LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Jiyana 600 hezar sivîlên Efrînê ji ber qutkirina avê di rewşeke xirab de ye

Jiyana 600 hezar sivîlên Efrînê ji ber qutkirina avê di rewşeke xirab de ye

EFRÎN – Li Efrînê piştî ku dewleta Tirkiyê bendava Meydankê ku jêdera sereke ya avê ji bo şêniyên bajêr e kire armanca êrîşên xwe, li Efrînê karîsta avê rû da ye. Şaredarî jî hewl dide vê aloziyê çareser bike.

Artêşa Tirk û komên girêdayî wê bi armanca qirkirinê, ji beriya 51 rojan ve êrîşên hovane li dijî Efrînê pêk tînin. Di êrîşên sivîl û binsaziya herêmê hatin hedefkirin de çêkên herî giran hatin bikaranîn, di encama wan de cêderên pêwîstiyên jiyana sivîlan hatin xera kirin.

Ji deverên herî aktîv hatin hedef girtin, bendava Meydankê ye

Nûjegihanê Ajansa ANHA’yê eşkere kir ku balafirên artêşa Tirk zêdetirî 10 caran êrîş bi ser bendava Meydankê a jêdera sereke a gelê Efrînê de biriye, di encamê de zerar gihiştin bendavê û ji xizmetê derket.

Saziya Avê ya girêdayî Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Efrînê ji bo peydakirina ava vexwarin, 8 bîrên li bajêr nû kir û av bi riya sarîcan dibirin taxan. Lê ji ber zêdebûna hejmara niştecihan ava sarîcan têrê nakê ku pêwîstiyan hemû welatiyan bi cih bîne. Li hin taxan ji 5 heta 7 rojan avê naghêjê.

Rêveberê Saziya Avê ya bajarê Efrînê Reşîd Şêxmûs diyar kir ku her 18 saetan, 14 sarîc avê belav dikin. Şêxmûs destnîşan kir ku Saziya Avê bi hedef girtina bendavê re yekser dest bi nûkirina bîran kir.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî diyar kir ku ew hefteyeke bê av man e, ji ber vê yekê ew av ji bîreke taybet tîne. Hin welatiyên ku bîrên wan hene bi teklufeya sotemeniyê avê li şêniyan belav dikin.

Nûçegihanê ANHA’yê diyar kir ku eger ku kêmbûna avê berdewam bike, jiyana 600 hezar sivîlên Efrînê bi rewşeke xirab re dê rû bi rû bimîe.

12.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً