LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê derewan li xwe dike û yasayên Navdewletî pûç dike

Tirkiyê derewan li xwe dike û yasayên Navdewletî pûç dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyê da ku êrîşa xwe ya li ser herema Efrînê rewa bike, di serî de derewan li xwe dike û dibêje ku belafir li ser bajarên Tirk digere ev yek bê rewabûna êrîşa Tirkiyê a li ser Efrînê nîşan dide û bi vê jî lêoklîna perlemana Elmanî bê belge û isbat êrîşa ku tê kirin ji dervey yasayan diyar dike.

Isbat û belgeyên rewabûna êrîşên artêşa Tirk li ser Efrînê bi guman in!

Bi êrîşa artêşa Tirk a li ser Efrînê û li gorî hevpeymaniyên derbasî xakeke din bûyîn qutbûyîneke heye, ji ber ku ger artêşa Tirk li gorî yasayên navdewletî tevbigere ger ku welatê wê di bin xeteriyekê de be dikare vê êrîşê bike û xwe biparêze lê li gorî agahiyên hene û li gorî lêkolînên ku têne kirin de Tirkiyê bê isbat vê êrîşa xwe ferz kiriye û hêjî gevan dixwe ku ewê Bakurê Sûriyê giştî bigre.

Li gorî lêkolîna ku Beşê Lêkolînên Ilmî (Zanistî) a perlemana Elmanî kiriye ku li gorî encamên lêkolîna xwe di riya kenala Elmanî ya DW belavkirine yasabûna êrîşa Tirkiyê a li ser Efrînê bi guman kir ku kesên li ser vê lêkolînê disekinin diyar kirin ku isbat û belgeyên vê êrîşê di destê wan tune ne.

Yasaya 51 ji Hevpeymaniya Netewên Yekbûyî êrîşa Tirkiyê a li ser Efrînê bê rewa dike

Derbasbûn û tecawiza eskerî ya Tiriyê li ser herema Efrînê li Bakurê Sûriyê dibe tecawiza yasaya navdewletî, ev encama lêkolîna zanistî a perlemana Elmanî “Bundestag” e.

Beşê lêkolînê eşkere kir ku operasyona bi navê Şaxê Zaytûnê li xwe kiriye bi kurtasî nirxandina ku li ser vê êrîşê kir ew bû ku ev êrîş li gorî yasaya 51 a Hevpeymana Netewên Yekbûyî bê rewa ye, lêkolînê nîşanî vê yekê kir ku belgeyên ber dest ango berbiçav û zelel tune ne ku ev herem xetriyê li ser ewlekariya Tirkiyê wekî ku ew îdaa kir, dike.

Encamên vê loêkolînê ji aliyê Buroya Kenala Yekemîn ya Elmanî DW li paytexta wê Berlînê hate weşandin.

Tirkiyê li pêşiya Meclisa Ewlekariyê derew kirin

Tirkiyê bi artêşa xwe û komên çekdar ên bermahiyên çeteyên terorîst ên ElQayîdê di 20’ê çileyê de êrîşa xwe ya li ser Efrînê da destpêkirin û ev 51 rojin êrîşa wê bê navber û bêserûber didome.

Trikiyê li pêşiya Meclisa Ewlekariyê êrîşa xwe ya eskerî li ser sivîlên Efrînê lê ew îdaa dike li ser Hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG a di bin banê QSD’ê de ye bi operasyona parastina rewa li hemberî welatê wê ye binav dike. Tirkiyê êrîşa xwe bi “Gera Belafiran” li ser bajarên Hetay û Kilîs ên Tirkiyê re û armanckirina wan izîhat kir. Lêkolînê di vê derbarê de li gorî Berpirsên wê destnîşan kirin ku ti agahî an raporên çapemenî ne yên Tirkiyê û ne yê navnetewî operasyonên bi belafiran li dijî bajarên Tirkiyê nehatine belgekirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Hêzên YPG ti belafir di destê wan tune ye û ew bi çekên pir sivik di çarçoveya parastina rewa de parastina heremên xwe dikin”.

Di vê derbarê de Beşê Lêkolînan di Bundestag de diyar kir ku Tirkiyê bi Parastina rewa dikare li herberî van hêzan şer bike bi taybet ger ku li heremên dervey serweriya wê de tevbigere, lê tevî vê yekê Tirkiyê divê belge û isbatên êrîşa xwe ya eskerî bide.

Tirkiyê ji Meclisa Ewlekaroyê re dibêje “Operasyona dijî gefên li ser Sûriyê” ye

Hate destnîşan kirin ku Tirkiyê di rapora xwe ya ji Meclisa Ewlekariyê re hevoka “Êrîşa Eskerî” bikar nayne, lê ew vê êrîşa xwe bi êrîşên terorî û gefên li ser Sûriyê tîne ziman. Di vê derbarê de Lêkolîna Elmanî diyar kir ku gefek wekî pêşbînî nabe sedema gaveke ango êrîşek eskerî lê ew divê belgeyên berbiçav a xeterî û gefên YPG li ser Sûriyê radest bike.

Dê Elmanya Tankên Leopard 2 ji Tirkiyê re nûjen neke

Cîgerê Partiya Çep Alexander Noi tekez kir ku rapora Beşê Lêkolînan helwesta partiya wî ji operasyona dijî Efrînê re diyar dike. Noi ev operasyon bi destdirêjiya li dijî yasayên navdewletî binav kir. Noi di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ihtîmalek pir kêm e ku Hikûmeta Elmanî daxwaza Tirkiyê a nûjenkirina tankên Leopard 2 erê bike.

12.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً