LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Sûriyê 354 hezar sivîl hatine qetilkirin

Li Sûriyê 354 hezar sivîl hatine qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê bîlançoya qetla sivîla ji destpêka şerê li Sûriy. Ragihand ku 354 hezr sivîl hatine qetilkirin. Ji sedî 85 li ser destê rêjîma Sûriyê hatine qetilkirin. Her wiha 1106 sivîl di nav de 233 zarok bi destê Tirkiyê hatine qetilkirin.

Bi destpêka bihara gelan li Rojhilata Navîn. Sûriyê jî para wê tê de hebû. Lê ji ber berjewendiyên dewltên hegemonîk li Sûriyê buhar zîvirî şerê hêz û berjewendiyan. Dewleta Tirkiyê şerê li Sûriyê ji bo şerê dijî kurda qezenc kir. Tirkiyê desst bi êrîşî herêmê kurdan li seranserî sînorê Sûrî-Tirkiyê kir. Herî dawî ku Tirkiyê bi komên girêdayê wê ku navê ASA’yê li xwe kirine di 20’ê Çileyê de êrîşî Herêma Efrînê kir ku têde herî zêde jin, zarok û ixtiyar dibin qurbaniya vê êrîşa hovane.

Çavdêriya Sûriyê ya mafê mirovan di 12’ê Sibatê de bîlançoya qetilkirina sivîla ji 15’ê Avdara 2011’an li Sûriyê ta niha ragihand. Çavdêriyê ragihand ku ji destpêka şerê li sûriyê çavdêriyê qetilkirina 3539935 sivîl bi belge kir. Her wiha da xuya kirin ku ji sedî 85 sivîl li ser destê rêjîma Sûriyê û hevlbendê wê Rûsya, Îran, Hizbullah a Libinanî û milîsên ku rêjîmê di hindirê Sûriyê dabû avakirin hatine qetilkirin.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirova ku ev hejmar li gorî ku hatiye pişterastkirin û hejmar rast bi 100 hezarî ji vê yekê zêdetire lê ji ber ku çavdêriyê nikarîbû belgebike ew nexist bîlançoyê de.

Çavdêriyê destnîşan kir ku 45 hezrê sivîl di zindanên rêjîma Sûrîyê de hatin kuştin. Her wiha zêdetirî 12 hezar sivîl ji aliyê rêîma Sûrî, DAIŞ, Cebhet El Nusa û komên çekdar ve hatin revandin. Lê cihê xwe di bîlançoyê de negirtine.

Di daxuyaniya çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirova de hate ragihandin ku 1106 sivîl di nav de 233 zarok û 145 jin bi destê artêşa Tirkyê hatin qetilkirin. Artêşa Tirkiyê sivîlan li seranserî sînorê Sûriyê dike armanc.

Hêjayî gotinê ye ku çavdêriyê di bîlançoyê de da xuya kirin ku 6891 sivîl di nav de 707 zarok û 523 jin di topbarana belafirên Rûsyayê hatin qetilkirin.

13.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً