LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi mal û milkan berê ASA’yan dide Efrînê

Bi mal û milkan berê ASA’yan dide Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê soza mal, pere û nasnameya Tirkî ji malbatên kuştiyên ASA’yê yên ku êrîşî Efrînê dikin da.

Dewleta Tirkiyê û komên ASA’yê ku di 20’ê Çileyê operasyona li dijî Efrînê de dabû destpêkirin. Operasyon di roja xwe ya 54’an didome. TSK/ASA rojane rastî windahiyên mezin tên bi taybet çekdarên ASA’yê. AKP’ rêbazê ku çekdar di xetên pêşî di şer de cih bigire daye pêş. AKP zanê dê civaka Tirkiyê li dijî operasyonê rabe ger windahiyên mezin di nav TSK’ê de çêbibe.

Mistefa Sêjirî Rêveberê Buroya siyasî ya Lîwa (Tugay) Mu’tesim Bilah a di bin banê çekdarên ku bi Artêşa Azad li Sûriyê têne binavkirin li ser Twitera xwe ya şexsî eşkere kir ku ‘’Dewleta Tirkiyê bi gavek pir ber bi çav rabû ku dê nasnameya Tirkî bide jin û zarokên çekdarên ASA’yê yên ku di êrîşa li ser Efrînê de şer bikin û bêne kuştin bide, ger ku ne zewicî jî be dê nasname bidin dayik û bavên kuştiyên ASA’yê li Efrînê.

Tirkiyê da ku hejmara zêda ji ASA’yan bide Efrînê bi polîtîkeke zirav pereyan heta ji kesên birîndar ango bibe gazî jî diyar kiriye. Sêjirî di berdewamiya Tiwitera xwe de got ‘’ Dewleta Tirkiyê dê nasnameya Tirkiyê, mal û pera bi qasî 7 hezar û 500 dolarî dê bide malbatên çekdarên ku di êrîşa li ser Efrînê de gazî bibin û bi qasî 3 hezar û 750 dolar dê çekdar bi xwe qezanc bike.

Sêjirî di dawiya Tiwitera xwe de got ku ‘’Tirkiyê piştî daxuyaniya serokomarê Tirkiyê Receb Tayyb Erdogan dema got ku komên ASA li hemberî raya giştî hatine teşhîr kirin û ew vê yekê qebûl nakin, ev gav hate avêtin. Ger ku mirov mafê gotinê bidê ye Erdogan di pêvajoya razîkrina komên ASA yê de ye da ku Efrînê dagir bike.

Li gorî pêşdîtinan Dewleta Tirkiyê bi gavek wiha rabû ji ber ku komên ASA di cîhanê de hatin teşhîrkirin û her kes êdî dizanî ku komên Tirkiyê piştgiriya wan dike û hevkarên wê di şerê li dijî Efrînê de bermahiyên DAIŞ’ê ne. Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê bi vê yekê xwest çekdaran qezenc bike ji ber yên di nava şer de rastî windahiyên mezin hatin û her ku diçe hejmara wan kêm dibe komên ASA ne, ji ber ku li gorî zaniyarên hatine girtin hate eşkere kirin ku ev kom bê tecrûbe ne.

14.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً