LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Komên ASA li ser gundan vala kirine şerê hev dikin

Komên ASA li ser gundan vala kirine şerê hev dikin

EFRÎN – Şerê Tirkiye yê bi tang, top û balafirên şer li ser Efrînê di roja 50 de berdewam dike. Di şerê li ser Efrînê de, ASA dixwazin gundê di êrişan de vala kirine malbatên selefî bi cih bikin. Hat diyar kirin ku komên ASA ji bo gundan bi hev ketine.

Tevî biryara Konseya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya agirbestê jî şerê Tirkiye yê bi tang, top û balafirên şer li ser gund, navçe û axa Efrînê berdewam dike. TSK û komên girêdayî ASA 49 rojin bê navber ji hewayî û bejayî axa Efrînê bombe dike. Hikûmeta Tirkiye ku got ‘Ez dê di 3 rojan de dagir bikim û 50 rojin şerekî dijwar li ser Efrînê dimeşîne, çend kîmometre bi nava axa Efrînê de çûne, sinor û pîvanên şerê navneteweyî û hiqûqa navneteweyî nas nakin. Li aliyê din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniya şer bersîvên kurd didin TSK û ASA û destûr nadin ku artêş pêş ve biçin. Li gundên ku di êrîşa tang û topan de hatin valakirin niha jî ASA malbatên girêdayî komên selefî li vir bi cih dikin.

Çiyayê Kurmênc

Hemû mirovên li Efrînê dijîn ji çiyayê Herêmê re dibêjin Çiyayê Kurmênc. Çiyayê Kurmênç di şerê yekemîn ê cîhanê de gelê Efrînê ji şer û êrîşan parastiye. Di peymana 1921’an a di navbera Tirkiye û Fransa de Çiyayê Kurmênç di nava Sûriye û Tirkiye de maye. Çiyayê Kurmênç ku di navbera Kîlîs, Dîlok, Hatay û Efrînê de dimîne piştî peymanê sînor kiriye du perçe. Çiyayê Kurmênç heta Amanosan û Lêlûnê dirêj dibe.

Çiyayê Kurmênc ku bi hezaran salin cih, war û hêlîna gelê kurd e, heta niha kurd ji gelek êrîş û şeran parastiye. Li Çiyayê Kurmenç eşîrên Şêxan, Rişvan, Zêtkî, Heyderî û Ketîkan dijîn. Li gorî çavkaniyên fermî yên Sûriye wekî axa “Cebel Ekrad” derbas dibe. Gelê kurd ê ji komkujiya Dersim û Gumgumê koç bûn hatin li vir bi cih bûn.

Dixwazin nexşeya demografîk biguherînin

Ji destpêka şerê li Sûriye heta niha Tirkiye dixwaze herêmek tambon li ser sînor ava bike. Tirkiye her dem xwest nexşeya demografik ava bike. Tirkiye ji bo hêzên QSD’ê derbasî Rojavayê Firatê nebe gelek xebatên dîplomatîk û leşkerî meşand. Tawîz dan welatên derve. Gund û bajarên kurdan wekî “Herêmên Tirkmenan” bi nav kir. Xwestin bi rêxistinên DAIŞ û El Nusra herêmê ji rêxistin û gelê vir îzole bike. Lê piştî Tirkiye di vî milî de bi ser neket vê carê raste rast li dijî Efrînê dest bi şerê leşkerî kir.

Dixwazin pira navbera gelan qut bikin

Tirkiye, piştî ket axa El Bab û Crablusê, hewl da ku ax û pira di navbera Kantonên Kobanê û Efrînê de qut bike. Tirkiye piştî ket Ezazê niha jî hewl dide Efrînê dorpêç bike û Gelê Efrînê ji ser ax û warên wan koçber bike û têkiliya navbera kurdan bi temamî qut bike. Li Efrînê dixwaze hêzên girêdayî xwe bi cih bike. Ji ber vê yekê ji 20’ê Çile heta niha 50 rojin bê navber ji hewayî û bejayî li ser Axa Efrînê top û bombeyan dibarîne.

Di roj û hefteyên dawî de êrîşên hewayî û bombeyên li ser navçeyên Cindirês, Reco, Bilbilê, Şiyê, Şera û Şêrawa her ku diçin zêde dibin. Komên TSK û OSO di demên dawî de raste rast cih û warên jiyanê gund û navçeyan dikin hedefa bombeyan û dixwazin welatî dest ji cihn û warên xwe berdin. ASA armanc dike ku malbatên girêdayî komên selafî li vir bi cih bike.

Gundan li hev parve dikin

Li aliyekî êrîşên li ser Efrînê didomin, li aliyê din komên êrîşkar gundên ku bi dest xistine di nava xwe de parve dikin. Hat fêrbûn ku ji niha de gelek malbat anîne Kîlîsê. Hat diyar kirin ku gund di nava Komên ASA de parve dikin û komên ASA yên li hev nekirine li ser parvekirinê şer dikin.

10.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً