LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Şerê li Efrînê Erdogan xistiye tengasiyekî pir mezin

Şerê li Efrînê Erdogan xistiye tengasiyekî pir mezin

Ordiya NATO ya duyemîn li hemberî navçeyekî di nava Sûriyê de û kantoneke Rojavayê Kurdistanê têk çû ye.

Gelek Mirovên Dinyayê li nexşeya Tirkiyê û ya Efrînê dinêrin dibînin ku Efrîn di hêla erdnîgariyê de nabe bi qasî bajarogekî ya Tirkiyê û ji hev re dibêjin gelo dewleta Tirk çawa nikare vî bajarî îşxal bike û matmayî dimînin.

Serokomarê Çînê gava fêm dike ku Efrîn navçeyeke ku dewleta Tirk sed qatî wê mezin e, hema matmayî dimîne. Tişta Balkêş ew e ku beriya niha rayedarên Çînî hêza YPG û YPJ’ê weke hêza herî şerker binav kiribû, di wê meyzekirina serokomarê Çînê ya li nexşeya Efrînê û Tirkiyê baweriya wê zêdetir bû û ji rayedarên xwe re anî û got tesbîtên we rastin ku YPG û YPJ hêza herî şerker û xwedî îradeya pola ye.

Dewleta Tirk ev 50’î rojin ku êrîşa xwe ya dagirkirinê li ser Efrînê dewam dike, Erdogan ji xwe û gelê xwe re soz û peyman da ku di nava sê rojan de Efrînê dagir bike û kevir li ser kevir nehêle, lê wek ku wî plan dikir ne çû serî û dest bi rêbazên xwe yên hov û qirêj kir, bi sîlahên kîmyayî êrîş bir ser Efrînê lê dîsa jî ne bû heta carekî kîmyasal avête şervanan wê demê leşkerên wî bi xwe bi wê bandor bûn. Erdoganê ku digot yê di nava sê rojan de Efrîn dagir bike, bi planên xwe yên qirêj jî biser neket, vê carê xwest ku hêzên Quricî derbasî Efrînê bike lê di nava quricîyan û dewletê de nakokî derketin û Erdogan di wê planê de jî bi ser neket. Vê carê hêzên xwe yên taybet ku Erdogan digot me hîn ew nexistine dewrê de, şandin herêmê û roja destpêke şervanan çalakîyek li ser wan lidarxist û ji wan hema 40 kes hatibûn kuştinê û gelek ji wan birîndar bûn, û ew hîn derbasî nava şer nebibûn ewqas hatin kuştin. Ez bawerim ger ew bikevin nava şer de wê hebûna wan bîle ne mîne.

Erdogan û Putin li ser Guta Rojhilat li hev kir bûn ku çeteyan li Gutayê derbasî Efrînê bibin, lê Erdogan dît ku rewş cidî ye. Heya niha çete li Gutayê dernexistine ew jî tê wateya ku di navbera Tirk û Rusya de nakokî wê derkevin û li ser şerê Efrînê jî bandorek nebaş li Tirkan bike. Putîn beriya niha daxuyaniyek da û got ku Erdogan ji me re alîkarî kiriye û me sivîl ji Gutaya Rojhilat tehliye kiriye, lê Erdogan jî bersivek da û got ‘min alîkarî nedaye’, û beriya niha bi çend mehan hinek sivîlên birîndar hebûn û ji me re gotin ku ew ê ji bo dermankirinê derbasî Tirkiyê bibin, lê pişt re em pêhesiyan ku ew sivîl nehatine Tirkiyê û her li Suriyê mane û li wir dermankirina xwe kirine. Di daxuyaniya Putîn û Erdogan de diyar dibe ku Rûsya ji Tirkan xwestiye demil dest erka xwe pêk bîne, lê Tirkye naxwaze çeteyan ji wir derxîne ji ber ku Erdogan û artêşa wî li Efrînê têk çûne û naxwazin cihê ku di destê wan de heye li Sûriyê ji dest bide.

Rewşa heyî hinekî wê were guhertin, her wisa yê ji bo Tirkan namîne ji ber ku ne Rûsya, ne Îran û ne jî Sûriye naxwazin ku Tirk li ser xaka Suriyê de cihê wê hebe.

Nakokî wê demeke kin de xwe bidin naverastê…….

(Murad Rojhilat)

02.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً