NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîşên dewleta Tirk û komên ASA di roja xwe ya 51’an de didome bi hemû dijwariya xwe.
Li gorî nûçegihanê me yê li herêma Efrînê ragihand ku dewleta Tirkiyê û bermahiyên DAIŞ yên navê ASA li xwe kirin êrîşên xwe li ser herêma Efrînê didome. Her wiha ragihand ku dewleta Tirk bi hemû îmkanê xwe êrîş dike û cihên ku têne bombebrankirin wiha ne:
Belafirên artêşa Tirk gundê Xalidiyê ya girêdayî navçeya Şêrewa topbaran kir. Her wiha belafiran li derdura gundê Endarê ya girêdayî navçeya Cindirsê topbaran kirin. Hêjayê gotinê ye ku belafir li navbera herdû gundên Keferdelî dide. Serê vê sibehê jî belafira 6 cara lê da.
Hate zanîn ku belafirên artêşa Tirk du cara li nêzî navenda bajar Efrînê da. Lê wek tê zanîn ku navenda bajêr şîneyên navçeyên Efrînê yên koçî navenda bajêr bûne. Ji ber vê yekê sivîl herî zêde dibin qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk û komên ASA yên hovane.
11.03.2018
Rojev24