenterên HDPê yên girtî heta niha 387 caran hatin darizandin.
Ji Tîrmeha 2015an heta niha 43 hevserokên HDPê yên bajaran û 101 hevserokên HDPê yên navçeyan hatine girtin.
Piştî 4ê Mijdara 2016an jî Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 482 sal ceza li parlementerên HDPê hatin birîn. Herwiha derbarê tevahiya parlementeran de zêdeyî hezar sal ceza tê xwestin.
Girtiyên HDPê di nav 3 salan de:
11631 kes
Li ser 55 parlementerên HDPê 511 fezleke hatin amadekirin
Parlementer 387 caran hatin darizandin
43 hevserokên bajaran hatin girtin
101 hevserokên navçeyan hatin girtin
482 sal ceza li parlementeran hate birrîn
Ji bo parlementeran 1000 sal zindanî tê xwestin
Di nav 2 salên dawî de herî zêde li Dîlokê endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin. Di 2 salên dawî de 723 kes li Dîlokê hatin binçavkirin. Li Stenbolê 256 kes û li Amedê jî 182 endamên HDPê hatin binçavkirin.
Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen di daxuyaniyeke partiya xwe de derbarê vê mijarê de diyar kir ku “berê partî dihatin girtin, lê niha li şûna partiyê bigirin endam û rêveberên wan digirin û wan bê tesîr dihêlin”. Bilgen anî ziman ku bi binçavkirin û girtinê dixwazin xebatên wan ên siyasî bê bandor bikin û rê li pêşiya mafê wan ê qanûnî yê xebatê bigirin. Di dawiyê de Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen destnîşankir ku ji ber HDP hêviyê dide civakê û girseyeke mezin li pêş HDPê dimeşe, HDPê li pêş xwe wekî asteng û bend dibînin û li dijî HDPê operasyonên siyasî dimeşînin.
10.03.2018
Rojev24