LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Şaneyên Tirkiyê yên ENKS’ê guhertina Demografî dixin meryetê

Şaneyên Tirkiyê yên ENKS’ê guhertina Demografî dixin meryetê

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk bi şêwazên xwe yên guhertina Demgrafî ji topbarana bê ser û ber, talan û wêran kirin, propoxendeyên reşkirinê ji koçberiya gel û Efrîn ket û revandina sivîl û tirsandina wan sînordar nema, cureyek din a valakirina heremê derxist û bi şaneyên xwe yên ENKS’ê gel sor kir ku radest bibe.

Dewleta Tirk bi armanca xwe ya guhertina Demografîk li herema Efrînê gelek cure û rêbazên valakirina heremê bikaranî, ji topbarana bê navber, armanckirina sivîlan, xerakirina cihên giştî ji şûnwar, stasyonên avê, elketrîk û firinên nan ku niha gelê Efrînê di rewşeke xerab a debara jiyanê de ye. Armanc ewe ku ew jî vê yekê radighîne dorpêçkirina Efrîn e û qezenc kirina derxistina niştecihên wê ji warê wê ye. Têkildarî heman mijarê di demên dawî de hate tekez kirin ku niha li Efrînê ji aliyê kampeya Atma ya li ser sînorê Bakurê Sûriyê û Tirkiyê ber bi Efrînê ve tên şandin û li wir têne bi cih kirin. Tirkiyê da ku vê yekê zûtirîn bixe meryetê niha bi belgeyên ixra’a (kişand û qezenckirin) çekdarn bi pereyan li Efrînê dide şer kirin ku bi vê Tirkiyê ji her kesekî ku were kuştin ango bibe birîndar pereyan, mal û milk pêşkêşî wan dike.

Şerê Taybet ê reşkirinê li Efrînê pêk tê

Tirkiyê bi êrîşa ku dike û hemû kiryarên ku bi kurtî li jor hatin rêz kirin de têr nema, lewra ji aliyê wê ve şaneyên razayî û ajan li herêmê hatine belav kirin. Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin hate tekez kirin ku Tirkiyê da ku valakirina herêma Efrînê zû qezenc bike dest bi propoxendeyên xwe kir û li gorî ku hate naskirin şaneyên Tirkiyê dest bi gotin û axaftinên mîna “Efrîn ket, Kesê ku Efrîn biparêz nema û Berpirsên Efrînê bi pereyan direvin” kir. Çavkaniyan tekez kirin ku armanc ji vê yekê ewe ku Tirkiyê propxendeya reşkirinê a şerê taybet e û ev şêwazê dewleta Tirk e.

Cureyek din a guhertina Demografîk!

Tevî hemû hewildanên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên zirav û eşkere niştecihên Efrînê dev ji warê xwe bernedan. Çekdarên Tirkiyê yên bi navê ASA’yê bi kiryarên xwe yên DAIŞ’î ku kes işkence kirin, sivîl revandin, bi terman lîstin û talan û wêraniya ku pêk anîn sivîlên Efrînê xwedî têgihiştin bûn.

Di ketina Tirkiyê a ferqeke wiha de tişta ku niha derkete pêş belavkirina numereyan li ser sivîlên Efrînê ji aliyê ajanên wê ve hate kirin. Li gorî Hêzên Asayîşa Efrîn ê şaneyên ku ji aliyê Tirkiyê hatine birêxsitin kirin dest bi belavkirina numareyên çekdar û leşkerên artêşa Tirk di nav niştecihên Efrînê de kirine da ku xwe radestî wan bikin û heremê biterikînin.

Di vê derbarê de hate zanîn ku niştecihên heremê ketin ferqa vê yekê de û Asayîşa heremê agahdar kir û bi vê yekê Hêzên Asayîşê ew kes girtin û niha di lêpirsînê de ne.

Şaneyên ku hatine girtin endamên ENKS’ê ne

Çavkaniyan diyar kirin ku piştî lêkolîna ku hate kirin derkete holê ku ew şaneyên ku kiryarên wiha di nav herêma Efrînê de pêk tanîn ji Partiya PDKS ya di bin sîwana Encûmena ENKS‘ê bi serokatiya Sûad ElMele de ye.

Şerê sîng bi sîng tê kirin

Dewleta Tirk bi amûrên xwe yên şer mesaca ku dighîne ewe divê hûn Efrînê vala bikin, lê li Efrînê jî helwest heye. Çavkaniyan eşkere kirin ku piraniya sivîlên Efrînê dibêjin “Emê ji vir dernayên.”

Li gorî agahiyên ji qada Efrînê hatin zanîn niha li navenda Efrînê şer û pevçûnên giran rû didin. Piştî ku çekdarên ASA’yê bi topbarana artêşa Tirk xwe gihandin Efrînê û ew dorpêç kiriye, hejmarek bi qasî 800 hezar sivîlî yên niştecihên Efrînê li wir hene û ev ji dervey şandeyên ku ji Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ên ku tevlî Berxwedana Efrînê dibin e. Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku karwanên ji bo Berxwedana Efrînê bê navber didomin ku hejmara wan dighêje bi hezaran.

Bi nêzîkbûna aliyên rakêşeyê li Efrînê niha şerekî sîng bi sîng tê kirin û ew bûye sedma çalakiyên bê navber ên Hêzên YPG û YPJ û kuştina rojane bi dehan ji wan e. Ji aliyekî din ve jî çavkaniyan tekez kirin ku Tirkiyê da ku vê operasyonê zû biqedîne ev çend rojin navenda Efrînê bi hovane topbaran dike ku di encama wê de zarok herî zêde jiyana xwe ji dest didin.

(RÊVANA MÊRXAS)

15.03.2018


Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً