LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike, Hesabê kê çiye?

Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike, Hesabê kê çiye?

EFRÎN-16’ê Adarê 30’yemîn salvegera komkujiya Halebçe ye. Hêj hesab ji Helebçe nehatiye pirsîn, niha Efrîn bi komkujiyê re rû bi rû ye. TSK û ASA bi tang, top û balafirên şer ji hewayî û bejayî 54 rojin li ser hev Efrînê bombe dikin. Zêdeyî 850 hezar welatiyên Efrînê di nava bajar de bi komkujiyê re rû bi rû ne. Li aliyekî hemû cîhan êrîşan temaşe dikin û li hemberî vê komkujiyê bêdeng in. Li aliyê din hêzên mezin ên cîhanê planan dikin.

Di 30’emîn salvegera komkujiya Helebçe de li Efrînê nêzî milyonek mirov bi komkujiyek din re rû bi rû ye. Di 16’ê Adara 1988’an de Rejîma Saddam li Helebçe komkujî pêk anî. Bi hezaran gelê Helepçe bi çekên kîmyewi hatin kuştin. Hêj bi hezaran welatî seqet in. Hêj hesab ji komkujiyê nehatiye pirsîn, di 30’emîn salvegera komkujiya Helebçe kurd dîsa rastî komkujiyek din tên. Nêzî milyonek welatî li Efrînê dora wan hatiye pêçan û di bin êrîşên balafirên şer de bi komkujiyê re rû bi rû mane. Tirkiyê bi hêza TSK û komên girêdayî wî ASA, ev 54 rojin bi tang, top, balafirên şer Efrînê bombe dike. Êrîşa li ser Efrînê komkujiyên li ser kurdan hatin meşandin ji nûve tîne aqilan.

DAXUYANIYÊN XAPÎNOK

Tirkiyê eşkere bi erêkirina Rûsya û bêdengiya DYA li dijî Efrînê şer dest pê kir. Tirkiyê komên ASA jî da pêş xwe û 54 rojin bi balafirên şer, tang û topan êrîşî Efrînê dike. Her çend Neteweyên Yekbûyî di roja 36’an de fikarên xwe anî ziman û ji bo mehekê agirbest îlan kir jî, 16 rojin Tirkiyê biryara agirbestê îhlal dike û êrîşa liser axa Efrinê berdewam dike. Heta niha zêdeyî 250 welatiyên sivîl hatin kuştin. Zêdeyî 650 welatî birîndar bûn. Dîsa welatiyên sivîl ku tên kuştin wekî sivîl qebûl nake û êrîşên xwe yên li ser şûnwaran zêde dike. Heta niha ne Rûsya û ne jî DYA li hemberî vê yekê tu îtîraz û nerazibûn nîşan nedaye. Her çend Neteweyên Yekbûyî û Fransa Tirkiyê hişyar dike û dixwaze guh bidin biryarê jî Tirkiyê bi ya xwe dike. Ev jî nîşan dide ku hesabê li pêş perdê û li pişt perdê ne yek in. Nîşan dide ku têkiliyên Tirkiyê yên bi DYA û Rûsya re ku li pêş perdê û li pişt perdê ji hev cuda ne.

ÊRÎŞ DI SALVEGERA KOMKUJIYA HELEBÇE DE DÎSA HELEBÇEYEK NÛ TÎNE BÎRA MIROVAN

Hêzên Navneteweyî ku berê jî li hemberî komkujiya li ser kurdan hatin meşandin bêdeng man û hesab ji kujeran nepirsîn, niha jî li dijî vê komkujiya li ser gelan pêk tê bêdeng dimînin. 30 sal berê Rêjîma Seddam li ser Helebçe komkujî pêk anî. Li ber çavê hemû cîhanê çekên kîmyewî bikar anî. Herî kêm 5 hezar sivîl hatin kuştin. Navê komkujiya ku Saddam di salên 1986-1988’an e li ser kurdan kir, navê Enfalê ku tê wateya “Xenîmet” lê kirin.

Saddam bi balafirên Ewropa yên MiG-23 çekên kîmyewî li Helebçe barandin û 5 hezar welatî kuştin. 7 hezar welatî jî birîndar kirin. Dema komkujî kirin Wezîrê Parastinê yê DYA Donald Rumsfeld û Saddam Huseyîn bi destê hev digirtin û hev silav dikirin. Ji ber ku DYA di şerê Îran û Iraqê de piştgirî dabû Iraqê.

HER HÊZEK Û XWEDÎ HESABEK E

Şerê ku îro li ser Efrînê tê meşandin jî komkujiya li ser Helebçe dubare tîne hiş û aqilan. Dîsa mînakên hesab û planên li ser Helebçe hatin kirin tîne aqilan. Dîsa nîşan dide ku planên şerê 8 salan li ser Sûriyê hat kirin bi vî şerî eşkere dibe. Tê xwestin ku Efrînê jî wekî Xenîmet bidin Tirkiyê. Tê diyar kirin ku operasyona Efrînê jî ji aliyê Rûsya ve hat plankirin. Rûsya bi plana Şamê dixwaze hem Kurdan û hem jî Tirkiyê mahkumî siyaseta xwe bike. Li aliyekî têkiliyên xwe bi kurdan re qut nake, li aliyê din hemû piştgiriya êrîşan dide Tirkiyê.

LI HEMBERÎ GUTA Û IDLIB’Ê EFRÎNÊ DIDE TIRKIYÊ

Nûnerê PYD’ê yê li Rûsya Abd Selam Elî, diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Rûsaya re bê encam man. Elî, destnîşan kir ku her çend gelê Rûsya ji vê yekê bêzar be jî dîsa çîna jor a Rûsya vê planê dixe meriyetê. Elî, anî ziman ku Rûsya û Esad li hemberî Guta û Îdlibê bi dayîna Efrînê ji Tirkiyê re li hev kirine. Elî da zanîn ku Rûsya ji bo komên çekdar li Efrînê kom bike Efrîn wekî navçeya Qurban hilbijartiye. Elî, da zanîn ku di navbera DYA û Rûsya de jî peymanek heye û wiha got: “Em kurd tevî her tiştî ji bilî berxwedanê ti şensê me yên din tune ne. Tenê para me berxwedan maye.”

ÎNGÎLÎSTAN LÎSTIK AMADE KIR

Ji destpêka pêvajoyê heta niha yê plana lîstikê amade kir îngîlîstan derket pêş. Her çend îngîlîstan li qadê xuya neke jî, îngîlîstan nîşan da ku li Sûriyê kî bi kê re tev digere û piştî operasyona Reqqa bi riya BBC plana xwe eşkere kir. Bi nûçeya “Têkiliya qirêj ya bi DAIŞ’ê re” plana xwe eşkere kir. Îngîlîstanê pişt re hem mijara Efrînê anî rojevê, hem jî kir gotina fermî ya Ewropa ya “Em hewldana parastina rewa ya Tirkiyê erênî dibînin.”

Her çend Fransa nerazîbûna xwe nîşan bide jî polîtîkaya temaşekirinê dimeşîne. Dîsa planên DYA û Rûsya yên li ser Efrînê dişibin hev. Ji berê de Rojava û rojhilatên Firatê di nava xwe de parve kirine. DYA li Rojhalata Firatê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ’ê wekî alî nîşan da. DYA aloziyên li Rojavayê Firatê jî ji bo xwe gavên erênî dibîne û dengê xwe nake. DYA jî dixwaze kurdan û Tirkiyê wekî Rûsya bi xwe ve girê bide û bike mohtacê xwe.

HESABÊ KURDAN JÎ HEYE

Kurd jî liser esasê berxwedanê tev digerin û dixwazin azad û serbixwe liser axa xwe bijîn. Kurd wekî Kobanê dixwazin heta dawî axa xwe biparêzin. Bi vê baweriyê wekî kobanê heta dawî dixwazin di ber xwe bidin û serkeftinê bi dest bixin.

(ERDOGAN ALTAN)

14.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً