LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Êzidiyên Efrinê: DAIŞ’ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin

Êzidiyên Efrinê: DAIŞ’ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin

EFRÎN – Êzidîyên li Efrînê dijîn bertek nîşanî êrîşên TSK û ASA ku li ser gundên li Efrînê dimeşîne dan û wiha gotin: “DAÎŞ’ê li Şengalê çi kir îro heman tiştî li vir jî dikin. Mircan Şêx Elî yê Êzîdî bertek nîşanî bêdengiya parazvanen mafên mirovan ên navneteweyî da.

Tevî agirbesta Welatên Yekbûyî ku 14 roj berê li Sûriye îlan kirin jî Leşkerên TSK’ê û ASA 51 rojin ji hewayî û bejayî axa Efrînê bombebaran dikin. 51 rojin balafirên şer axa Efrînê bombe dike. Li dijî van êrîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) parastina axa Efrînê dike. Di êrîşên hewayî yên hawan û bombeyan de zêdetirî 232 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 650 welatiyên sivîl birîndar bûn. Welatiyên êzidî yên li Efrînê dijîn êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê û bêdengiya parazvanên mafên mirovan yên navneteweyî rexne kirin û xwestin êdî bêdeng nemînin. Ji ber ku TSK û ASA tevî biryara agirbestê warên dîrokî, çandî, gund û navçeyan bombe dike welatiyên êzîdrî her diçe hêjmara kuştî û birîndaran zêde dibe.

Bi sedan Êzidî bi komkujiyan re rû bir û ne

Ezîdiyan diyar kirin ku li Şengalê êzîdî rastî êrîşên komkujiyê yên DAIŞ’ê hatin û li vir jî êzîdî bi komkujiyan re rû bi rû mane. Êzîdiyan anîn ziman ku berê li Şengalê û niha jî li Efrînê bi komkujiyê re rû bi rû mane.

Li herêma Qestel Cindo yên navçeya Şera 22 gundên êzîdîyan hene. Êzîdiyên li gundê Qestel, Sinka, Baflunê û Çema dijîn ji ber êrîşên TSK û ASA neçar man gundê xwe vala bikin û berê xwe bidin gundê Basûfanê ya Navçeya Şêrawa. Piştî li Bakurê Sûriye pergala demokratîk hat avakirin DAIŞ’ê dîsa êrîşî gundan kiribû û DAIŞê di 2013’an de disa ewil Êzidî kiribûn hedef.

Em dîsa ketin rêyan û bûn koçber

Welatiyê Gundê Qestelê yê Êzîdî Mircan Şêx Elî, 50 sali ye û bavê 7 zarokan e. Şêx Elî, diyar kir ku beriya gundê xwe terk bikin balafirên şer gundê wan bombe kir û wiha got: “Berê topên obusê avêtin gund. Piştre bi balafirên şer gundê me bombe kirin. Ji bo em xwe ji top û bombeyan biparêzin em û gundî bi hevre bi rojan di şikeftên gund de man. Piştî êrîşên bombeyan zêde bûn em hatin gundê Basufanê. Bi top û bombeyan êrîş kirin. Em û hêzên parastinê YPG bi hevre diman. Ji bo Qestelê ji destê me bigirin û vala bikin bi rojan bi mere şer kirin. Bi balafiran bombe kirin. Hemû kes ji gund derketin. Herî dawî em ji gund derketin. YPG’ê em gîhandin cihekî ewle. Ewil em birin gundê Sinka û piştre em anîn Gundê Basufanê. Hêzên dagirker û êrîşkar dixwazin Êzîdîyan tune bikin. Em dîsa ketin rêyan û bûn koçber. DAÎŞ’ê li Şengalê ferman pêk anî. Niha dîsa dixwaze li ser me fermanê pêk bîne. Li şengalê çi kirin li vir jî heman tiştî tînin serê me. “

Agirê me bişewitîne dê Erdogan jî bişewitîne

Dayika 8 zarokan a 40 salî Roda Behir Cimo jî tevî malbata xwe ji gundê Qestelê koç kir û hat Basufanê. Zarokek wê tev li eniya YPJ’e bû û parastinê dike. Cimo, diyar kir ku ew li ber çavê hemû cîhanê tên qetilkirin û hemû cîhan bêdeng e.

Cimo wiha got: “Em bang li hêzên mafên mirovan dikin. Kanî mafê mirovan! Wekî li hemberî Şengalê bêdeng man dîsa bêdeng in. Çawa li Şengalê bûn şirîkê komkujiyê li vir jî dibin şirîêkê komkujiyê. Lê bila Erdogan û leşkerê wî baş zanibin leşkerê wî tên Ocaxa Zerdeşt. Bila bawer nekin ku piştî em kutin aram razên. Ew jî dê bi agirê me bişewitin. Agirê me bişewitîne dê wan jî bi xwe re bişewitîne. Hêzên parastina me heye. Hûn dema bigêjin Efrînê hûn dê kefxweş nebin.

Wekî Şengalê…

Welatiyê Êzîdî Hesen Qasim jî ji gundê Êzidî ye. Qasim, tevî zarokên xwe piştî bombebarana balafirên şer gundê xwe terk kir. Qasim wiha got: “Gundê me bi bombebarana balafirên şer ser û bin bû, Kevir li ser kevir nema. Gundê me dakir kirin. Talan kirin û wêran kirin. Li Ezazê êrîşî Kilîsê kirin. Ji bo em dîl neyen girtin em dîsa ketin rêyan. Li Şengalê xwestin Êzidîyan bikin kole. Niha dixwazin li Efrînê jî heman tiştî bikin. Em naxwazin li Efrinê bibin kole.”

11.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً