LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Efrîn, Gutayê kûştina sivîlan û durûtiya NY

Li Efrîn, Gutayê kûştina sivîlan û durûtiya NY

EFRÎN – Dewleta tirk a dagirker û endamên DAIŞ’ê yên wî bi hev re êrîşên bi balafir, helîkoptêr, top û obusan a li ser Efrînê didom e û kûştina zarok, jin, ixtiyar û sivîlan jî didome, bêguman li Rojhilatê Guta jî di şerê didom e de zarok, jin û sivîl tên qetilkirin. Em jî wekî çewa Neteweyên Yekbûyî qetilkirina her du herêman dide berhev û cudakariyê û bêrûmetiyê mezin nekin, lê ev komkujiya li Efrînê ku ji aliyê her kes ve tê qebûl kirin Berdevkê Sekreterê Giştî ya NY Stephan Dujarric, bi daxuyaniyekê bê exleqî ya “Rêveberiya herêma Efrînê hêj jî nahêlin kes bajêr terk bike” bi awayek vekirî ji komkujiyê rê vedike.

Hemû hêzên ku mudaxilê şerê Sûriyê bûne û heta niha di tu mijarî de lihevnekirine, li dijî êrîşa Tirkiye ya ser Efrînê ev 51 rojin “Hevpeymanekê bêdeng” didomîn in. Aliyên şer yek ji wan jî heta îro ku bi hêzekê din re ketine nava hevpeymaniyê bê ku binpê bikin sê roj nikaribûn di hevsengiya Sûriyê de bimînin, bedela îtîfaqên hemû hêzên ku bi mehane amadekirine kurd bi komkujiya herî giran de didin. Li Efrînê çil û heşt rojin sivîl li ber çavên cîhanê ji aliyê hovên DAIŞ’ê ku bi ayet û “Sureya Fetih” tên yad kirin û dişînin qadên şer ve tên qetilkirin. Em dibên DAIŞ, ji ber ku navnîşana nû ya DAIŞ’ê îro Tirkiyeye, her kes jî vê dizane. Ev artêşa ku Tayîp Erdogan xelîfetiya wan dike hovîtiya wan a nêzî du meh a li Efrînê, heta duh bêdeng, îro jî niyetên xwe dan derve û destek dikin.

Rûsya û rejîm qada asîmanî vekir, DYA jî got “Em li Efrînê tune ne” û rê ji dagirkeriyê re vekirin. Neteweyên Yekbûyî yê “Cemiya Riyakariyê” li pişt deriyan sîwana xwe ne ji bo parastina gelên heremê vekir, ji bo parastina berjewendiyên DYA û Rûsya ya di Sûriyê de navenda du navendên cuda hene vekiriye. Berjewendiya van her du navenda van hêzan DAIŞ di bin cilika artêşa tirk de êrîşê kurdan de digihije hev. Hêzên ku vê êrîşkariyê erê kirine di bazariya dimeşînin de beranberê hev ji tiştên bidest xistine jî kêfxweş tên xuya. Em dizanin ku komkujiyên li kudera cîhanê tê kirin ne meseleya pêşî ya van hêzan e. Em dizanin ku şewitandin, hilweşandin û qirkirin, berjewendiya van hêzan mîsoger dike û parvekirin di bin dîmena mirovahiyê de veşartin bûye rêbazêkî wan a kevneşopî jî. Lê cara yekemîn sîwana tê gotin NY bi bandora bahoza li Efrînê çep vebû û rûyên hemû hêzên di bin vê sîwanî de xwe veşartibûn bi hemû tazîbûna xwe derket holê.

Biryara agirbesta ku tevahiya Sûriyeyê ji bo mehekî hatî dayîn, bi îfadekirina herî şîlo ku derfetê dide êrîşkariya Tirk/DAIŞ’ê, di mijara qirkirina gelên sivîl “Nayê pêkanîn” çêkir. Di esasê xwe de “Agirbest” biryarek ji bo tenê qadên ku berjewendiyên her du hêz, Rûsya û DYA ye hatiye girtin, lê xistin bin qilifa bila alîkariya mirovî bigihijînin. Rûsya û Rejîm di Gutayê de, Tirkiye/DAIŞ jî di Efrînê de êrîşên xwe yên bixwîn a li ser sivîlan bênavber didomînin. Tenê yê hesabên wan serûbin kir, kurdin ku ev çil û heşt rojin di Efrînê de berxwe didin e. Di hêla kurdan de ku ji destpêka şerê li Sûrî heta niha “Riya sêyemîn” dimeşînin ji bo wan êrîş bi tu awayî “Ne dûr” bû.

Hêzên navneteweyî di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de di mijara bêmirovkirina Efrînê ku hevpeymana bêdeng a êrîşan ji Tirkiyeyê re erê dike ji bo kurdan ne xeyalşikandinê bû, tiştekê ku amadekariya wê ji nimêj ve dihat kirin û demek berî demekî bê kirin bû. Kurdên ku li ser vê zemîna ewqas qaypak de jî ji rêgeza azadiya xwe misqalek jî tawîz nadin û têkoşînê didin, di vê îklîma xirabiyê û hovîtiya ku hemû hêzên din her sibeh çavên xwe di cih û nivîna dijminekê başqe de vedikin de, tu car kurdan piştguh nekirin ku dê rastî êrîş û helwestekê mahukkak a însanî, exleqî û ûjdanî werin û yên dê pêşengtiyê jî bikin dê hêzên di bin cilê mutefik (îtîfaq) ên de bê kirin. Ji ber vê yekê di aliyê kurdan de ne xeyalşikandinek ne jî rewşekî bê amadekar de bên girtin heye. Mesela piştî hevdîtina bazariya veşartî ya Wezîrê Karê Derve ya DYA’yê Tillerson nêzî 3 seat bi Tayîp Erdogan re kir, zarokên Efrînê jî zanibûn ku dê êrîşa Tirk/DAIŞ zêdetir bibe.

Li Sûriyeyê jibilî aştî û azadiya gelan tu ajandaya kurdan tune ye. Bi salane di hovitiya Rojhilata Navîn de ku ya kurdan hem mezin dike û hem jî tîne halê hedefan ev sekina bi rêgez e. Di bin hemû gotinên ku dixwazin ya kurdan bi DYA an jî hêzekê din ve pîne bikin de daxwaza vê rêgeza azadixwaz texrîbkirin û hedefgirtin radizê. Îro tiştê ya hemû hêzên mezin dixe rewşa mesqeriyê, ev sekina kurdan ku polîtîkaya wan a durû û sixtekari derdixe holê ye. Rejîma Tayîp Erdogan a ku komên cîhadist ên belawela bûne li nav çavên rayagiştî ya cîhanê dinêre û wan wek e “Artêşa heremî û netewî” îlan dike di esasê xwe de ji bo bi qatilên hov ên selefî/cîhadîst re heman yekitî û bawerî de pergala xwe serwer bike, hê di avêtina bombeya yekemîn de diyar bû ku yê fitîla bombeyê vêxist DYA û Rûsya ne. Peywira kete ser milê Neteweyên Yekbûyî jî, vê rewşa alenî xistina fermiyetê bû.

Hevkarên sûcên qirkirina mezin a li Efrînê, ji bo ji berpirsiyartiyek îhtîmal a di demên pêş de derkeve xwe xilas bikin hê di roja yekemîn de ya hev sûcdar kirin. Rûsya ya DYA’yê, DYA jî ya Rûsyayê tawanbar kir û ev tawanbarî û sûcdarî hê jî berdewam dike. Ji dewletên Ewropayê yên li pişt mane jî peywira berdewamkirin şanoya NY’ê ma. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku li ser daxwaza Fransa û Brîtaniyayê li ser mijara komkujiyên sivîl ên li Sûriyê kom bûn, tu biryarekî cidî negirtin û tenê berdewamiya komkujiyan re erê kirin. Lê êrîşên komkujiyê ku kete roja xwe ya çil û heştan de 30 ji wan zarok, 80 jin bi tevahî 235 zêdetir sivîl hatin qetilkirin, zêdetirê 700 kes jî di êrîşên balafirên şer, helîkoptêr, obus û topbaranan birîndar bûn. Ev hejmar tenê di qeydên fermî ya Nexweşxaneya Avrîn ku li Efrînê xizmet dide diyar bûye, windahî û yên hê di bin xirabeyên xaniyan ê di encama bombebaranan de hilweşiyan de jiyana xwe ji dest dane ne di nava vê hejmarî de ye.

Ji bo lîstika tê lêstin baş bê fêmkirin divê hin daxuyaniyên hatin dayîn bibîr bixin dê feydeya xwe hebe. Wezîrê Karê Derve ya Fransayê Le Drîan, “Agirbest ji bo Efrînê jî derbasdar e”, Wezaretiya Karê Derve ya DYA’yê “Ketina Tirkiye ya Efrînê îhtîmala nebaşiya rewşa mirovahiyê zêde dike”, di daxuyaniyên yekemîn yê Sekreteriya Giştî ya NY de “Li Efrînê di derbarê kuştiyên sivîl de raporên me dixe nava fikaran ji me re tên”, Tayîp Erdogan jî ji bo kesên li Efrînê tên kuştin jî got “Înşalah ev hejmar heta êvarê ji sê hezarî derbas bibe”. Herkes ku bi awayek komkujî dewam dike bi şiklekî qebûl dikirin Berdevkê Sekreterê Giştî ya NY Stephan Dujarric, bi daxuyaniya wek e“Rêveberên herêma Efrînê destûr nadin kes bajêr terk bikin” bi daxuyaniyek bêexleqî komkujiyan bi aweyek vekirî erê kir. Jixwe piştî wê malum, Konseya Ewlekariyê ya NY li ser daxwaza Fransa û Brîtaniyayê kombûn, dema agirbesta ji Sûriyê re hevdîtin dikirin, di daxuyaniya encamnameyê de li ser Efrînê yek peyvek jî nehate kirin. Berdevkê Karê Derve ya DYA’yê Heather Nauert, diyar kir ku Rûsya di meha sibatê de di Şam û Rojhilatê Gutayê de 20 caran bombebaran kir û got “Rûsya niha Sûriyeyê ji bo balafirên SU-57 a xeyalet weke qada ceribandinê bikar tîne.”

Berdevkê DYA’yê ku ew hejmara bombebaranê (20 caran) ya ji bo Rojhilatê Guta da, di êrîşên ev 48 rojin li Efrînê berdewam dike de balafirên şer ên tirk dev ji hefteyekê an jî rojekî berdin, bi navginî her seatekî tê kirin, kêmtir e. Jixwe li Guta yê ev du salin şer didom in. Jinedîve anîna rojevê encax bi êrîşên Efrînê re mimkûn bû. Konseya Ewlekariyê ya NY ku ji bo Guta yê biryara agirbestê derxist, di cihê ku ji bo komkujiyên li Efrînê raweste daxuyaniyekê bi bandor bike adeta di mijara qirkirinê de ya Tayîp Erdogan teşwîq bike, xwe li derewa YPG li Efrînê derketina sivîlan asteng dike girt û bi vê îmze avêt bin qeşmeriyek mezin. Berdevkê NY, vê derewa alçaxî dema gel bi karwan karwan ber bi Efrînê ve diherikîn û dîmenên zindî li ber çavên dinya alemê dihat temaşekirin vê derewa ku qeşmer jî nikaribûn derewek wisa bikirana, li nav çavên dinya alemê nihêrt û kir.

Ji destpêkê ve hevpeymana hatî kirin ev e di esasê xwe de; hemû cîhan ji bo cîhadîstên hov û barbar di nava lêgerînekê cihwarekî de ne. Fikir û nêrîna li Tirkiyeyê nêzî 3 milyon penaber, wan li ser perçeyek axa ku bixin ser sînorê Tirkiyê û ya dewletên Ewropayê ji herikîna penaberan xilas bikin, di serî de ji bo dewletên Ewropa û her kesî pir cazîb hat dîtin. Qatilên DAIŞ û El Qaîde di bin çavdêriya Tirkiyeyê dê vê nifusî bixe bin qontrola xwe û birêve bibe. Ji bo vê pêkhateyî jî perçeya axa dîtine jî bajarê kurdan ên kevnar Efrîn e. Hemû hesab, derew û qeşmerî bi vê hesabî tê kirin, ji ber vê yekî ne mirina sivîlan, ne komkujî, ne qirkirin di mejiyê van tucarên barbar tu hejandinek çênake. Het dawî naxwazin bibînin dê tercîh bikin, daxuyaniyên xwe yên derew û ku teyrik jî lê dikenin berdewam bikin. Yê hemû nakokî û derewên wan derdixe holê jî berxwedanî, hiskirina wan a ji azadiyê re ezma qewîbûnê ya kurdan a ne di hesaba wan de bû ye. Civakekê ku di hebûna xwe de biryar girtiye, di mijara berxwedaniyê de yekîtiya xwe çêkiriye, her çiqas di bajarokekî ku li ser nexşeya cîhanê de bi mercekê jî bi zor dikarî bibînî be jî, dikare artêşa herî bi hêz ya di cîhanê û xwedî teknîkên herî pêşketî jî têk bibe di dîroka dûr û nêz de bi mînakên berxwedanê sabît e. Ji ber vê yekî asta alçaxî û riyakariyê çi dibe bila bibe gelê kurd ên li Efrînê ku mafdarî û serî netawandina xwe îsbat kiriye, dê vê şerî jî muhaqak qezanc bike. Duh çewa li Kobanê xeta polîtîk a rêgezî û bilindiya exleqî ya kurdan îsbat bû, îro li Efrînê didome û ev têkoşîn careke din îro ji bo mirovahiyê dê bibe hêviyek mezin û bidomîne.

(Erdogan Altan)

11.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً