LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Topbaranên bi armanca koçkirinê

Topbaranên bi armanca koçkirinê

NAVENDA NÛÇEYAN- berxwedana Efrînê di roja xwe ya 52’an de didome. Artêşa Tirkiyê bi top û belafiran êrîşî gundewarê navenda Efrînê dike ji bo belvkirina tirsê di nava gel de bi armanca koç kirinê.

Ev 52 rojên bê navber ku herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê û komên girêdayê wê ku navê ASA’yê li xwe kirine rastî êrîşên hovane tê. Tevî van êrîşên hovane dewleta Tirkyê nikarîbû gelê herêma Efrînê koç bike da ku pîlanê xwe yên guhertina demografiya herêma bakurê Sûriyê. Dewleta Tirk berovajî koçkirinê dijî, ji devêla ku gelê Efrînê koç bibin, gelê bakurê Sûriyê, Iraq, Filîstîn û Libinan berê xwe dane herêma Efrînê bi armanca vala derxistina projeyên dewleta Tirkiyê û piştgiriya gelê herêmê li hember êrîşên TSK û ASA yên hovane.

Dewleta Tirkiyê neçar ma li hember vala kirina herêma Efrînên ji şîneyên wê. Tevî ku gund û navçeyên herêmê topbaran kir. Şîneyên van gunda koçî navenda hrêma bajêr bûn û rê nedan pîlanên dewleta Tirkiyê bi valakirina herêmê.

Li gorî ku nûçegihanê me yê li Efrînê ragihand ku dewleta Tirkiyê dizane ku gelê gunda û navçeya koçî navenda bajêr bûne. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyê bi belafirên şer û topan li derdura bajêr didin. Hêjayî gotinê ye ku bi dewleta Tirk bi Taybeti qazanên mezin davêjin ji bo dengê wan yê bilind derkevin û metirsiyekê di nav gel de ava bike bi armanca valakirina bajêr.

12.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً