LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji ber êrîşên artêşa Tirk 21 firinên Efrînê û 4 bircên telîfonan xera bûn

Ji ber êrîşên artêşa Tirk 21 firinên Efrînê û 4 bircên telîfonan xera bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ev 47 roj in dewam dikin. 21 firinên li navenda bajêr û navçeyan, ji ber bomberdûmana balafirên şer û topbaranê hilweşiyan e. Her wiha 4 bircên peywendiyên telîfonan hatine xera kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Qaîde-DAÎŞ’ê, ku bi teknîk û çekên herî giran êrîşî Efrînê dikin, lê dikin nakin nikarin bi îradeya berxwedanê ya gelê Efrînê, li cih û warê sivîlan didin û bi vî rengî hewl didin bikin ku gel koçber bibe. Tevî dibistan, navendên tenduristiyê, depoyên avê û bendavan, artêşa Tirk a dagirker bombe li firinên ku ji bo sed hezaran însanî nan lê dixin barand û gelek firinên li bajêr xera kir. 21 firinên il navenda bajêr û navçeyan, ji ber bomberdûmana balafirên şer û topbaranê hilweşiyan. Gelek firin tevî vê yekê jî di nava şert û mercên şer de dixebitin.

BI HEZARAN MIROV BÊ NAN HATIN HIŞTIN

Midûrê Giştî yê Firinên li Efrînê Bangîn Ebdo li ser mijarê agahî da û got, “Yek ji hedefên bomberdûmana artêşa Tirk, firina li Raco bû. Vê firinê nan li tevahiya navçeyê belav dikir, lê hate şewitandin. Ji ber vê êrîşê bi hezarn kes bê nan man. Yek ji firinên bûn hedef, firina li navçeya Cindirêsê ye. Firin ji ber êrîşê bi temamî hilweşiya. Vê firinê jî nan li tevahiya navçeyê belav dikir. Firinên li Bilbilê jî bûn hedefa êrîşan. Avahî û amûrên wan hatin hilweşandin. Wekî din bombe li firina li gundê Kotana jî hate barandin.” Ebdo diyar kir ku firina li gundê Celeme ya li Şerawa jî hate bombekirin û zerareke mezin a madî li xwediyên firinan bûye.

JI BO BERSIVÊ BIDIN PÊDIVIYÊN GEL BI ŞEV Û ROJ DIXEBITIN

Ebdo diyar kir ku ji ber şer û bomberdûmana li herêmê ew nikarin biçin herêmên firin lê ne û wêneyên wan bikişînin û got, “Hejmara firinên ku ji ber bomberdûmanê nema dikarin kar bikin 21 e. Hejmara firinên kar dikin 19 ye. 3 ji van li herêma Şehba ne. Ya li gundê Badîna yê li navçeya Mabetayê, ji ber bomberdûmana giran a dema dawî nikare kar bike. Ji bo barê firina li gundê Dercemal a li kantona Şehbayê bê sivikkirin, firina li gundê Ziyaretê hate xebitandin. Tevî vê yekê, firinên ku nanê taybet lê dixin, dest bi lêxistina nanê normal kirin û buhayê nan li her derê bû yek.” Ebdo anî ziman ku firinên heyî bi şev û roj dixebitin û hew didin bersivê bidin pêwîstiya gel.

19 FIRIN DI NAVA BOMBERDÛMANÊ DE XIZMETÊ DIKIN

Firinên ku ji ber bomberdûmanê xera bûne û nikarin kar bikin: Firina li Meydanekbez û Meydana ya li navçeya Raco, firina Qastele ya li navçeya Şera, firina Kotana ya li navçeya Bilbilê, firina Dersivan a li navçeya Şera, firina Kurka ya li navçeya Mabeta, firina Velîd a li navçeya Cindirêsê, firina Senar a li navçeya Şiyê, firina Kota ya li navçeya Bilbilê. Firinên li Efrîn û navçeyên wê tevî bomberdûman û topbaranê hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên gel: Firina otomatîk a li navenda Efrînê, firina gundê Marate, firina Hamade, firina Cûdî, firina Newrozê ya li navçeya Şera û firina Kefersefre ya li Cindirêsê.

TIRKIYÊ 4 STASYONÊN BIRCÊN TELÎFONAN LI EFRNÊ QUT DIKE

Ji destpêka êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk û komên girêdayî wê ASA’yê li ser Efrînê da ku dewleta Tirk peywendiyan qut bike û buuyerên ku li Efrînê diqewime ji Raya Giştî re veşêre, bircên telîfonan ên Syriatel û MTN rûxand. Stasyonên ku Tirkiyê hedef girtiye wiha ne:

1-Stasyona gundê Xelîl

2-Stasyona gundê Bêxce

3-Stasyona gundê Mosîka

4-Stasyona gundê Qetma (Şebekeya MTN li ser tevahiya Efrînê qut kir)

Her wiha tevî van kiryarên dewleta Tirk û tecawizên ku pêk tîne li ser gundên sînorî ên Efrînê Interneta Tirkiyê hate qut kirin, ku bi vê yekê Tirkiyê niha hemû kesên ku şebekeya Tirkiyê ji Efrîn re diweşînin binçav dike.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku dewleta Tirk dixwaze Efrînê bike Tirkiya duyemîn ku niha wekî çavkaniyên ji nava Tirkiyê tînin ziman ku niha Tirkiyê zindana Vekirî ye ku bi vê yekê hemû dezgeh û rojnamevan têne girtin da ku rastî û heqîqeta dewleta Tirk ji kiryarên girtin, heqaret, OHAL, binpêkirina mafê netewên din û gendeliya ku li welatê wê dibe dernekeve holê û eşkere nebe.

10.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً