LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Efrînê bermahiyên DAIŞ’ê armancên wê yên têkçûna li Kobanê û Şengalê didomînin

Li Efrînê bermahiyên DAIŞ’ê armancên wê yên têkçûna li Kobanê û Şengalê didomînin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji armanceke ya guhertina Demografî îro dewleta Tirk û komên girêdayî wê di qada Efrîn de her cureyên xerab bikartînin. Tehîdîda serjêkirinê û qirkirina netewên heremê ye. Deyardeya ku îro Efrînê rastî wê tê koçkirina ya bi îdaa ye û di vê derê de bersiva ku tê dayîn bi helwesta netewî şerê gelê şoreşgerî ye ku îro gelê Efrînê bi hemû derfetên kêm bi şer re bûne yek.

Dewleta Tirk bi erêkirina Rûsyayê û bê dengiya cîhanê û bê aktîvbûyîna Konseya Ewlekariyê îro li Efrînê rehet bi artêşa xwe û komên bermahiyên ElQayîdê li Efrînê beranberî berxwedana gelê Efrînê rojane alternatîf û biryaran derdixe.

Di êrîşa Efrîn de tola têkçûna DAIŞ a Kobanê û Şengalê heye!

Komên ku terzê cîhada Islama radîkal esas digirn di dîmeneke ku ji aliyê Çavdêriya Sûriyê ya mafê mirovan hatiye belav kirin de derdikeve holê ku komên ku girêdayî Opozisyona Sûriyê ASA ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê werdigrin tehdîd û gefan li ser sivîlên Efrînê dixwe.

Di dîmena ku ji aliyê çekdarên ASA ên di operasyona li dijî Efrînê şer dikin de tê gotin ku ewê seriyan serjêbikin ger ku ew tewbetê nekin. Dîmena ku yek ji çekdaran tê de tehdîd dike mesacê ji gelê Efrînê re dişîne û got: “Kurdên ku baweriya xwe bi Ola Islamî naynin (Mulhid ango bi zimanê Islamê Kafir in). Ger ku hûn neyên ser olê Islamê hûn birayên me ne û ger ku hûn red bikin dê serê we were jêkirin.”

Li gorî ku derdikeve holê terzê cîhadî a ku îro ‘nûnertiya wê kirasê reş yê DAIŞ’ê’ ye îro li Efrînê tê dîtin. Tê zanîn di heremên wekî Mûsil û Reqa ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li Iraqê û Sûriyê ve hatibûn dagirkirin de cîhada islamê dihate kirin û li wan hereman li gorî qiralên ku wan saz kirine xelkê wan hereman xistibûn penca Şerîeta xwe ku bi sedan qirlan jiyana kesayetî xistibûn dorpêçê.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku herema Efrînê ji gelek pêkhateyan pêk tê, Kurd, Ereb û Tirkmen li hin cihan ku di nav wan de ola Islam, xiristiyan û zerdeştî heye. Di vê çarçoveyê de tê diyar kirin ku ên niha li Efrînê şer dikin DAIŞ’yên ku di sala 2014 an li Şengalê êrîşî Êzîdiyan kiribûn ji ber ku li gorî zaniyariyên ber dest li Efrînê gundên Êzîdî rastî êrîşeke hovane ya Tirkiyê û çeteyan wê hatin. Ji Efrînê jî gelê Êzîdî got ku Tirkiyê dixwazin koka Zerdeştiyan piştî Şengal li Efrînê qut bikin. Ger ku mirov rast bi nav bike niha Tirkiyê bi wan komên bermahiyên DAIŞ li Efrînê armancên DAIŞ ê ku li Şengal û Kobanê bi taybet her wiha li heremên din ên Bakurê Sûriyê têk çûyî pêk bîne.

Li gorî ku Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan da zanîn dîmena ku hatiye kişandin li gundewarê rojavayî Efrîn li gundê ElŞêx Hedîd ku ji aliyê komên ASA ve hatiye dagirkirin e.

Tirkiyê dest bi guhertina Demografî kir

Hewldana Tirkiyê ya guhertina Demografîk li Efrînê ji destpêka operasyona bi navê Şaxê Zeytûnê ku derbasî roja xwe ya 54 an de dibe heye. Dewleta Tirk bi gelek cure û rêbazan xwest ku derbasî Efrînê bibe lewra destpêka ku operasyon da destpêkirin Ragihandina xwe xiste meryetê û xwest bi vê behaneyê Efrînê ji niştecihên wê valake û nêzî 3 milyon û nîv penaberên Sûriyê ku niha li ser sînorê Tirkiyê û Bakurê Sûriyê ne ji kampeyên Atma û Kilîsê derbasî Efrîn ê bike. Li gorî zanyarî û rewşa herî dawî a ber bi çav derkete holê ku dewleta Tirk ji gundewarên Efrînê bi sînorê Tirkiyê re ji kampeya Atma penaberan dişîne Efrînê.

Ji aliyekî din ve jî niha dewleta Tirk ji bo ku vê deyardeyê bike xwezayî ango koçberiya gelê Efrînê qezanc bike, di riya daxuyaniyê ku ji aliyê berpirsên wê ve hatine eşkere kirin derdikeve holê ku dewleta Tirk bi pereyan mal, pere û hwd ji xizmetan ji wan re pêşkêş dikin ger ku ew li Efrînê şer bikin.

Jinosayîda Efrîn dixin meryetê!

Di berdewamiya vê planê de li gorî çavkaniyên ku li Efrînê ne ragihandin ku beriya du rojan li Efrînê belge û kaxezên mal, erd û milkên Efrînê hatine şewtandin, di armanca vê yekê de derdikeve holê ku dê jinosayîda li Efrînê mehkûm bkin. Bi vê yekê dê dîroka Efrîn û hebûna gelê Efrînê ji holê rakin. Çavkaniyan tekez kirin ku divê gelê Efrînê hişyar be û dev ji belgeyên xwe yên milkên xwe bernedin.

Berxwedana gelê Efrînê hemû plan pûç kirin

Li ser Efrînê şerê ku bi erêkirina Rûsya hatiye jiyîn plana wê hebû. Hemû anlîz û pêşdîtinên ku hene dibêjin Rûyayê Efrînê kire qurbanuya bidestxistina Idlib û Gutayê.

Tirkiyê ji destpêka plana ku kirî û bi hedefa Rûsya ew bû ku wê gelê Efrînê warê xwe terik bikin. Di rastiya xwe de ev yek têk çû ku li gorî îdaaya Tirkiyê a ketina Efrîn nava 3 rojan de, gelê Efrînê tevî hemû imkanên kêm îro li navenda bajar kom bûne û cardî di bin topbaranê de ne.

Gelê Efrînê niha bi kêmbûna nan, tinebûna av û elketrîkê û di nava malekê de 3 malbat bi hev re jiyan kirin bi qasî 350 hezar sivîl li navenda Efrînê bicihbûne. Ev tê wateya ku koçberiyek navxweyî ji gundên sînorî ji ber topbaranê heye û ew jî şêwazek a parastin û welatparêziyê ye.

Îdaaya ku gelê Efrînê bi hezaran koçber dibe?

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ragihandinê ve dihatin weşand derdiket holê ku gelê Efrînê xaka xwe terik kiriye û êdî Efrînê vala bûye. Gelo pirsa ku niha tê kirin ewe ku hejmara bi qasî 250 zêdetir sivîlên jiyana xwe ji dest dane kîne?. Ji destpêka operasyona li ser Efrînê tişta ku hate tekez kirin armanckirina dewleta Tirk a ji sivîlan re bû û ev li gorî lêkolînên ji aliyê gelek navendên mafên mirovan hate piştrast kirin.

Rastiya ku tê jiyan kirin ewe ku bi nêzîkbûna dewleta Tirk bi artêşa xwe TSK û komên çekdar ên ASA’yê ji navenda Efrînê re gel rastî zext û hovîtiyeke bê ser û ber tê. Lewra li gorî agahiyên ku ji nava Efrînê hatine bidestxistin de hate zanîn ku koçberiyek a gel çêbûye û ew jî ji bo xelaskirina zarok, jin û kalûpîra ye ku bi vê yekê koçberiyek a bi hezaran wekî ku tê îdaa kirin ne hatiye dîtin.

Berxwedna Gelê Şoreşgerî li Efrînê tê jiyîn

Deyardeya ku li Efrîn derketiye rastiya “Gelê Şoreşgerî” ye ku niha li hemberî artêşa duyemîn ya NATO ye. Ji ber ku gelê Efrînê bi hêzên xwe yên YPG/YPJ û QSD li ber xwe dide û parastinê dike. Tirkiyê hemû derfetên di destê wê de ji çekên NATO û ji kirîna gelek koman ji welatên xizan pêk anî.

Di pisra ku ji dayikekê ji Efrînê tê kirin gelo ma yadê tu ji vir naçe, bersiv ku tê dayîn ezê biçim kuderê û zarokên min di eniyên şer de ne.

(RÊVANA MÊRXAS)

14.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً