LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘Termê kuştiyên Tirkiyê bi belafiran têne rakirin û yê me li erdê dimînin’

‘Termê kuştiyên Tirkiyê bi belafiran têne rakirin û yê me li erdê dimînin’

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê berê yê Mertala Firatê ElDêrî ku niha istîfaya xwe daye û tevlî nava Meclisa Eskerî ya Minbicê dibe, mûamele û ferq û cudatiya ku artêşa Tirk xistiye nav wan û komên opozisyona Sûriyê vegot û got “em wekî Ebîda bûn”.

Di berdewamiya istîfa, rev û qutbûyîna ji nava artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê yên bi navê ASA’yê ku di nav de Mertala Firatê jî heye. Mertala Firatê di Tebaxa 2016 an de hatibû ragihand û di Adara 2017 an de operasyona xwe li dijî heremên Bakurê Sûriyê ji Ezaz, Bab û ElRa’î bidawî kir.

Ehmed Mihemed ElDexîl bi nasnav Ebû Omer ElDêrî ku endamê Koma Ehrar ElŞerqiya ya di nav Mertala Firatê de ye, di 9 Adraê de istîfaya xwe ji nava Mertala Firatê dide û tevlî nava Meclisa Esekerî ya Minbicê dibe.

Ji ber islûbê kolekirinê ez istîfaya xwe didim

Endamê berê yê Mertala Firatê ElDêrî istîfaya xwe ji nava Tecama Ehrar ElŞerqiya ya ku cihê xwe di nav komên Mertala Firatê de digre dide. ElDêrî diyar kir ku ew ji ber islûb û terzê artêşa Tirk bi wan re ku bêrêz û ferq û cudatî ji artêşa xwe li wan dinêre istîfaya xwe îfade kir. ElDêrî ji malpera Minbic ya Eskerî re wiha axivî:” Ji ber mûameleya Artêşa Tirk bi komên me re ku ferq û cudatiyek pir xuya di nava me û artêşa wê de hebû ez istîfa xwe didim, artêşa Tirk ger ku kuştî û birîndarên wê hebin bi belafiran têne veguhestin û li erdê namînin, lê yê me li erdê dimînin û xwedî li me dernakevin.”

Gelek endam naxwazin biçin Efrîn ê lê têne hesab kirin

ElDêrî derbarê tevlîbûna Mertala Firatê ji êrîşên li ser Efrînê de wiha anî ziman: Gelek endam ji ber zextê ji bo eniyên Efrînê têne şandin ku yê vê red bike û perspektîvan pêk neyne ewê rastî gelek kiryaran bê. ElDêrî mûameleya artêşa Tirk wiha vegot: Kesê ku perspektîvên artêşa Tirk pêk neyne ew ê rastî hesabpirsînê ji polîsca Esekerî ku girêdayî wê ye li heremên ku dagirkiriye (Ezaz, Bab, Cerablus û Elra’î) bê. Her wiha ElDêrî li ser axaftina xwe zêde kir û got: Endamên ku neçin Efrînê fonê wan tê qut kirin û di zindana de rastî heqaretê tên “wekî ku kole ne.”

ElDêrî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ji ber van kiryara istîfaya xwe ji nava Mertala Firatê didim û got: Ez ê tevlî nava Meclisa Eskerî ya Minbicê ku di bin banê Hêzên Sûrya Demokratîk QSD ê de ye bibim.

10.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً