LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘Em tî û birçî jî biminin, em ê wek Keleha Dimdimê Efrînê neterikînin’

‘Em tî û birçî jî biminin, em ê wek Keleha Dimdimê Efrînê neterikînin’

EFRÎN – Şêniyên Efrînê diyar kirin ku dixwazin bi birçîbûn û tîbûnê wan radest bigirin û gotin: “Çawa ku hezr û 400 sal berê li Keleha Dimdimê, em birçî û tî jî bimînin em ê axa xwe neterikînin.”

Şerê Efrînê di roja 54’an de berdewam dike. Di navbera Hêzên artêşa Tirkiyê (TSK) û komên girêdayî wê yên Artêşa Azad a Sûriye (ASA) û hêzên QSD’ê de pevçûnên dijwar diqewimin. TSK û ASA rastî berxwedana mîna Keleha Dimdimê ya di sedsala 17’emîn de hatin. Ev nêzî du mehan e li gel hemû êrîş û daxuyaniyan jî operasyon bi ser neketiye û dixwazin wek tişta li Keleha Dimdimê qewimî li Efrînê jî biqewime û gel tî û birçî bihêlin. Ji çar aliyan ve êrîş dibin ser Efrînê û dixwazin dorpêç bikin. Di vê çarçoveyê de bi riya hewayî û bejahiyê bi bombeyan êrîş dibin ser Efrînê. Di bombebaranê de gelek cihên pîroz hedef hatin girtin û tesîsa avê ya Efrînê hat rûxandin. Sivîl di warê derman û zexîreyan de pirsgirêkan dijîn. Şêniyên Efrînê destnîşan dikin ku wek Keleha Dimdimê tî û birçî bimînin jî dê li ber xwe bidin û Efrînê neterikînin.

Komîn û meclîs ketin tevgerê

Li Efrînê saziyên girêdayî rêveberiya xweser li gel derfetên kêm jî ji pêdiviya gel re dibin bersiv. Li her tax û komunê ji bîrên avê ji gel re tînin û pêdiviyên sotemeniyê jî peyda dikin. Li 7 taxên Efrînê xebatkarên komun û meclîsan xizmetê didin gel û li cihên bîr tune ne jî bi traktoran avê ji gel re tînin.

Sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Îsmaîl Berekat endamê komunê ye diyar kir ku ew li dijî polîtîkaya tîbûn û birçîbûnê bi ser bilindî li ser piya ne û got: “Mirovahî bi pêkanînên dijî mirovahî re hevrû maye. Ava Efrînê qût kirine. Bi riya meclîs û komunan li gel derfet kêm jî em ji pêdiviya avê re dibin bersiv. Ev rêbaz di hiqûqê de nîne. Divê hemû hêz û berpirsyarên navnetewî vê rewşê bibînin. Li vir mirovên sivîl dijîn. Dewleta tirk ava me qût kiriye. Ev sûcê mirovahiyê ye.”

Em tî û birçî jî bimînin em ê ne terikînin’

Berekat anî ziman ku bi tang, top û balafirên şer û her cûrê çeka li dijî wan bikar tînin û wiha domand: “Dixwazin gelê Efrînê ji cih û warên wan koçber bikin. Em jî israr dikin ku em ê li vir bijîn. Ev der ne axa tu kesî ye. Ev der warê bav û kalên me ye. Em tî û birçî jî bimînin, em ê li vir bijîn. Em ê axa xwe neterikînin.”

Em ê ji bîr nekin’

Evdo Bekar ê êzidî ku ji gundê Sînka a navçeya Şerayê ye diyar kir ku berê jî kurdan vê rewşê dîtiye û wiha got: “Dibînin ku nikarin berxwedanê bişkênin, me bi polîtîkaya radestkirinê û mexduriyetê re hevrû dihêlin. Dixwazin bi tîbûn û birçîbûnê gelê Efrînê aş bikin. Em li gel hemû êrîşan û qûtkirina jî hêj li ser axa xwe ne. Ji bo wê emê Efrînê bernedin li vir in. Li Efrînê sivîl tên qetilkirin. Nikarin bi kuştinê me xelas bikin. Avê qût dikin. Lê em ê tu carî vê ji bîr nekin.”

Efrîn li ber xwe dide’

Ji erebên Efrînê Telat Şeban ê 30 salî jî ev tişt got: “Li bajêr tiştên têkildarî mirovahiyê çi hebin tune dikin. Tirkiye ketiye Bendava Meydankê û li wir ava kantonê qût dike. Dixwazin bi van kirinên xwe heremê bê mirov bihêlin. Derdê wan ew e ku mirovên biyanî bînin li vir bi cih bikin. Bi demografiya axa me dileyîzin. Bi destên komên mîna DAIŞ û El Nusra êrîşî me dikin. Ev pêkanînên yên wan in. Her kes vê baş dizane. Îro jî dewleta Tirk vê yekê dike. Bi balafirên şer bombeyan bi ser gelê Efrînê ve dibarînin. Efrîn li dijî van pêkanînên dij mirovahiyê li ber xwe dide.”

  

14.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً