LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hollande: Yên li dijî DAIŞ ê şer kirin têne hedef kirin

Hollande: Yên li dijî DAIŞ ê şer kirin têne hedef kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Ewropayê û gelek welatên din kar û xebatê dîplomatîk yê ji bo rawestandina êrîşên bi ser Efrînê de didomin. Nûnerê Rojava yê Fransa Xalîd Îsa bi Serokomarê berê yê Fransa Françoîs Hollande re civiya .

Operasyona Efrînê di roja 53’an de ye û gelê Efrînê li navenda bajar hatine dorpeçkirin. Ji her alî ve jib o sivîlên Efrînê kar û xebat tê kirin, di vê çarçoveyê de xebatê Diplomasî jî ketiye dewrê.

Xebatên dîplomatîk ya Kurdistaniyên li Ewropa li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê de didomin. Nûnerê Rojava yê Fransayê Xalîd Îsa bi Serokomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande re civiya. Piştî civinê Hollande daxuyanî da û got ku ew li ser gelek xalan sekinîne. Hollande got “Rojeva sereke jî rawestandina êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li dijî Efrînê ye û ji bo girtina qada hewayî ketine nava hewldanan û wiha got; “Weke hûn jî dizanin, yên li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan, di heman demê de alîkarî dane Koalîsyonê û di heman demê de li Reqayê alîkarî dane Ereban bûn. Di dema min a serokomariyê de têkoşîna me ya koalîsyonê ya li Sûriye û Iraqê her tim em bi Kurdan re di nava têkiliyan de bûn. Îro jî em li ser vî tiştî sekinîn.”

Îsa ji aliyê xwe ve got: Di dema Kobanê de Fransa yek ji welatên yekem bû ku ji bo piştgiriya hêzên navnetewî ya ji bo Kobanê re kete nava tevgerê. Îsa diyar kir ku divê di heman demê de ev hesasiyat ji bo Efrînê jî were pêkanîn.

13.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً