LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bi Dîmen – ASA’yê cîhadê dike û Olan diberçqîne: Osmaniyên nû ne

Bi Dîmen – ASA’yê cîhadê dike û Olan diberçqîne: Osmaniyên nû ne

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê niştecihên ku rastî bişaftina olî tên Êzîdî ne. 22 gundên Êzîdî li Efrînê ku ji sedî zêdetir bû rastî hovîtî û asîmleya artêşa Tirk û komên girêdayî wê tê. Netewa Êzîdî rastî qirkirinên bi sedan salan ji aliyê dijminên kurdan ve hatiye.

Roj bi roj belge û isbata ku komên ASA’yê yên bi navê Artêşa Netewî li Sûriyê ku bermahiyên El Qayîdê ne derdikevin holê.

Di êrîşa komên artêşa Tirk a li ser herêma Efrînê û dorpêçkirina Efrînê her wiha armanckirina sivîlan ku ev 57 rojin komên ASA’yê li kêleka artêşa Tirk êrîşan pêk tînin. Hate eşkere kirin ku kesên li Efrînê li kêleka artêşa Tirk şe dikin bermahiyên Islama Radîkal DAIŞ’ê ne.

Dîmen rûyê ASA eşkere kir

Li gorî dîmeneke ku ji aliyê komên bi ser ASA’yê belav kiriye mûameleya wan bi sivîlan re derdixe holê, di dîmenê ku ji aliyê hin çavkaniyan gihiştoye me heqîqeta qirkirina sivîlên herêma Efrînê radixe ber çavan. Di dîmen de derdikeve holê ku sivîlekî bi temenê xwe mezin rastî lêpirsîna ji aliyê çekdarên ASA ve tê û bi Islamê wî icbar dikin.

Di dîmena ku derdikeve pêşberî me li gundê Feqîra yê Êzîdî ye. Di dîmena ku ji aliyê çekdarên ASA (Firqeya Hemze) de hatiye kişandin derdikeve holê ku ew gund di 13 Adarê de dagir kirine.

‘Êzîdî xwedî Dîrokek kevnare li Efrînê ne’

Herêmên êzîdiyan

Li gorî ajansa ANHA’yê lêkolîn derbarê gundên Êzîdî li Efrînê hate kirin û tê de hate gotin ku Mezintirîn cihê ku êzîdî lê jiyan dikin Şengala Başûrê Kurdistanê ye. Di heman demê de li Efrînê jî hin gundên êzîdiyan heye. Oldarên êzîdî yên Efrînê diyar kirin ku Efrînê cihê ku nakokî di navbera êzîdiyan û mislimanan kêm e. ji ber vê yekê êzîdiyên Efîrnê gundên xwe yên Efrînê parastine.

Lê hikûmet û impiratoriyên ku di nava dîrokê de herêm dagirkirine her dem ji bo tevlîheviyê di navbera olên herêmê de derbixin kar kirine. Beriya dagirkeriya Osmaniyan ji herêmên Kurdî dagir bike, herêmên Bakurê Sûriyê û Iraqê hemû kurd bûn. Lê ji ber fermanên ku bi destê Osmaniyan li dijî gelê êzîdî hatin kirin, tenê hin herêmên êzîdiyan man.

Serokê Desteya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Efrînê û nivîskarê pirtûka “Qewlên Êzîdiyan” Silêman Cefer diyar kir ku piştî hilweşandina dewleta Osmanî kêmî 100 gundên êzîdiyan li Efîrnê man, bi hezaran welatiyên êzîdî li van gundan jiyan dikin. Şêniyên hemû gundên navçeya Şerawa “Çiyayê Lêlûn” êzîdîbûn.

Di neqş û nîşanên li ser bermahî û şûnwarên dîrokî diyar dikin ku herêm ya Mîtaniyan bûn. Neqşên li ser kevir û bermahiyên şûnwaran ên zerdeştiyane. Perezgeha gundê Kîmarê ku dîroka wê vedigere sala 1600 B.Z nîşana herî ber biçev ku vê rastiyê isbat dike ye. Nîşana wê jî wekî gogekê û 2 teyrên tawis li kêleka wê ne.

Li Efrînê 22 gundên Êzîdî hene

Di sedsaliya sêyem a vê sedsalê li Efrînê 58 gundên êzîdiyan hebûn. Di van gundan de 75 hezar welatî jiyan dikin, lê niha tenê 22 gund mane, di wan de jî kêmî 25 hezar welatiyên êzîdî jiyan dikin.

Gundên êzîdiyan ên mane jî ev in: Basûfanê, Feqîra, Elî Qîna (Artêşa Tirk dagirkiriye), Qsetel Cindo(Artêşa Tirk dagirkiriye) , Qîbarê, Xezawiye, Buric Ebdalo, Qitmê, Ên Darê, Tirindê, Sînka, Kefer Zêt, Îska, Şadîr, Kîmarê, Çeqela, Aşka Rojhilat, Baê, Qoçma, Qîle û bajarê Cindirêsê.

Di hin ji van gund û bajaran de bi welatên êzîdî re welatiyên misilman jî jiyan dikin. Gundên ku tenê êzîdî lê jiyan dikin jî ev in: Basûfanê, Baflon û Qestel Cidno ne. Di heman demê de li taxên Helebê Eşrefiyê, Şêx Meqsûd û Bustan Paşa jî welatiyên êzîdî jiyan dikin.

Li Bakurê Kurdistanê jî tenê 500 wlatiyên êzîdî mane, li herêma Cizîrê jî derdora 2 hezar welatiyên êzîdî jiyan dikin.

Mezarên êzîdiyan hatin rûxandin

Li Efrîn û derdora wê 12 mezarên êzîdiyan hene, lê Artêaş Tirk û çekdarên wê hin ji wan rûxandin û hin jî dagirkirine.

Mezarên êzîdiyan ên li Efrînê ev in: Mezara Şêx Berekat, li ser Çiyayê Şêx Berekat a li başûrê gundên Basûfanê ya herêma Efîrnê ye (Artêşa Tirk dagirkiriye), mezara Şêx Rikab li gundê Şadiriyê ye, Mezara Şêx Elî li gundê Basûfanê ye, Mezara Çelxane li gundê Qîbarê ye, Mezara Şêx Kursî li nêzî bajaroka Etmê ya Idlibê ye (JI aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin), mezara Şêx Şemis Adiya li gundê QÎbarê ye, Mezara Barse Xatûn li gundê Qestel Cindo ye (Ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin), Mezara Şêx Seyda li gundê Feqîra ye, Mezara Bîr Cefer li gundê Meşla ye, Mezara Şêx Xerbî li gundê Sînka ye, Mezara Hogir li gundê Cirnê ye.

Piştî dawiya sala 2012’an dema çeteyên Cebhet El-Nusra Mezara Şêx Berekat a li ser Çiyayê Şêx Berekat dagir kirin, rê li ber welatiyên êzîdî hate girtin ku roja çarşema Sor serdana vê mezarê bikin. Dewleta Tirk herêma Mezarê kirine bargeh û mezar bi temamî hilweşandiye.

Dewleta Tirk her wiha mezara Parasna Xatûn a li ser Çiyayê Parasna Xatûn a Qestel Cindo ya Efrînê jî dagir kirine, çavkaniyan destnîşan kirin ku Artêşa Tirk û çekdarên Cebhet El-Nusra Mezara Şêx Keras a li nêzî bajaroka Etmê ya Idlibê û li ser sînorê Cindirêsê rûxandin. Rûxandin di sala 2013’an de dema herêm dagikirin pêk hatiye.

Artêşa Tirk û çeteyên wê di sala 2013’an de gundê Qîne ya li nêzî bajarê Ezazê jî dagirkirin û hemû welatiyên wê dane koçberkirin, gund û derdora wê wekî herêmeke leşkerî ragîhandin.

Osmaniyan çi kirin?

Êzîdî bi giştî dibêjin ku Osmaniyan 72 ferman ji êzîdiyan re rakirin. Miftiyên Osmaniyan fitû didan û qetilkirina êzîdiyan helal dikirin û îdaa dikirin ku ew ibadeeta “Şeytan” dikin, bi vê yekê jî dixwestin ku sûreta Ola êzdayetê reş bikin û qetilkirin û talankirina êzîdiyan rewşa nîşan bidin.

Welatiyên êzîdî bûyerekê jibîr nakin, di herêmê de kesekî kurd bi navê Mîr Mihemed Rawendozî 105 hezar welaityên êzîdî di salên navbera 1880-1890 Z nê de qetil kirin. Li ser vê bûyerê Silêman Cefer got ku di nava êzîdiyan ew mîrê kujer bi navê Mîrê Kor tê naskirin. Mîro Kor piştî fetwa ji şêxê Osmaniyan Mihemed Ebû Siûd El-Imadî ku dibêje ên welatiyên êzîdî qetil bikin, wê biçin buhiştê û hemû gundên wan were efûkirin, dest bi qetilkirina êzîdiyan kir.

Osmaniyên DAIŞ’î: Jin sebî kirin

Êzîdî dibêjin ku Mihemed Rawendozî 30 hezar jinên êzîdî wekî sebî (Kole) girtin, wê demê ew li Artêşa Osmaniyan belav kir. Destdirêjî li ser wan hate kirin û fihûş derheqê wan de hate kirin. Mihemed Rawendozî ne tenê wiha, lê belê neferên xwe dişand ser gundên êzîdiyan û ji wan re digot wan qetil bikin, da ku hûn buhiştê bidest bixin. Ev fermana herî mezin a derheqê êzîdiyan de bû.

Di bûyerek din de ya hovane, hate gotin ku rojekê zilamên berpirsê Osmaniyan jinek ciwan ji Şenglê xwest, lê jina Şengalî qebûl nekir û bi destê çavên berpirsê Osmanî derxistin. Paşê Osmaniyan jina ciwan qetil kirin, singa wê jê kirin û ew li meydanek Şengalê dalqandin, da ku hemû gelê Şengalê bi wan bidin tirsandin.

Dema Firansa herêm dagirkiribû

Piştî dagirkeririna Firansa ji herêmê re û bi taybet piştî Peymana Saîkc Biko, Firansiyan siyasetên pişaftinê li dijî êzîdiyan bikara anîn. Siyaseta xwe bi nermahî dan meşandin. Silêman Cefer derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Kuştin tune bû, lê belê Firansiyan xwestin cihê lingên xwe li Sûriyê bihêl in.Wan dizanî ku dê ji Sûriyê derkevin, ji ber vê yekê xwestin êzîdiyan bikşînin aliyê xwe. Heta ciwanên êzîdî birin leşkeriya xwe, Firansiyan ji êzîdiyan re digotin ku ew ê mûçe ji wan e veqetîn in, her wiha ji wan re digotin ku heger ew ji herêmê biçin wê misilman wan qetil bikin.

Cefer derbarê mijarê de got ku êzîdiyan hewldanên Firansa qebûl ne kirin û ji wan re gotin “Hûnê ji herêmê biçin, lê em şêniyên herêmê yên resen li warê xwe bimîn in.”

Firansî di wê demê de li gundên êzîdiyan bi cih bûn, Qaîmmeqama Firansa ya li Efrînê li nêzî mala Derwîş Şemo ya gundên Qîbarê hate avakirin.

Dema Rêjîma Baas

Dewleta Sûriyê di dema Baas de, hema bêje ku siyaseta Osmaniyan li herêmê da meşandin. Her dem dixwest di navbera êzîdî û misilmanan de teliheviyê derbixin.

Li herêmê siayseta qirkirina çandî û guhertina demokrafîk dane meşandin. Di nasnameyê de ola hemû êzîdiyan wekî misilman dinivîsand. Di heman demê de memûrên xwe neçar dikirin ku êzîdiyan neçar bikin ku ola xwe bidin guhertin û bibin misilman.

Guhertina olê bû sedema ku gelê êzîdî neçar bibe ber bi Ewropa ve koçber bibe. Koçberî di salên 90’yî de destpê kir. Piraniya êzîdiyan qebûl ne kirin ku ola xwe bidin guhertin, ji ber van sedeman kombûna êzîdiyan li gundên wan ji hev belav bû.

Silêman Cefer derbarê mijarê de got ku rêjîma Baas nîvê welatiyên êzîdî yên Efrînê nasnameya wan da guhertin.

Dema Şoreşa Gelan de

Piştî Rêveberiya Xweser li herêmên Bakurê Sûriyê hate avakirin, rêveberiyê yekem car fermî hebûna êzîdiyan qebûl dike. Meclîsên êzîdiyan hatin avakirin û rê hate dayîn ku fermî cejnên xwe pîroz bikin û bi serbestê baweriyê xwe pêk bîn in, her wiha beşek mezin ji wan cihê xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de girtin.

Êzîdî niha di bin xeteriya tune bûnê de ne

Hejmara welatiyên êzîdî niha li tevahî cîhanê derdora milyon û nîvekê ye. Ev agahî ji Kongreya Cîhanî ya Êzîdiyan ku li Ameda Bakurê Kurdistanê di sala 2012’an hate lidarxistin, hate girtin.

Dewleta Tirk ji 20’ê çile ve bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê dikin, heta niha hin gundên êzîdiyan ji wan gundên Qestel Cindo ya navçeya Şera dagir kirine. Şêniyên gund ji tirsa wan ewe ku ji aliyê neviyên Osmaniyan û çeteyên wan werin qetilkirin, gundên xwe vala kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê gund wêran kirine.

17.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً